logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Îklîm û Çandinî Çemên Kurdistan Çiyayên Kurdistan Bajarên Kurdistan Sînorên Kurdistan Erdnîgariya Dîrokî
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Navên Cihên Gundê Sarîcek, Navçeya Gêl (Egil), Amed

Nivîskar: Eyyup Bîngol

Navên Cihên Gundê Sarîcek, Navçeya Gêl (Egil), Amed

Gundê Sarîcek/Sarica, ku li herêma kevnar a Têrkanê di nav sînorên navçeya Gêl a Amed de ye, wargehek girîng e ku nasnameya xwe di seranserê dîrokê de parastîye û bîra xwe ya çandî ji nifşekî veguhestîye nifşekî din. Gundîyan bi erdên ku lê dijîn girêdanek xurt ava kirine, zevî, rez, baxçeyên ku bi sedsalan çandine û çêregehên hevpar bi zimanê xwe nav lê kirine.

Ev navlêkirin ne tenê nîşanek erdnîgarî ye; ew di heman demê de nîşanek bîranîn, aîdiyet û bîra hevpar e. Her zevî, her perçeyek erd, her kanîyek û her çêregeh bi Kurmancî, zimanê gundîyan hatine binavkirin û ji nifşekî bo nifşekî din veguhestine. Vê yekê hem berdewamîya têkilîya bi xwezayê re û hem jî nasnameya çandî bi xwe re anîye.

Ev navên cihê ku îro li gundê Sarîcek têne bikaranîn ne tenê nîşanên erdnîgarî ne; her wiha dîroka gund, pirrengîya çandî û pabendbûna xelkê ji bo parastina şêwaza jiyan û zimanê xwe nîşan didin. Ev navên ku ji hêla ferhenga dewlemend a zimanê Kurdî yê Kurmancî ve şikil stendine, şahidîyên zindî ne yê ku girêdana gundiyan bi erd, av, xweza û rabirdûyê re temsîl dikin.

Navên Kurmancî bi Rêza Alfabetîk:

  • BÎRA ARÊ ZÎPIKÊ
  • BÎRA ÊMER
  • BÎRA MUKÊ
  • BÎRA QASA
  • BÎRA QILÎÇA
  • BÎRA TIRKA
  • CARÊ KAMPÊ
  • CÂRÊ ÎSA
  • CÂRÊ QOÇIRMÊ
  • ÇAYÎRÊ
  • ÇEHLA ÊRDÊ DEWRÊŞ
  • ÇEM
  • DEHLÊ
  • ÊRDÊ EHME
  • ÊRDÊ MEZÊN
  • ÊWAZE
  • GIRÊ CIMÊ
  • GOLA ÊYŞÊ
  • GOLA KOSE
  • GURA XENZÎRA
  • HOZANA
  • KANÎYA ÊVDÎKÊ
  • KANÎYA GENÎ
  • KANÎYA KÛPÊK
  • KANÎYA MALA AXÊ
  • KANÎYA MENDÊ
  • KANÎYA QADO
  • KANÎYA TA
  • KANÎYA YASÎN
  • KANÎYA ZELO
  • KANÎYA ÛSÊP
  • KARÊLÎYE
  • KARÊYŞÊ
  • KERENGO
  • KORTÊ ZÊLA
  • MÊRGA DÛMÊ
  • MÊRGA EYYIB
  • NÊRGIZÎYE
  • NEWALA GURA
  • PIŞTA GIVÎJA
  • SEHA GIRIK
  • SEHBE
  • SENCAQÊ
  • ŞELÊ ÊDO
  • ŞIŞTÊ
  • ŞUTEHZÎ
  • TILÊ MIHÊ
  • TIRBÎKÊ
  • TOREQO
  • XOZGELDÎN
  • XÊRATÊ
  • ZOLÊ LOBO

 

 

ÇAVKANÎ

https://candname.com/tr/?p=24099

Not-- Wergera ji Tirkî: Koma Berhevkarîyê ya Ansikloedîya Kurdistanê

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Dîroka Keleh û Sûrên Amedê

Amed, wekî bajar xwedî dîrokeke bi qasî 8000 salan e û ji berê de bûye jîngeha mirovan. Jiyan li vî bajarî, ji roja ava bûye û heta îro, bênavber berdewam kiriye. Keleha Amedê mînaka herî baş a kelehên Kurdistanê ye. Keleha Amedê li ser rojhilatê platoya bazalt ya ku ji Çiyayê Qerejdaxê heta Çemê Dîcleyê dirêj dibe, cî digire. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê tê texmînkirin ku di salên 3000î yên Beriya Îsa de cara yekem di serdema Hûrî-Mîtaniyan de hatiye avakirin...


Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)

Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.


Girê Qereqûş

Girê Qereqûş, li ser riya Çiyayê Bêlî (Nemrût) cih digire, cureyekî goristan e. Ev goristana taybet ku mirov dikare wê bi şêwaza “meqber” jî bi nav bike, di serdema şaristaniya Komageneyê de, ji hêla keyê Împaratoriya Komageneyê ve hatiye avakirin. Girê ku 10 kîlometre dûr, li bakurê navçeya Gexteyê dikeve ji birek tirbên jinên binemala keyên Komageneyê pêk tê.