logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Komagene û Kurdên Zelanî

Nivîskar: Mehmet Oncu

Komagene û Kurdên Zelanî

Navê xanedana Kûmû(h) an jî Komageneyê Zelan e. Di roja me de jî erdnîgariya Zelan navê cihekî fireh ku hemû Kurdên rojava dinimîne. Ew erdnigarî, di cihê ku Çemê Têgris (Dîjle) tê dizê de dest pê dike, bajarên weke Yozgat û Zele ên ku li nîveka Kurdistana bakur cih digirin, yanê Kapadokya ya Antîk dihêwirîne û heta Pontûsê dirêj dibe. Di lîteratûrê de navên wek Mil (Milan) û Zil (Zilan), du şaxên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ne ku ew îro jî heyîna xwe diparêzin.    

Kurdên Zelanî bi navên wek “Komagene, Kapadokya û Pontus” sê şaristaniyên mezin damezirandine. Di dîrokê de em cara pêşîn di serdema Împaratoriya Medan de rastî navên van şaristaniyan tên . Dema ku Medî êrişê dibin ser Dewleta Lîdyayê, bi keyaniya van hersê dewletan re dikevin nav şêwr û alîkariyan. Di rastiya xwe de dîroka Kurdên Zelanî ji ya Medan kevntir e. Dema hîn Medî nehatîbûn herêmê ew li vê derê û di cihê xwe de bûn. Lew ku wan li vê derê bi şêwaza sê dewletên weke Komagene, Kapadokya û Pontus xwe bi rêxistin kirîbûn û heyîna xwe diparastin. Ji wê ye ku dîroka Kurdên Komageneyê ên ku ji Kurdên Zelanî ne hewceyî lekolînên baş û bi rêk û pêk e. Bêguman di vê mijarê de problema materyalan tuneye. Ji xwe di gilkevalên Asûriyan de di derbarî Kurdên Komageneyê de zanînên zehf zêde hene, bes şixulê baş û zanistî li ser bête kirin. Asûriyan di belgeyên xwe de navê Komageniyan bi şêwaza “Keyaniya Kûmû(h)” nivîsandine.

Keyaniya Komagene, bi şertê ku erdnîgariya heta şarên wek Konya û Enqere (Engur) yê dirêj dibe, tevî axa xwe bike, di dema şerê Lîdyayê de, piştgirî dabûn Medan. Lew ku berê ev herdu bajar di nav axa Kurdên Zelanî de bû. Herçiqas di vê serdemê de ew hersê şaristaniyên Kurdên Zelanî ketibûn bin bana Împaratoriya Medyayê jî, piştî dest guherîna rêveberiya Medyayê, dîsa ew veqetiyan û her yekê ji wan weke dewleteke serbixwe heyîna xwe domandin. Lew ku Împaratoriya Medan di serdema Keyaxser de bi destê wezîrê wî Harpago ji destê Medan derket, kete destê Pers û Axameniyan. Belê di vê sedemê de jî Kurdên Zelanî piştgirî dane Pers û Axameniyan.

Van hersê Keyaniyên Kurdên Zîlanî, di serdema dorpêçkirina Anatoliyê a di hêla Împarator Kiryosê Mezin de, piştgirî û alîkariyeke mezin dabûn Persan û di vê hewldanê de roleke mezin lehîstîbûn. Herwiha bi lehîstina vê rolê xelat û diyariyên gelek mezin ji Persan wergirtîbûn. Xanedana Kurdên Zelanî, bi dirêjiya dîroka Axameniyan, bê kêmanî 230 salan heyîna xanedana xwe bi şêwaza dewletên serbixwe parastin û domandin.

Belê tê zanîn ku di wê sedemê de Xanedana Kurdên Zelanî, karesata xwe ne li ser axa xanedana xwe, li der û warên ku Axameniyan bi wan nimandî pêk danîn. Piştî rûxîn û têkçûyîna Axameniyan a ji berî zayînê, di sala 330 an de, dîsa ew vegeriyan warên xwe ên bav û kalan. Dîsa weke berê desthilatdariya xwe ya li ser “Komagene, Kapadokya û Pontûs” berdewam kirin. Belê di wê sedemê de nîveka Kurdên Zelanî, şaxa wan a Kapadokya a ku paytexta wê pêşî Melîda, paşê jî Mazanca (Qeyserî) bû.

Zelaniyên Kapadokyayê berî zayînê di sala 95an de, modêla Komara Romayê pejirandin, ew li ser welatê xwe sepandin, welatê xwe zivirandin Komarên Dêmokratîk. Ji wê dîrokê pê ve Kurdên Zelanî ên ku Dewleta Pontûs damezirandîbûn biriqîn û derketin pêş. Paytexta Dewleta Kurdên Pontûsê pêşî Amasiya (Avmasî) bû, paşê paytexta wan bû Şarî Amîsûs. Cihê Şarî Amîsûs cihê ku îro Bendegeha Şarî Samsûn lê ye. Belê Şaxa van Kurdên Zelanî ku heyîna xwe demeke gelek dirêj parastin bê guman Zelaniyên Komagenê ne. Paytexta Zelaniyên Komageneyê Semsat bû. Semsat di sala 1988 an de di bin ava bendava Atetûrk de ma.

Di roja me de Şaristaniya Kurdên Zelanî a bi navê Komagene, bi perêstgeha li ser Çiyayî Bêlî (Nemrût) ku bilindiya wî 2150 metro ye derdikeve pêş. Di wê perestgeha ku aîde vê şaristaniyê ye, gelek peykerên Xwedawend û Keyên Komageneyê cih digirin. Ew peyker û rolyefên li ser wî çiyayî him rindê dema xwe ne, him jî rindê hemû deman in û ew bi hûner û bedewkariyeke bê hempa hatine çêkirin. Ew perestgeh, kîtabeyên dirêj û rolyefên ku ji vê şaristaniyê mane, berî 2000 sal heta roja me hîn jî saxlem û li ser piyan in. Ji bilî vê perestgehê û peykerên tê de, der û warên wek Şarî Arsemîa, Şarî Gerger, Şarî Perre, Encos, Girî Qereqûş, Pireya Cenderê, Pireya Sayî û Sêsing jî der û warên ku ber û berhemên ji vê şaristaniyê mayî radigrin. Ya herî balkêş ku îro ji hêla Kurdên herêmê ve jî nayê zanîn ew e ku navê nav û erdnîgariya hoza Kawa û vê şaristaniyê heman nav e. Lew gelek êl û hozên ku di nav vê erdnîgariyê de dijîn herî kêm 3000 sal e ku li ser axa xwe ne û bineciyê vê herêmê ên herî kevn in.

Gelek dîrokvan, li ser navê zanistê, dîroka Komageniyan ji Berî Zayînê sala 69an didin destpêkirin, ew agahî ne rast e. Lew ku Şaristaniya Komegene, berdewama Şaristaniya Kumu(h) e. Vê şaristaniyê li ser xaka xwe bihêz an aloz weke dewlet û xanedan herî kêm 1400 sal (BZ sedsala 11an de heta PZ sedsala 3yan) jiyan û hukim kiriye.

Berî zayînê di sala 163yan de, Parêzgarê Selevkosan ê bi navê Ptelemos, ku wî li ser navê binemala Selevkosan welatê Komagene bi rê ve dibir, di derfeteke ku rêveberiya Selevkosan sist û aloz bû, serî li ber Dewleta Selevkosan rakir. Komageneya ku rêveberiya wê dikir ji wan azad kir û serfiraziya Komageneyê êlan kir. Ji wî pê ve, kesên ku hatin ser textê Komageneyê û hin rûdanên rûdayî ên muhîm bi awayekî kironolojî weke ên li jêr in.

BZ 130-100 Key Samosê 2yemîn

BZ 100-69 Key Mithridates Kalinikos

BZ 86-66 Komagene bi Key Tigranê ku Keyê Ermenîstanê bû ve tê girêdan.

BZ 69-36 Key Antiokhosê 1emîn

BZ 64 Fermandarê Romayî ê bi navê Pompeius, Desthilatdariya Komageneyê firehtir kir. Şarî Belqisê (Zeûgma) bi Komageneyê ve girê da.

BZ 38 Fermandarê Romayî Marcus Antonius Şarî Semsat dorpêç kir.

BZ 36-20 Key Mithridates Kalinikosê 2yemîn

BZ 31 Di şerê Actiumê de Keyaniya Komageneyê piştgiriyê dide fermandarê Romayiyan ê bi navê Marcus Antonius. Piştî ku Marcus Antonius di vî şerî de têk diçe, reveberiya Şarî Belqis (Zeugma) ji destê Komageniyan derdikeve.

BZ 29 Di şerekî navxweyî de birayê Keyê Komageneyê ê bi navê Antiokhosê 2yemîn li Romayê tê kuştin.

BZ 20-12 Key Mithridatesê 3yemîn

BZ 12-PZ 17 Key Antiokhosê 3yemîn

PZ 17 Bi fermana Împaratorê Roma ê bi navê Tiberius, fermandarê Romayî ê bi navê Germanicius welatê Komageneyê dagir dike.

PZ 38-41 Împaratorê Romayê textê welatê Komageneyê dide Antiokhosê 4emîn.

PZ 72-73 Rêveberiya welatê Komageneyê dikeve dest Romayiyan. Reveberiya Romayê Welatê Komagene bi eyaleta Sûrî ve girêdide.

PZ di sedsalên 1 û 3yan de yek li Semsatê a din li Şarî Belqis (Zeugma) du Lejyonên Romayê tên damezirandin.

PZ di sedeya 2yan de baweriya Komageniyan a bi navê Êzdanîtiyê (Mîtraîzm) bi navê baweriya “Jubîtel Dolîkanius” li Romayê belav dibe û bi awayekî fermî tê qebûlkirin.

PZ di navbera salên 253-256an de Keyê Persan ê bi navê Şapurê 1emîn, dave ser şarên weke Semsat, Belqis (Zeugma) û Dolîkê, talan dike..

PZ di sedsala 7an de herêma Komagene dikeve destê ‘Ereban.


ÇAVKANİ

Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, 2022

https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87iyay%C3%AA_B%C3%AAll%C3%AE

Nivîsén tékildar

Mîna Qazî Xanim

Mîna Xanim, di sala 1908an de, li malbateke welatparêz ji dayik bûye. Navê bavê wê Ehmed, navê dayika wê Gulendam e. Ji eşîra Hecî Hesen Xan Hecî Beg e. Ev eşîr digihe Şerefxan Bêdlîsiyê ku hem dîrokzan, hem jî rêveberek e. Mîna Xanim, di sala 1928an de, dema ku hê 19 salî ye bi Qazi Mihemed re dizewice. Ji vê zewacê 7 keç û kurek, 8 zarokên wan çêdibin. Hê ku nezewiciye wek Mîna Îskenderî tê nasîn. Piştre, wek Mîna Qazî û li gel avabûna komarê jî wek Dayê Xanim tê binavkirin...


Adîle Xanim

Adîle Xanim, ji malbata mezin a Erdelanê ye ku girêdayî Mîrnişîna Babanê ye. Serbajarê Erdelanê Sîne, ku bi navê xwe yê din Senendec bû;  li Îranê demeke dirêj bûbû navenda çand, huner û wêjeya Kurdan a qesrê. Bavê Adîle Xanimê Evdilqadir Sahibquren, li Tehranê karmendekî payebilind bû. Lê piştî belavbûna Mîrîtîya Babanê, di sala 1851an de, li gel malbata xwe koçî bajarê Sîne dike û jîyana xwe li vê derê didomîne. Adîle Xanim jî, di sala 1859an de, li vî bajarî ku xwedî dîrokeke kevnar e, ji dayik dibe...


Nasirê Kurd (Nasir Kurdo, Narseh, Theofobos)

Nasirê Kurd (Nasir Kurdo, Narseh, Theofobos) yek ji malbatên arîstokrat ên Kurdistanê ye. Di heyama wî de Hurremî li hember Ebbasîyan serî hildan û bi dehan salan ev tevger berdewam kir. Nasirê Kurd jî Hurremî ye, tevlî serhildana Babek dibe û ji Colemêrg û Qendîlê serhildanê organîze dike. Di sala 833yan de li nêzîkî Hewlêrê bi artêşa Xelîfe re şerekî mezin kir û her çiqas di vî şerî de ziyaneke mezin da Ebbasîyan, lê bi windakirina 60.000 leşkeran têk çû. Nasir tev 14.000 leşkerên xwe xwe li Bîzansê girt...