logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Destana Rizgan û Nûrê

Nivîskar: Occo Mahabad

Destana Rizgan û Nûrê

Hîma vê destanê, li ser evîneke ku evîndar negihîştine hev û azarkêş hatiye afirandin. Li aliyekî hezkirineke mezin û fedakar lê li aliyekî din bedbextbûneke kesernak û wêranker tê dîtin. Çavkaniya vê destanê jiyana me ya rojane ye ku her roj li herêmekê rastî me tê.  Di vê destana klasîk û gelerî de motîfên sereke eşq, evîn, hevnegihiştin, êşkişandin, bêrî, hêvî, fedakarî, berxwedan, tirs û mirin in.

Di destanê de em dibînin ku çînên serdest, hêzdar û dewlemend, çînên bindest û kedkar biçûk dibînin, qîzên xwe layiqî wan nabînin.

Dengbêjên me vê destanê di meqama klamkî de û bi awayekî kurt vedibêjin lê çîrokbêjên me ji gelek aliyan û bi detayî ji me re neqil dikin. Rehmetî meta min çîrokbêjek pirr jêhatî bû, dikaribû bi saetan ji we re qala destan û çîrokên curbecur bikira. Ez ê hewl bidim ku ji devê meta xwe vê destanê ji we re binivîsim.

Rizgan û Nûrê aşiqê hev in û bi salan e ji hev hez dikin, lê Rizgan şivanê gund e, feqîr e, belengaz e, bê mal û milk e, xortekî camêr û dilsoz e. Ne neheqiyê dike ne jî neheqiyê qebûl dike, merivekî dilgeş û adil e.

Nûrê qîzeke bedew û xweşxûy bû, husn û cemaleke wisa lê hebû dema meriv çav pê diket te digot qey horî ye ji bihûştê reviyaye, hatiye li kêleka Rizgan rûniştiye. Meriv dêna xwe bida wek ava kevserê bû, dilê xortan pê tev kûl û birîn bûn.

Bavê Nûrê serdestê gund e, dewlemend e, dixwaze qîza xwe bide mirovekî zengîn û wekî xwe bi nav û deng. Li ber çavê wî, merivên feqîr, rût û tazî bin, xêr jê nedihatin, ew xwe bikuşta jî qîza xwe nedida feqîrekî.

Occo kurapê Nûrê ye, girêdayî erf û edetên xwe ne, herî zehf ji nêçîran hez dike, bi taybetî ji nêçîra kêvroşkan. Occo jî wekî apê xwe merivekî dewletî û hêzdar e. Ji zarotiyê heta xortaniya xwe bi Nûrê re mezin bûye, bi salan e dil berdaye Nûrê. Sibê zû radibe ji vê deştê bigire heta vê qûntarê, Nûrê berê xwe bide ku dere, bi şev û roj li pey Nûrê mîna siyekê digere, bi dizîka çavdêriya wê dike. Occo naxwaze ku Nûrê bi Rizgan re bizewice. Merivekî çavsor, hesûd û zalim e.

Çend caran malbata Rizgan ji bo xwazginiyê diçin mala bavê Nûrê, lê di her çûyînê de destvala vedigerin. Bavê Nûrê Rizgan biçûk dibîne, dilê wî tune ku qîza xwe bi şivanekî re bizewicîne. Rizganê belengaz çi dike çi nake nikare bigihîje miradên xwe.

Rizgan bi rojan difikire, dawiyê biryar dide ku Nûrê birevîne şikefta Qûlî. Biryara xwe ji Nûrê re dibêje lê Nûrê naxwaze Rizgan wisa bike ji ber ku qîzrevandin işê namûsê bû, li gorî kevneşopiyên civakî dawiya revê kuştin û mirin bû.

Nûrê bi lavayî bang dike Rizgan:

Bê de lolo lolo lolo…

Rizgan ez bi qurban nizanim bextê min bû yan talihê te bû?

Berfanî berfa nerm e.

Heyrano rûkê erdê kiriye wekê çerm e.

De tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe Şikefta Qulî.

Şikefta Qulî şikeftekî cihê bê warî, cangê kurapê min nêçirvan e.

Sibê zû radibe, pey kevrûşka digerine.

Ax Rizgano ez bi qurban, dê were şopê bîne ser me, min bikuje.

Lo te jî ser da axx?

Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano Bê de lolo lolo lolo…

Rizgan guh nade Nûrê, bi hespê xwe yê qemer û qewî, wê direvîne şikefta Qûlî. Şikefta Qûlî cihê aşiq û evîndaran e, ji gund dûr e, ewle ye. Her evdê Xwedê nikare derkeve serê şikeftê, li ser zinarekî bilind û asê ye.

Piştî revê herdu dilketî û evîndar diwestin, Rizgan gazî Nûrê dike:

Rizgan go Nûrê,  wa Nûre, were qasekî çoka xwe bide erdê,

Ezê serê xwe bidim ser çokê ye.

Nûre çoka xwe dide erdê, Rizgan serê xwe dide ser çokê ye.

Kete xewê û xewnê ye.

Ji xewa şêrîn bazda got Nûrê, wa Nûrê!  Mala bavê lê xerab bûyê!

De rabe minê xewnekî dîtiye.

Ezê xewna xwe bibêjim, tu porkura Xwedê xewna min şirove bike axx.

Ê de go; “Min dîtibû darekî li derê mala bavê te şîn bûye.

Wê darê du çiqil, her çiqil sêvekî, her sêvê kewekî gozel li ser e.

Minê bala xwe dayê teyrê qereqûşê jor de li serê herdu kewa gozel difirî ax.”

Rizgan bi tirs ji carekê ve behsa xewna xwe dike, Nûrê xewna wî dibihîse diricife, tirs û xofeke mezin û bêhempa dikeve dilê wê. Qîzrevandin karê mêran e lê dawiyê kuştin û mirin e. Dizane ku bavê wê  niha ji bo dîtin û kuştina wan, kurapê wê Occo peywirdar kiriye. Occo zalim e, çavsor e, ew ê xwîna wan birijîne bo namûs û mêraniyê.

Bang dike Rizgan, tirsa xwe jê re şîrove dike:

Nûrê go; Rizgan ez bi qurban, Xwedê xewna te bi xêr ke.

Dara derê mala bavê min ji bejna min e.

Herdû çiqilê pêva bext û mirazê min û te ne.

Herdû sêvê li ser, memikên min in.

Herdû kewê gozel eslê rihê me ne.

Teyrê qereqûçê Occo’yê kurmamê min ê nêçîrvan e.

Sibê zû radibe, pey kevrûşka digerîne.

Ax Rizgano ez bi qurban, dê were îzê bîne ser me, min bikuje.

Lo te jî ser da axx.

Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano… Bê de lolo lolo lolo…

Rizgan dibê netirse Nûrê aş be, heke Occo mêr be ez jê mêrtir im. Çima destê Occo bi çek e yê me bi text e.

Nûrê tê cem Rizgan, dikeve hembêza wî ya êgir, dilê xwe dike nermenerm. Lêvên xwe datîne ber qeraxa devê Rizgan laşê xwe dike germegerm. Bi hev şa dibin pev şa dibin kelekel. Dikevin xew û xewneke giran heya ber sibê. Nûrê bi qebqeba kewan hişyar dibe.

Sibe bû, kubara sibê ye.

Nûrê derdikeve ber derê şikeftê ye.

Dinêre Occo xuya ye jêr de tê ye.

Nûrê diçe pêşiya Occo.

– “Occo ez di bextê te de me,

Were Rizgar nekuje xortek heyf e, take tenê ye.

Were min porkura Xwedê bikuje,

Poz û guhê min jê ke, têke bêrîka xwe de.

Sibê roj nava eşîrê derxe. Him ji te re nav e, lo him namûs e ax.”

Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano…

Teyrê qereqûşê Occoyê zilimkar, bi fermana bavê Nûrê hatiye ji bo kuştina herduyan. Occo li Nûrê guhdar nake, bi sîle û şeqamên nexêr canê wê diêşîne, berê Nûrê dikuje pişt re Rizganê di xew û xewnê de ye….

Destana Rizgan û Nûrê bi trajediyeke mezin bi dawî dibe. Nahêlin herdu evîndar bigihîjin miradên xwe û bi bextewarî jiyanek ava bikin. Di destanên evînî de taybetiya sereke hevnegihîştina aşiq û dildaran e. Tucarî derfeteke gengaz peyda nabe ku pevre emrê xwe derbas bikin.Cudahiyên çînî, civakî û takekesî di vê destanê de pirsgirêkên herî mezin in.


ÇAVKANİ

https://candname.com/destana-rizgan-u-nure/

https://www.youtube.com/watch?v=LIcibZWhMoM

Delîl Dîlanar Rizgan û Nûrê 

Nivîsén tékildar

Memdûh Selîm Begê Wanî

Li ser sala jidayikbûna Memdûh Selîm nêrînên cûda hene; li gorî hin çavkanîyan, di dawîya salên 1880yan de li Wanê ji dayik bûye.” Li gorî hinek çavkanîyan jî ew di sala 1897an de ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e. Li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê li Stenbolê sîyaset û felsefe xwendîye. Li gor Malmîsanij, li Stenbolê Mekteb-î Mulkîye xwendîye, xwendina wî ya beşê felsefê ne zelal e. Cemîl Merîçê xwendevanê wî yê Lîseya Antaqyayê jî dibêje: “Memdûh Selîm mulkîye xelas kiribû.” Memdûh Selîm Beg, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an...


Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...


Danasîna Pirtûka “Eşîretên Behdînan(1514–1919)”

Ev nivîs danasîna pirtûka bi navê “Eşîretên Behdînan: Danasîna Cografî û Kurteyek ji Dîroka Wan(1514–1919)” e ya ku ji alîyê Hêriş Kemal Rêkanî ve, wek vekolîneke dîrokî-belgenameyî hatîye amadekirin û ji alîyê Zankoya Duhokê/Sêntera Beşikçî beşa Vekolînên Merovayetî ve sala 2019an hatîye çapkirin. Pirtûk ji çar beşan pêk hatiye...