Nivîskar: Azad Zal
TIRΔ û “ENGUR”
Ji bo ku mirov bikaribe etîmolojîya (peyvzanî) ango rayeka peyvên Kurdî bibîne û şîroveyê bike, divê ku mirov ji Kurdî û hemû diyalektên Kurdî haydar be û her wisa divê ku haya mirov ji ferhenga zimanên kevn yên wekî Avestî, Sanskrîtî, Pehlewî û yên din hebe. Dîsa divê ku mirov li curbecur ferhengên zimanên der û dor û yên ku ji malbateke zimanan bin binêre û li gorî wê şîrove bike. Ji bo vê jî taybetmendîya herî girîng ev e ku, mirov serwerê semantîkê (watezanî) be. Ji alîyê wateyê ve bingeha peyvan neyê zanîn dîsa etîmolojîyeke zanist û dirust nayê dîtin.
Peyva ku em ê li rayeka wê binêrin û rastîya bingeha wê deynin “TIRΔ ye. Wateya peyva “tirî” ev e: Fêkîyek havînî ye, şîrîn e û rengên wê tewr bi tewr in. Tirî mêweyeke herî kevn e ku mirov wê dixwin û jê sûdê werdigirin. Ji berîya mîladê 5000î vir ve tê zanîn û tê gihandin. Li gorî hin zanyaran welatê tirî Kurdistan e. Gelek tewrên tirî hene. Bi qasî 10 hezar tewrên tirî hene. Lê ji van tewran 50-60ên wê tê gihandin. Ji 3 hezarî zêdetir reng û tamên (çêjn) tirî hene. Tirî tê hişkkirin, jê curbecur xwarin û vexwarin çêdibin. Mewîj tirîyê hişkkirî ye, dims, şerab, sirke, xoşav û gelek cure vexwarin û derman jê çêdibin. Şekirê ku di tirî de heye şekirekî taybet e û gelek zêde ye. Mîneralên wê jî gelek in. Ji alîyê vîtamînê ve dewlemend e, vîtamînên wekî A û B tê de hene. Her wiha potasyûm û hesin jî tê de hene. Bingeha hêza mirovî ye, ji bo mirov gelek hêzdar e û ji alîyê Kurdan ve bi taybetî zivistanan berhemên wekî dims, kesme, meşlûr û hwd. yên ku jê têne çêkirin têne xwarin û vexwarin. Di destan û efsaneyên berê de mêweyekî hêzê û Xwedanî ye. Di mîtolojîyê de wekî çavkanîya hêza Xwedayan derbas dibe.
Di gelek waran de bandora tirî li ser bedena mirov heye. Bedenê zindî digire, hêzê dide mirov. Xwînê çêdike. Tiştên nebaş yên ku zirarê didin bedena mirov ji bo ku ji bedenê bêne avêtin sûdewer e. Tansîyona mirov dadixîne. Ji bo nexweşîyên wekî ulsera mîdeyê, gastrîtê, kezebê, fatereşkê sûdewer e. Her wiha ji bo bayê û îltîhaba mafsalê gelek baş e. Ji qevzê re baş e. Dilê mirov xurt dike, xwînê paqij dike. Ji bo şîşmanîyê jî baş e. Ji bo jinên ducan yên ku dilê wan li hev dikeve baş e. Mirov xweşik dike. Ji bo ku mirov zûtirîn dema nekahatê derbas bike baş e. Ji bo ku qûm û kevirên gurçikê bêne avêtin dibe alîkar…
Di hin zimanên Aryanî de navên ku nêzî “tirî” ne:
Sanskrîtî “draakSaaphala”
Romanî “strugur”
Germanî “weintraube
Holandî “truif”
Swêdî “druva”
Danîmarkî “drue”
Çekî “hrozen”
Norveçî “druer”
Di hin zimanên Aryanî de navên ku nêzî “engur” in:
Pehlewî “engur”
Hindî Aṅgūra
Îngilîzî “grape
Polonî “winogrono”
Sirbî (Serbo-Croat.) “grozdje”
Rûsî “vinograd”
Xirwatî “grožđe”
Bulxarî “grozde”
Di zimanên Aryanî de navên ku nêzî “rez” in:
Pehlewî “rez”
Îngilîzî “raisin”
Frensî “raisin”
Mirov dikare bêje di nav zimanên Aryanî de sê komên ku nêzî hev in hene. Komek jê nêzî peyva “tirî” ya Kurdî ye. Komeke din nêzî peyva “engur” ya Kurdî ye. Ev herdu peyv di Kurdî de rasterast “tirî” ne. Hinek jê jî nêzî peyva “rez” a Kurdî ne. Ev jî dar, an jî nebata ku tirî digire ye. Hinek peyv jî nêzî peyvên “weşî”, “guşî”ya Kurdî ye. Ji van danberhevîyan der tê ku di zimanê Kurdî de bi her sê/çar formên zimanên Aryanî di Kurdî de mewcûd in. Peyvên “tirî” û “engur” du peyvin ku heman wateyê didin. Peyva “rez” di Kurdî de wateya “tirî” nade lê pêwendîdarê “tirî” ye. Peyva “guşî” an jî “gweşî” jî pêwendîdarê “tirî” ye.
Di zimanê Kurdî û diyalektên wê de peyva “tirî” bi vî awayî ye:
Di Kirmanckî-Dimilî de “engur/engurî/hengure/inguri/hengûr/engûr; di Hewramî de “hengûr, engor, tirî” di Kurmancîya Jêrê ango Soranî de “tirê” “hengûr, hengûrî, enyûr, engîr, mêwey dare mêw” di Kurmancî de “tirî, tirê”, di Lurrî û Feylî de “engûr” e.
Di Kurdî de “tirî” û cureyên “tirî”:
Li herêmên Kurdistanê û di diyalektên Kurdî de, di ferheng û pirtûk û çavkanîyan de hin nav û cureyên tirî yên bi Kurdî ev in: amobengîyo, bajarî, balme, bêdendik, bengî, besnî, bilbizeqî, bînetetî, bisthêşin, bolmazû çavga, çemîle, çemîley reş, çûkan, dalînok, derebole, devrovî, dêwanî, domîle, doşawî, e’şaq, etfî, ezazî, ferxî, germike, gewdûne, gewre(gewrik), gozane, gundke, guntûle, hemsî, hesenî, hewsorik, hewtop, hezîranî, hîndûyî, işqir, kajaw, kerkuj, kerkûş, kilke, kirok, kişmîşî, koxer, kumkulav, libgolik, mambiramiye, mambiray mî, mar, maran, marane, marijok, merzore, mêxî, mezrone, mikebs, nasirkî, nînokî bûk, paşayî, payîzî, petyayî, pîrê, pozgolik, qerxe, qirfok, qizler, qore, reqan, reş, reşke, reşmirî, rêwî, rêwîle, rezaqî, rovî, ruhnik, sadanî, sadanîy reş, salihî, see’danî, serqûle, sifink, sincêrî, spîke, sûraw, sûrşamî, şeqşeqe, şimîrî, şîrazî, şîrînûtal, şûşe, tayfî, tehnewî, terg, teyef, teyf, tilhesenî, topspî, torane, tûlezer, werdan, xanoq, xoşnaw, yaqûtî, zelke, zerdê, zerdike, zeynebî, zeytî, zilkê, zimîrî, zirafî, zûres
Cureyên “tirî” bi awayekî ango rêbazekê bi tenê ji hev nehatine veqetandin. Hin jê li gorî tama wan, hin jê li gorî herêm, cî û bajarên wan, hin jê li gorî gihandina wan, hin jê li gorî teşeyên wan hatine binavkirin. Ji ber vê jî dema ku cureyên tirî bêne gotin bi awayekî bi tenê nîn e. Wekî mînak: Tirê qore (li herêma Mukriyanê): Tirîyekî şîn e, hinek hûr e û bê dendik e. Tirê rêwîle (Li herêma Şarezorê): Tirîyekî reş e, hûr û bejî ye. Qizler: Navê du gundên Kurdistanê ye. Yek jê gundekê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye; yê din gundekê girêdayî navçe Hewengê ya girêdayî Rihayê ye. Di heman demê de navê cureyek tirî jî tê zanîn. Îhtîmal e ku tirîyê li wan gundan tê gihandin bi navê wî gundî tê binavkirin. Tirîyê reş: Ji ber rengê wê ev nav lê hatîye kirin. Tirîyê şûşe; ji ber ku wekî şûşe ye bi wî awayê hatîye binavkirin.
Peyvên nêzî peyva tirî:
Tirh: Lema mêweyan, terh; tirhik: Terha nû, serê lemê, qîbara teze; tirih: tirî, tirh: tûrî, şivên ku ji koka mêwa rezan dertên û ji bo xurtbûna kokê tên jêkirin; tirhik: tirha biçûk ku ji koka mêwan çêdibe. Di ferhenga Gîw Mukrîyanî ya bi navê Kurdistan de wiha vedibêje: Tirh (bak.), like tazekanî daran e. Tirihan (bak.); parawbûn, palêwran, lêwrêjbûn. Tirhandin (bak.); palawtin, parawkirdin, lêwrêjkirdin. Bitirhêne: Bipalêwe. Tirhanok (bak.): Paluwêne. Tirhe (bak.): Helqurînciraw, giraw.
Her wiha pêkan e ku peyva “tirî” pêwendîdarê “tilî”ya mirov be jî. Ji ber ku “terh, tirh”, “tirî”, “tilî” ji alîyê teşeyî ve jî dişibin hev û ev dibe ku yek rayeka din be.
Di Gotinên Pêşîyan û Biwêjên Kurdî de peyva “tirî”:
Methelok/mamik:
Weke encam; li ser van agahîyan mirov dikare bibêje ku di Kurdî û diyalektên Kurdî de ev mêwe bi du navan, wekî “tirî” û “engur” tê binavkirin. Herdu peyv li her herêm û alîyên Kurdistanê bi awayên cuda cuda lê nêzî hev têne bilêvkirin. Ev herdu peyv ji alîyê etîmolojî (peyvnasî)ya Kurdî ve bi vî awayî ne:
“Tirî”: Rayeka xwe ji “tirh”, “terh”, “tirih” digire. Wateya vê peyvê “nîhal”, “şaxa nû ya mêwê û nebatên din yên wekî hilûtirşk û yên din” e. Ango peyva “tirî” ya ku îro tê bikaranîn xwedî bingeheke etîmolojîk e û kevn e. Peyva “tirih” veguherîye “tir-ih”, “tirî” an jî “tirê”.
“Engur”: Rayeka xwe ji “heng” û “wer”, “ger”, “gur” digire. Heng di hin diyalektên Kurdî de tê wateya “moz”, “mêş”a hinguv. Wer: paşgîn e û di wateya “hatina bi alîyê wî/ê/wan ve” ye. Ger: paşgîn e û di wateya “tevgera ji bo armancek, ji bo lêhatinek” de ye. Gur: di wateya “piranî, zêdahî, girseyî” de ye. Peyva “engur” ji “heng-ger”, “heng-wer”, “heng-gur”, veguherîye “hengur”, “engur”ê.
Her du peyvên “tirî” û “engur” pêwendîdarê peyvên wekî “tirh, mêw, rez, gûşî, weşî, gurnî” ne.
“Mêw”: Dar an jî nebata ku tirî jê çêdibe.
“Rez”: Herêm an jî ciyê ku darên mêwê li wê digihîjin, baxçeyê mêwan.
“Gûşî/gweşî/gurnî”: Şaxa ku mêweya tirî bi komî pê ve ye, an jî pê ve digihê.
Di vir de wekî encam du tişt dertên meydanê;
Çavkanî:
Nivîsén tékildar