Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Çopî Fetah
Hunermenda Kurd Çopî Fetah sala 1983ê li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Ji ber komkujî û sîyaseta erebkirinê li ser bajara Kerkûkê ya rejîma Beasê, ji mecbûrî Çopî Fetah tevî malbata xwe di sala 1988a de berê xwe dan xerîbîyê û li Holandayê bi cih bûn. Piştî salên dûdirêj vegerîya başûrê Kurdistanê.
Çopî ji zarokatîya xwe ve hez ji muzîk û stranan kirîye. Ji 7 salîya xwe de çuye komeka koral li bajêra Haillo li Holendayê, li wir bi grubekî re stran gotîne û carna jî bi serê xwe stran gotine. Li dibistanê jî Çopî gelekî zîrek bûye û di salekê de bûye xwendevana yekemîn li dibistana xwe. Çopî di 13 salîya xwe de çûye dibistana deng û ji bo ku bi awayekî zanistî hunermendîyê nas bike û hîn bibe 2 salan li vê dibistanê xwendîye. Di 16 salîya xwe de çûye cem Koma Berxwedan ya Akademîya Kurdi ya li Almanyayê, li vir evîna Çopî Fetah ji bo muzîk û stranên Kurdî zêdetir bûye. Heman demê li vêderê mamoste Wurya Ehmed naskirîye û bi awayekî fermî rêwîtîya hunerê ya Çopî Fetah dest pê kirîye.
Ji ber ku bi zarotî ji welêt û derdora Kurdî dûr ma, ji fêrbuna zimanê Kurdî ya resen û paqij bêpar ma, lê dê û bavê wê xwedî li ziman û çanda xwe derketin û nehiştin ji heslê xwe dûr bikeve, zimanê xwe ji bîr bike. Hunermenda dengxweş Çopî Fetah, xwedî çendîn stran, kaset, album û kilîba ye, hewl dide bi hemû zaravayê Kurdî strana bêje, hunermendeke Kurdistanî ye û ji alîyê hemû Kurdan ve tê hezkirin.
Di sala 2013an de Çopî ji bo "One Young World Summit " a li Johannesburg, li Afrîkaya Başûr, wek hilgira ala Kurdistanê hat hilbijartin.
Çopî Fetah xwedî repertuareke dewlemend e. Di gelek televizyonan de stranên wê derketine. Beşdarî gelek şev û ahengan bûye li Almanya, Swêd, Holenda, Brîtanya, Kanada û gelek welatên din. Her wisa Çopî li gel pir hunermendên bi nav û deng û naskirî beşdarîya şev û ahenga bûye, mîna hunermendên rêzdar mina Nasir Rezazî, Merzîye Ferîqi, Şivan Perwer, Ednan Kerîm, Hesen Şerîf, Necmedîn Xulamî, Şehrîbana Kurdî, Gulistan Perwer, Feyzî Nejadî, Omer Gundî û gelek hunermendên din.
Albuma yekem a Çopî di sala 2003yan de bi navê Çît naw binêm? (Kîjan navî bidim te) derketiye, ku ji 9 stranan pêk tê û bi herdû zaraveya Kurmancî û Soranî gotîye; tevahî ev stran nû ne û cara yekê ji alîyê Çopî hatine gotin. Albuma duyem jî di 2007an de ku ji 13 stranan pêk hatîye, bi nave Nawit Denêm Jîno (Navê te Kim Jîno) derket. Çopî Fetah di 2016 û 2017an de di televizyona Rudaw de bernameya “Çopî û Çare” pêşkeş kir. Di 2017an de albumeke nû bi navê “Binar” ya ku ji 13 stranan pêk hatîye belav kir û hezkiriyên xwe dilxweş kir.
ÇAVKANÎ
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87op%C3%AE
https://www.youtube.com/watch?v=SGpxueSQR2k
https://www.youtube.com/watch?v=N_9PN_Iy7ZA
https://www.youtube.com/watch?v=cE3i4OMVPuY
https://www.rudaw.net/kurmanci/onair/tv/programs/program/chpichara
https://www.youtube.com/watch?v=NKMdyJbZLTk
https://www.youtube.com/watch?v=BrO5o53phz0
https://www.youtube.com/watch?v=C7eCSCrRY3g&t=4s
Nivîsén tékildar