logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
DÎROK/HERODOTOS(pirtûk-PDF)

Nivîskar: Eslîxan Yildirim

PÊŞGOTINA PIRTÛKA DÎROK/HERODOTOS

Ev berhem berî salên 430î yê Berî Zayînê ji alîyê Herodotosê Karyayî ve hatîye nivîsandin û cara ewil e wergera wê ya Kurdî-Kurmancî tê çapkirin. Ev pirtûk herî zêde behsa pêşîyên me Kurdan, welatê me û derdorê dike. Wek Weşanxaneya Azad, em bi pirayî li ser berhemên kevn yê di derbarê Kurdan de disekinin. Esas dema min Weşanxaneya Azad di 2012an de damezirand, yek ji pirtûkên ku em difikirîn di merheleya ewil de wergera wê bikin û çap bikin ev pirtûk bû, lê derfet îro rê dan me. Di gel ku pir bi derengî jî ket, va em gihiştin armanca xwe û ev berhema bêhempa li pirtûkxaneya Kurdî zêde bû.

Pêşî li Başûr li Herêma Federe ya Kurdistan wergera ji Yûnanî bo Soranî ya Elî Fethî hatibû çapkirin. Min ji Zîya Avci rice kir û wî jî ji Soranî wergerî Kurmancî kir, em gelekî spasî Ziya Avci dikin. Di wergerê de ji ya Tirkî jî sûd wergirtîye ya ji alîyê Muntekîm Okmen ve hatîye wergerandin û piştî liberhevxistina bi ya Yûnanî re ji alîyê Azra Erhat ve, bi navê ‘Herodot Tarihi’ di sala 1973yan de hatîye çapkirin. Danheva Îyonî ya ji alîyê Dietsch di sala 1850yî de, ji alîyê Henri Berguin ve wergerî Frensizî bûye, ya bi Tirkî jî ji ve hatîye wergerandin. Piraya têbinîyan ji wergera Tirkî hatîye wergirtin, hin jê jî min lê zêde kirine. Hin jêrenot, li gor dema wan û pêşketinên lêkolînên salên dawî, li gor fikara ku dibe qels yan ne rast bin, me hinek ji wan dananî. Di hundirê pirtûkan bixwe de ya wergerên din sernav tunene, tenê navên pirtûka hene; lê di ya Tirkî de di navberan de hin sernav hebûn, me jî ew danîn, ji ber ku bi çavgerandinekê jî hebekî ronîyê dide mijaran.

Piştî Zîya Avci werger ji min re şand min di ber çavan re derbas kir, min biryar da ku ez wextekî fireh jê re veqetînim û heya ji me bê em wê baş çap bikin. Min wergera Kurmancî ya ku Zîya Avci şand, ya Îngîlîzî ku George Rawlinson wergerandîye û bi navê “The Histories” di sala 2013an de hatîye çapkirin û ya Tirkî dane ber hev. Dema ez di cihnan de dialiqîm min hin werger û berhemên din yê pêwendîdar jî di ber çavan re derbas dikirin. Di ber re min hin bernameyên li ser mijarê jî guhdarî kirin û dawî pirtûk gihişt vê merheleyê. Jixwe bêhijmar berhem, fîlm û gotar li ser vê berhem û mijarên wê hene, helbet min tenê li yên ku min ji zimanê wan fêm dikirin yê ber destan nerî. Ji ber ku pirtûkek pir kevn e û tê de gelek nav, bûyer û mijar hene, ewqas derfetên teknîkî li ber destan tunebûya, belkî min ceger nekira ez vê xebatê bikin; lê ji ber ku di derbarê her nav, erdnîgarî, berhem û mijarên pêwendîdar de min dikarîbû lêpirsînê di ser înternetê re bikira, xwe bigihanda gelek çavkanîya, min karîbû vê xebatê biqedînim. Hema hema çi nav û bûyerên derbas dibûn, bi serê xwe min lêpirsîn li ser wan dikirin. Di vê derbarê de bi dehan dosya û nivîs berhev bûn. Wekî din, ji bo herikbarîya vegotina Kurdî jî ez bi baldarî pê daketim û bi vî awayî zêdeyî salekê ez li ser xebitîm.

Wergerên bi vî awayî û ji bo mirov hakimî mijarê be bingehên xurt jê re divê, ji ber ku ev pirtûk derdora du hezar û pêncsed sal berî niha hatîye nivîsandin. Hem ji ber kevnbûna nivîsê, hem ji ber mijarên wê yê berfireh, hem bi pirsgirêkên wergerên ku berê hatine kirin, gerek mirov bi salan li ser bixebitîya, di derbarê de lêkolînên berfireh bikira û çend berhemên wan heyaman yê nivîskarên cuda bi baldarî bixwenda. Helbet ya herî rast ku mirov zimanê wê yê orjînal(ku Îyonî ye tê gotin) hebekî jî be zanibe û ji ya Yûnanî bixwe wergera wê bike. Lê ji ber valahîya xebatên Kurdî yê di vî warî de, me jî bi qasî taqeta xwe gaveke biçûk avêt û bi vî awayî çapa ewil derxist. Di vê werger û vegotinên me de bêguman wê kêmanî û xelitî hebin, kesê pêwendîdar li vê xebatê weke wergera ewil ya Kurmancî û xebateke bi derfetên qels pêk hatîye binerin wê baş be.

Hin rexneyên biçûk hebin jî, ev berhemeke bêhempa ye. Herodotos li gelek welat û bajarên cîhanê geryaye, gelek tişt, cih û war dîtine, li gelek kesan guhdar kirîye û tevde li ber me raxistîne. Ew ji Anatolyayê heta Rojhilata Nêzîk, ji Misirê heta Hîndîstanê, ji Bakurê Afrîkayê heta Efxenistanê, ji serî heta dawîyê li welatê Med û Farisan hemû agahîyên kevn û nû berhev dike û kevneşopî, bazirganî, siyaset, erdnîgarî û çanda wê tomar dike. Li gor şertê wê heyamê ev serkeftinên mezin in. Heke ev xebat di dest me de tuneba, di fêmkirina dîrok û sosyolojîya wan deman de em ê gelekî qels bimana.

Yên di derbarê dîrokê de lêkolînan dikin, dibînin ku heya ji dagirkerên Kurdistan tê navê weke Mîtannî, Med, Medîa, Kurd û Kurdistan derbas nakin, geh dibêjin Anatolya, geh dibêjin Mezopotamya, yan Sûrî… Ji ber vê di wergerên pirtûkên kevin de gelek pirsgirêk hene. Di serî de Rojavayî û yê Kurdistan di nav xwe de payê kirine, wek welatê wan nirxên Kurdan jî li hev payê kirine, dîroka wan çewt kirine û dinya tevde xapandine, ne li rastîyê û ne li zanistîyê sekinîne; bi milyonan berhem li ser vê xelitîyê hatine afirandin. Loma bêyî ku mirov hay ji xwe hebe, carna em nivîskarên Kurdan bixwe dikevin vê çerxa ku demeke dirêj e digere. Ji bo em hebekî xwe ji vê pergalê bi dûr bixin, li ser bingeha ku ev bist û çar sal in ez lêkolînê li ser dîroka Kurdistan û derdora wê dikim, ez dixwazim balê bikşînim ser çend mijaran.

Xebata Herodotos ji neh pirtûkan pêk tê, di hin çavkanîyan de derbas dibe ku di sedsala 2yemîn ya B. Z. de, zanayên Îskenderîye xebat kirine neh pirtûk û navê neh perîyên îlhamê li wan kirine. Pirsa, gelo çi guhertin û lêzêdekirin an kemkirin yên din tê de hatine kirin tê hişê mirov. Îhtîmal e, li gora demê û rewşa ku heye pêlîstin tê de çêbûbe. Sedsala 2yemîn ya B. Z. yanî dema ev pirtûk li Îskenderîyeyê hatîye danhev û tesnîfkirin, dema piştî Îskenderê Makedonı ye, herêm bi pirayî di destê fermandarê wî de ne; ew wesifdana zêde ya Yûnanîyan û xwestina kêmxistina Med û Persan, dibe ku bi pêlîstinên wê demê zêde bûbe. Lê piştre jî wê guhertin tê de hatibin kirin, ev vegotina ber bi tekûzîyê ve ya metna ku niha di destê me de ye, li gora dema xwe zehmet e. Gelo di kopîkirin û wergerên pêşî de çiqasî sadiqî orjînalê mane? Min di notekê de dît, nivîsîbû ku 46 destnivîsê wê hebûn û ji nav wan tenê 3 heb hatin hilbijartin û li gora wan hate nivîsandin. Nivîs û zimanek pir kevn, materyalên ku bi dest ketine çiqasî tehrîb bûne, ev tev ji hin pêlîstinan re zemînê hazir dikin. Wek ku tê zanîn carna herfek, yan işaretek wateya gotin yan hevokê dikare biguherîne; ji ber van gerek em pir bi baldarî nêzîkî xebatên bi vî rengî bibin.

Ji bilî destnivîsan, cara ewil di sala 1570yî de di metbeeyê de hatîye çapkirin, yek ji vê çapê li Tirkîyê di Pirtûkxaneya Berhemên Kêmpeyde ya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgarîyê ya Zanîngeha Enqereyê ye. Yanî kêm-zêde berî metbee bê Dewleta Osmanî bi dused salî hatîye çapkirin. Hewce ye mirov ew çap û yê din li ber hev bixe.

Di gel gelek pirsê di serê me de, bêguman ev pirtûk bêemsal e. Axilbe ji bo Kurdan jî berhemeke pir hêja ye, em karin bêjin ku pirtûka herî kevn ya dîroka bapîrên Kurdan ev pirtûk e. Di hin pirtûkên berî wê de hebek vegotin hebin jî ne bi qasî vê bi kitekit in. Dibe ku hin berhem veşirtî mabin, em nizanin. Ji ber ku ji sedsalên 18 û 19an ve Rojavayî dest bi danheva berhemên li herêmê kirine, çi bermayîyên arkeolojîk û çi destnivîs bin. Helbet yê di êrîşên hovane yên ji alîyê yê weke Îskender û Mongolan de hatin şewitandin û tunekirin, windahîyên pir mezin in, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevaya insanetîyê. Di ber re jî yên bi zor ji dest hev birine jî hene, wek pirtûkxaneya dewlemend ya Mîr Evdal Xanê Bedlîsî ku Dewleta Osmanî berteref kirîye. Îro jî axilbe ji bo berhemên kevin yê pir hêja yê di derbarê Kurdan de xuya nekin di pirtûkxaneyên fermî de yan veşirtî dimînin, yan jî bi navên cuda têne xuyakirin. Loma hêvî heye ku em rojekê bi ser hin berhemên din vebin. Ji ber ku di berhemên sedsalên dawî de gelek çewtkirin hene, xebatên kevin ji me re pir girîng in.

Di vê berhemê de mijar bi pirayî li ser şerên Med-Pers û bajardewletên rojavayê Anatolyayê û Helenan in. Ji alîyekî ve jî ev pirtûk bûye yek ji binhega îdeolojîyên Rojavayîyan, em ê li jêr hebekî behs bikin. Di serî de em li ser navan bisekinin. Em ji bo Helenan navê Yûnan bi kar tînin, bi gelemperî li dinyayê ji wan re Helen û ji welatê wan re Hellas tê gotin, yan jî Grek(Greece) tê bikaranîn. Wek ku tê zanîn, bi demê re wateya hin gotinan tê guhertin. Yûnan ji gotina Îon-Îyon derketîye, Îyon herêmeke rojavayê Anatolyayê ye, xelkê wê Îyonî bi pirayî xelkên Anatolya yê qiraxên Behra Egeyê ne; Helenî xelkên alîyê din yanî rojavayê Behra Egeyê ne. Îro jî navê ku em dibêjin Dewleta Yûnanistan, di fermîyetê de Cûmhûrîyeta Helen e. Loma ji wan re bikaranîna Yûnan û Yûnanistan çiqasî rast e, cihê nîqaşê ye. Ev navdan kîjan demê derketine û ji bo xelkên kîjan herêman hatîne bikaranîn, mijarek bi serê xwe ye; bêyî em têkevin nav vê gelşê, bi pirayî ji bo xelkê li erdê ku îro weke Cûmhûrîyeta Helen tê binavkirin em Yûnanîstan û ji bo xelkê wê jî navê Yûnanî bi kar tînin. Di vegotinên dîrokê de ev cure pirsgirêk ji bo gelek millet û welatan heye, gerek em hay ji van jî hebin.

Di pirtûkê de gelek navên cuda hene, hema hema hemû werger hin ji wan li gora zimanê xwe û çanda xwe guhertine, hin jê jî weke hev mane. Ji bo mînak, di wergera Îngîlîzî de Jupîter, di ya Tirkî de bûye Zeûs. Cihên di ya Tirkî de Yûnanî derbas dibûn, hin jê di ya Îngilîzî de wek Greece(Grek) derbas dibe. Di ya Tirkî de li şûna Persan carna Îran derbas dibe, gelo ev çiqas rast e, yê bixwînin gelo wê ne Îrana îro bê hişê wan? Esas navê berê Aryan e û herêmeke berfirehtir e. Di vî warî de jî gelek pirsgirêk hene. Bi gelemperî di lîteratura dinyayê de gelek navên di vê pirtûkê de bi şiklê nivîsandina bi Îngilîzî rûniştîye. Me dest neda gelek ji wan, lê hin nav û cihên bapîrên Kurdan ku hîn jî hin ji wan di nav civata Kurdan de hene, me li gora Kurdî nivîsîn.

Di pirtûkê de beşên bi serê xwe yê di derbarê Medan de hene, Med bav û kalen Kurdan in, em li ser heman welatî dijîn, çand û dîrokek ku bi berdewamî tê jiyandin pir zelal li ber çavan e. Navê miletan bi demê re têne guhertin, lê piraya xelkê heman xelk e; ew xelk li welatê xwe û bi heman zimanî jiyana xwe berdewam dikin. Helbet bi demê re hemû ziman xwe nû dikin, têne guhertin û ber bi pêş ve diçin. Weke mînak heya sedsala 11-12an carna navê zimanê Med, Kurdî û Pehlewî di şûna hev de dihat bikaranîn, ev tevde bingehên zimanê Kurdî ya îro ne. Jixwe gelek dîrokzanên navdar bi gelek tespîtan anîne ziman ku Med bapîrên Kurdan in. Wek ku Herodotos jî îfade kirîye, Medî wek xelkê Arî-Esîl hatine binavkirin; Arî, Arîanayî, asalet li gor dûrbûna ji xeleka Medan şikil distend, yanî xeleka nêzîk ji ya dûr esîltir bû. Navê Medan û welatê wan li gor zimanê cuda bi awayê cuda têne bikaranîn, weke Mada, Medaî, Med, Medya, Medîan, Medes. Bingeha gotinên bajarvanîyê, weke Medîan(bi Erebî Medîne) ji navê wan tê. Di Îngilîzî de ji dermanan re Medicine tê gotin, ew jî ji navê Medîya tê. Şiklê birêvebirina dewleta wan bûye mînak ji yê bi dû wan re. Bi kinayî Med bi gelek awayî bandor li pêşketina insanetîyê kirine.

Hûn ê di pirtûkê de bibînin, Herodotos behsa revandina keça hikumdarê Kolhîsê Medeîa(Medîya) dike, dibêje, tê gotin ku Helen ya şerê Troya li ser derket, di ber revandina Medîya de hatîye revandin. Di warê rehetkirina nexweşa û dermanan de Medîya xwedî naveke taybet e, di derbarê de gelek efsane, mîtolojî hene. Mîrekîya Kolhîsê li qiraxên rojhilatê Behra Reş e. Yanî erdnîgarîya bapîrên Kurdan heya Behra Reş bû. (Jixwe bi sedan sal dûra jî Kurdan li bakur û rojhilatê wir, li Kafkasyayê gelek dewlet ava kirine.) Bi vî awayî xuyaye navê Medan hîn di sedsala 12an ya B. Z. de heye; di belgeyên Asûrîyan de jî di sedsala 9an yê B. Z. de behsa wan derbas dibe.

Di dîroka Kurdan de Dewleta Medan xwedî cihekî taybet e. Di vê pirtûkê de, behsa dema avakirina Dewleta Medan heye, di gelek cihan de hikumdarên Persî jî weke hikumdarên Medan derbas dibin û dide xuyakirin ku di împaratorîyê de gelek payebilind ji Medan hene. Weke mînak bi berfirehî behsa serfermandarê artêşê Arpagosê Medî dike, dema bi Lîdyayîyan re şer kirin çawa herêma heya bi behra Egeyê xistîye bin hukmê împaratorîye…

Berî her tiştî, dema ev berhem bê xwendin hewce ye mirov ji sînor û dinyaya îro dûr bikeve, hebekî mirov bala xwe bide wê demê û kêm-zêde li gor rewşa ku hebû nirxandinan bike. Di gelek cihan de dema Dewleta Pers, eskerên Persan derbas dibe helbet tevde ne Pers in, di hundirê Împaratorîya Med û Persan de gelek millet hene, divê ev di bîra mirov de bin. Mirov rabe li gor netewdewletîya ku dused salê dawî derketîye holê li bûyer û xelkê wê demê binêre, wê ne rast be. Ji ber ku sedsala dawî hin qalibên çewt rûniştine û gelek mijar bi çavê netewdewletîyê tên nirxandin, pir xelitî çêbûne. Berê dewlet ne bi navê neteweyekî dihatin damezirandin, heyamên berê bapîrên Kurdan li erdek berfirehtir bela bûne, carna Kurdan di heman demê de gelek dewlet ava kirine û bi pirayî ev dewlet bi navê bavik yan eşîrê serdest dihatin binavkirin. Vê heyama ku Herodotos behs dike Med ji Pakistan, Afganîstan û Xorasanê heya bi Yûnanîstanê belav bûne. Di pirtûka Kurdgalnamekê ya Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç de jî tê dîyarkirin(me di sala 2019an de çap kirîye) ku Med Kurd in, Belûcî jî beşek ji Kurdan in û Medan weke pêşîyê xwe dibînin; îro di sînorên Pakîstan, Efganîstan û Îranê de dijîn. Împaratorîya Medan di dema rêveberîya Persan de wê di dinyayê de bibe împaratorîya ku yekemîn car bûye xwedî ewqas erdê berfireh û hikum li sê parzemînan kirîye.

Herodotos di pirtûka 1emîn de ji beşa 96, heya 103yan behsa avakirina Dewleta Medan û hikumdarên wan dike, dibêje; 6 hozên Medan gihiştine hev û wan bixwe hikumdarê xwe hilbijartine, ne bi darê zorê, ne bi şer. Hevoka di vê derbarê de wiha derbas dibe: “Dema ku em ê kê hilbijêrin derket holê, herkesî Dîyako pêşnîyaz kir, wesfê wî dan û derxistin asîmanan, hemûyan li hev kirin ku ew bibe hukumdarê wan...” Wekî din behsa adaleta Dîyako dike û dibêje; hakimtî dikir, xelk ji heq û hiqûqa wî dilxweş bûn, navê wî li her derê bela bû, piştî Dewleta Medan hate avekirin bajarek bi navê Ekbatan(Hemedan) ji nû ve ava kirin û bi heft sûran rapêçan. Di cihekî de jî derbas dibe ku Dîyako gotîye; gilîyên xwe bi nivîskî dîyar bikin, loma xelk pirsgirêkên xwe bi nivîskî didan serayê û piştî wî hikum dida li wan vedigerand. Bi vî awayî em fêm dikin ku di civatê de nivîs di karê rojane de jî tê bikaranîn. Ji van çend hevokan bixwe, mirov kare di derheqê rewşa wê civatê de gelek tiştan fêm bike. Heq û edalet, bihevrebûn û yekîtîyeke bi dilxwazî û nivîs; ev tevde di wê demê de nirxên giranbuha ne, nîşaneyên şaristanîyê ne. Loma Dewleta Medan pir berfireh bûye û karîbû Dewleta Asûrîyan ya hov têk bibe. Hikumdarên Medî dewlet veguherandine îmaratorîyê, lê di sala 549an de, bi xayîntîya hin rêveberên Medan, di xanedanîyê de guhertinek çêdibe û împaratorî dikeve destê Kîrosê Persî, torinê hikumdarê Medan Astîyag yê ji keça wî Banû Mandane. Piştî hin pirsgirêkan, ji bo destpêka dema Daryûsê 1emîn, Herodotos behsa niqaşa rêberên xuyayî ya li ser şiklê hikûmetê dike, li ser monarşî, olîgarşî û demokrasîyê fikarên xwe dibêjin. Îro gelek zanyar vêna weke destpêka hebûna demokrasîyê dinirxînin.

Di gel ku di rêveberîyê de gelek Medî hebûn û gelek salan weke împaratorîya Med û Persan dihat naskirin, bi demê re di împaratorîyê de Pers xwe wek xelkê sereke dan pêş. Helbûkî Medan ew li gora xwe kêm didîtin. Pers li rojhilatê qiraxa Kendava Besrayê li herêmek biçûk dijîyan mirov kare bêje bi qasî yek ji wan hozên Medan bûn, yanî Persî pir hindik in li gorî Medan, lê îca li ser mîrasa Medan rûniştin, weke wan li xwe kirin û tevgerîyan û li erdek ewqas berfireh ku nikarîbûn xeyal bikin hikum kirin. Med û Pers xal û xwarzê ne, gelekî di nav hev de ne, di dîroka heya sedsala 20an de gelek caran navê dewletê û desthilatî di nav hin malbat û şeqsan de hatibe guhertin jî her xelk bihevre, di nav hev de bûn; loma dîroka wan jî pir di nav hev de ye. Lê axilbe sedsala dawî li Îranê jî nasnameya Persîtîyê derxistine pêş û her qirkirina Kurdan berdewam dike; loma Dewleta Îranê jî, weke dewletên din yê Kurdistan di nav xwe de payê kirine, îro xwedî gelek pirsgirêk e.

Di gelek çavkanîyan de derbas dibe, Persî hem di pergala dewletê de, hem di lixwekirin û rabûn û rûniştinê de weke Medan tev digerin. Herodotos jî gelek caran di Împaratorîya Persan de cihê Medan ya taybet îfade kirîye. Di kitêba 7an xala 116an de jî dibêje ku dema Xerxes derbasî Yunanistanê dibe, cubeyên Medan wek dîyarî dane mezinên ku pê re bûne alîkar, ev jî tê wê wateyê ku çanda serdest hîn jî ya Medan e.

Ji bo dîroka Kurdan mifteyên girîng di vê pirtûkê de hene. Çavkanîya ewil ya ji bo Bexçeyên Hilawistî yên Babîlê ye, yê ji bo Keça Keyayê Medan Keyxusrew û Keybanûya Babîlîyan Amîtîs hatibû çêkirin, heman demê ji bo Yekîneyên Nemiran yê ji deh hezar kesên Med û Persan pêk dihatin yê zilamên herî jêhatî ku li dora hikumdarê Persan bûn û tu carî kêm nedibûn(ji ber ku dema tiştek bi yekî ji wan dihat kesek din dikete şuna wan). Behsa jinên şerker yê bi navê Amazonan dike, li gor agahîyên ku di derbarê welatê wan de didin, ew û keça hikumdarê Kolhîsê ya bi navê Medeîa(Medîya) ya ku li jor behsa revandina wê derbas bû pir nêzîkî hev in, dibe ku di hundirê têkilîyê de bin. Hewce ye em li ser banû Medîya lêkolîneke baş bikin, hin agahîyên di derbarê de û film hene; bi çavê hemwelatîyên wê gelo tu xebat hene ez nizanim.

Ji alîyekî ve jî, dema mirov vê pirtûkê bixwîne, sebebê wê çi dibe bela bibe, gerek em ji bîr nekin ku ev ne berhemeke bêteref e; hûn ê bibînin ku hertim ji alîyê Pers û Medan re barbar tê gotin, lê dema behsa Grekî, Helenî û hin xelkên din yê li dij Med-Persan derdikevin tê kirin, bi pirayî bi coş behsa mêranî û wesifdana tebîetê wan dike. Çawa îro ji bo milletekî hin kes weke leheng û pir hêja têne dîtin lê ew ji alîyê dijmin ve weke eşqîya, terorîst tên îfadekirin, di gelek xebatên pêwendîdar yê hin din de jî heman rewş tên dîtin. Wek ku li jor me behs kir, dibe ku dema piştî bi çend sed salan di dema Helenan de li Îskenderîyê destê ku ewil li ser vê pirtûkê xebitîne, li gor hewa demê hin guhertin tê de kiribin. Wekî din, li gor hin zanayên mijarê, tê gotin ku gotina barbar ne bi wateya îro dihat bikaranîn, ji bo xelkê xerîb yê ne bi zimanê wan diaxivîn ev dihat gotin. Xaleke din jî mumkun e; tê gotin ku Herodotos ji ber hin pirsgirêkan ji welatê xwe çûye, wê demê welatê wî Karya û derdor tevde di bin hukmê Persan de bû, dibe ku acizîya wî ji wan çêbûbe; li Atîna jî pir maye, belkî ji bo nav xwe û wan xera neke bi başî behsa wan kirîye, yan jî nikarîbû li dij wan tiştekî bêje. Em mînakên van rewşa, heya roja me jî bi insanan re dibînin. Ev tenê çend îhtîmal in.

Di vê pirtûkê de bûyerek li ser Hikumdarê Medan Astîyages heye ya ku hineka gotîye, lawê Harpagos kuştîye û goştê wî daye bavê wî. Dîrokzan, nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç dibêje, ev mesele derew e, çend nivîskarên din yê behsa Astîyag bi qencî dikin dide xuyakirin û dibêje ew qet behsa vê mijarê nakin.

Helbet pirtûk tevde ne bi vî şiklî ye, di hin cihan de wesfê Med, Pers, Misrî û hin xelkê din jî hene. Dibêje Yûnanî ji Fenîkeyîyan fêrî nivîsê bûne. Çanda Misrîyan jî xwedî bingeheke kûr û xurt dide xuyakirin û dibêje gelek bandor li Yûnanîyan kirine, dibêje Yûnanîyan îlahên Misrîyan ji xwe re birine, hin orf û adetên wan stendine. Yanî Herodotos dibêje, medenîyet ji van deran û bakurê Efrîqayê çûye Yûnanîstanê. Îonîyan, Helenîyan gelek îlahên Hurrî - Mîtannî, Hîtîtî û xelkê din yê Anatolyayê jî girtine, li gora xwe navên nû li hin ji wan kirine. Piştre wê ev rewş derbasî Romayîyan jî bibe; weke mînak, wê ji Zeûs re Jupîter, ji Hereyê re Jûno bêjin û bi vî awayî temamê îlahên Yûnanistanê, yanî yê Anatolîyê û Misrê qebûl bikin.

Wek ku Herodotos bixwe dibêje, tiştê bihîstine nivîsîye û nirxandinên li gora xwe jî kirine; dibe ku yên Herodotos bi wan re axivîye hin xelitî kiribin, yan kêmkirin û zêdekirin tê de hebin. Wek ku tê zanîn bîranînên insanan bi demê re û li gor rewşa ku heye têne guhertin, şiklên nû distînin, yan hin tişt tên jibîrkirin. Loma şik ji mirov re çêdibe û em pirsan ji xwe dikin; gelo çiqas jê rast in, çiqas na? Ji bo tiştên nivîsîne, gelo hin çavkanî di dest de hebûn, yan na?

Gelek berhem di derbarê Herodotos û Dîroka wî de hatine nivîsandin, yê rexne kirine hene. Hin lêkolînvan bi berhemin din hin dîrok û bûyer li ber hev xistine, vegotinên ji bo erdnîgarîyan vekolane û bi peydabûna hin belgeyên nû re hin xelitî derxistine holê. Weke mînak di jêrenotekê de wiha hatibû nivîsandin: Zanyarîyên Herodotos dide, çiqas nêzîkî dema wî dibin hê zêdetir bawerîyê didin, lîsteya hikumdarên Misrê ji Psammetîkos şûnve rast in… Ev jî li gor derfetên demê normal in. Hin caran jî behsa efsaneyan, mîtolojîyan kirîye. Hin bûyer hene ku zehmet e mirov ji wan yeqîn bike. Vegotina vê pirtûkê pir dewlemend e, ji vê pirtûkê dikare bi dehan, bi sedan film û roman, tezên lêkolînan derkevin. Jixwe di dinyaya Rojava de xebatên bi vî awayî zêde ne, lê di piraya wan de jî terefgirî ji ya vê berhemê zêdetir e, pêdivî bi vekolînên nuh yê bi nerînek bêteref û zanistî heye.

Hin mubalexe jî hene, herkes dikare tê derxîne ku ne rast in, weke mînak; hijmara eskerên Med û Persan yê digrin ser Yûnanistanê zêdeyî pênc milyon insan dide xuyakirin, îmkana ku ev hijmar rast be tune ye. Dema mirov bi nifûsa heyamê re li ber hev dixe, rêya ewqas dûr dide ber çavan û xwedîkirina ewqas insan difikire, kêm zêde reqemek maqûl mirov kare bêje, lê ya muhîm ku ev reqema hatîye dan pir pir zêde ye. Li ser sebeba wê hin fikar hene, ya herî li pêş ew e ku, ji bo bê gotin; “Qeweta li hemberî Helenîyan ewqas zêde bû, loma têk çûn.”

Gotina barbar ji bo Med-Persan çiqasî di cih de ye gelo, em li ser hin mijarên din jî bisekinin belkî xelitî cihê xwe ji rastîyê re bihêlin. Sedsalên dawî hin Rojavayî jî gelek nirxên pêşketî dikin malê nifûseke biçûk yê ji alîyê Yûnanistanê ve hatine Anatolyayê. Bingeha medenîyeta Ewrûpayê jî bi Yûnanistanê ve girê didin. Ji ber ku bi dehan salan ev li dibistan û zanîngehan jî hatin xwendin û bi hezaran pirtûk bi vî awayî hatîne nivîsandin, ev mijar bûye pirsgirêkek mezin. Heke em bi çavekî zanistî li dîrokê binerin, wê nerastîya hin şîroveyên li ser dîroka Anatolyayê û Kurdistan baştir bê fêmkirin.

Hîn tu pêjna pêşketinekê li Yûnanistanê nedihat, berî Medan li vê erdnîgarîyê, Hattî-Hîtîtî, Hurrî-Mîtannî weke dewletên bi qewet li herêmê desthilatdar in. Piştî Mîtannîyan, li herêmê em dîsa medenîyetek bi pêşketî ya Ûrartûyîyan dibînin. Hîn berî niha bi 4200 salî heykelkên ji tûncê yê Hattîyan çêkirine, hunereke behempa radixe ber çavan. Ew û Hurrî di nav hev de ne. Li rojava û navenda Anatolyayê, cîranê herêmên di bin hukmê Medan de, dîsa xelkên Hîndûewrûpî weke Lûvîyan(Li gor ku Îbrahîm Xelîl Baran nivîsîye, hîn jî di nav Kurdan de eşîretên bi navê Lûvîyan hene), Arzavayîyan, Lîdyayîyan û gelek xelken din yê bi hezaran salan li wir jiyane û xwedî medenîyeteke li pêş in hene û ev xelkê Anatolyayê bixwe ne; xwedî û nasê hev in, zimanê wan pir nêzîkî hev in. Di arşîva Hîtîtîyan de di derbarê wan û zimanê wan de nivîs hene, di wan de tê xuyakirin bê ev çand tevde çawa di hundirê hev de ne û bandor li hev dikirin. Jeoarkeologê Swîsreyî Eberhard Zangger, li rojavayê Anatolyayê 340 cih û warên xelkê Lûvî tespît kirîye yê aîdî demên B. Z. hezar sala 2yemîn. Lûvî, heya Sûrî û heya bi nav Babîlîyan çûne, xwedî çandeke bi qewet in. Yanî ne bi hatina çend kesên jiderve Anatolya bûye xwedîyê vê çand û medenîyetê, heta piraya caran yên jiderve hatine hov û êrîşkar in, çav berdane dewlemendîya vî erdî û gelek berhemên medenîyetê ku insanên vê herêmê bi ser hev de anîne tarûmar kirine. Mesela Îskenderê Mekadonî tehrîbateke gelekî mezin daye herêmê, Avesta di êrîşê wî de hatine tunekirin, şahbajarê Persepolîsê wî xera kirîye. Persepolîsa ku di dawîya sedsala 6an de di heyama Daryûsê 1emîn de hate avakirin û di dema xwe de mînaka wê tune ye, îro jî mirov li xirbeyên wê di miqabilî hunerên wê de heyran dimîne. Heman demê çêkirina Rêya Keya ji serîkî împaratorîyê heya alîyê din, danûstendin û bazirganî pir bi pêş xistîye. Lê wek ku Îskender medenîyet anîye herêmê dane naskirin. Bajarê Antîk Efesos ku navê wê yê Lûvî Apasas e, li rojavayê Anatolyayê ye, bi kêmanî B. Z. 1400 salî hatîye avakirin. Lê wek ku di heyama Helenan de ew û gelek bajarên rojavayê Anatolyayê hatîne avakirin agahî hatine belakirin. Pisporên mijarê dibêjin ku navên di dawîya wan de os-as hebin, ew bi pirayî Lûvî ne, yan zimanê din yê nêzîkî wê ye. Navên bi vî awayî li rojavayê Anatolyayê pir in.

Elî Şerîetî jî di pirtûka xwe ya bi navê “Medenîyet û Modernizm”ê de dibêje: “Şaristanîya Yûnanîyan ji alîyê Kurdên koçkirine wê derê hatîye avakirin, bi çûna Kurdan a Yûnanîstanê dest pê kirîye.” Berhem û bermayîyên li herêmê ji kolanên arkeolojîk derdikevin jî vêna piştrast dikin. Dîroka Girê Mirazan, Girê Keçel û derdora wê digihe berî niha bi duwazde hezar sal. Dehsalên dawî de baş hatîye fêmkirin ku piştî insan cara ewil li Kurdistan(jê re Heyvika Zêrîn tê gotin) bicîh bû û xwedîbûna bi awayekî baş derket holê nufûs li vir zêde bû, pêşketin çêbûn û pêşî li dora xwe belav bûn, dûra her bi her rêya dûr dane ber xwe û dera çûnê çandinî li wir jî dest pê kir. Li gor vê, hebûna gund û bajarên li herêma Egeyê berî yê li Yûnanistanê ne, ev dide xuyakirin ku cotkarên Anatolya çûne Yûnanistan jî ava kirine. Ji ber ku pir nêzîkî hev in, danûstendina herdu alîyên behra Egeyê her berdewam kirîye, geh bi xweşî geh bi şer. Heyama Herodotos jî jixwe çanda serdest ya alîyê Anatolyayê ye.

Dema ku Dewleta Med berfireh bûye, heya çemê Sor(Halys-Halîs) di bin hukmê Medan de ye. Avahîyên Medîyan heya herêma bajarê li Tirkîyê jê re Yozgat dibêjin hatine dîtin, bêgûman têkilîya wan heya bi qiraxên Behra Egeyê jî hebûn. Di belgeyên Nabûqednezarê 2yemîn de, dema behsa xelkê ku li Babîlê dixebitin rêz dikin, çend navên Lûvî dihejmêrin û dibêjin ev Îyonî ne. Pisporên mijarê, zimanê weke Karyayî, Lîkyayî, Îyonî pir nêzîkî hev dibînin; ev tevde di bin navê Lûvî de tên xuyakirin ku zimanê wan Hîndûewrûpî ne, piraya wan weke zaravayên yek zimanî xuya dikin. Med-Kurd û Yûnanî(Îyonî) jî xwedî û nasê hev in, cîranê hev in, bi xweşî û nexweşî bi hezaran salan di nav hev de jiyane, têkilîya bazirganîyê pir e.

Dûra Persî împaratorî gihandine heya bi Yûnanistanê. Li gor ku Herodotos nivîsîye, hema hema berî hemû êrîşên Med-Persan de pêşî ji rojavayê Anatolyayê gavên xetere hatine avêtin, weke şerê bi Lîdyayîyan re, weke şewitandina Sardesê, weke kuştina şandeyan... Di dema Med û Persan de ji bo dînê xwe bi wan bidin qebûlkirin jî zorî nedane xelkê ku ketine bin hukmê wan de, ew serbest hiştine. hikumkirina wan jî ne bi şiklekî hişk meşandine, mirov li Gundorê Kîrosê Mezin yê ku nivîsê wê wek yekemîn danezana mafên mirovan tê dîtin bi bîr bîne, wê mijar hebekî din ronî bibe. Di wextê wan de li rojavayê Anatolyayê jî gelek pêşketin çêbûne, Felsefevanên navdar yê weke Tales, Anaxîmandros, Anaxîmenes, Herakleîtos, Anaxagoras li Rojavayê Anatolyayê û giravên nêzîkî wê di van deman de gihiştine. Derketina van fîlozofan di vê demê de ne tesaduf e. Rojavayî ew weke Yûnanî dane naskirin û bi pirayî behsa bandora çanda ku bûye bingeh ji wan re nekirine. Li gorî agahîyên ku Dîogenes Laertîos di berhema xwe ya bi navê “Jiyan û Hînkirinên Feylesofên Navdar” de daye, ya ku di sedsala 3yêmîn de nivîsîye, hema bêje tu fîlozofê ku vê heyamê derketine, yê neçûbe Misir û Mezopotamyayê(gelek caran nifşek ji erdnîgarîya Kurdistan bi vî navî tê derbaskirin) tune. Di derbarê Tales yê navdar de tê gotin ku bi gera Mezopotamya û Misrê jiyana wî hate guhertin. Hebûna têkilîyê û bandor lihevkirin ya xwedî û cîranên hev ne tiştekî dûrî aqilan e. Tiştê ecêb ew e ku yê du-sê qat dûrî van deran û tu girêdana zimanê wan bi Hindûewrûpîyê tune, tên xwe dikin xwedîyê van nirxan û xwedî bixwe dikin xerîb. Lê zêde wext bistîne jî ev tevde wê derkevin holê û rastî bibe serdest.

Belê, gelek kesên bi navê zana yê Rojavayî(hin îstîsna hene helbet) li dinyayê bela kirine ku bingeha felsefeyê ev fîlozofên Yûnanî(!) yê ku navê hin ji wan li jor derbas bûye avêtine. Lê berî wan Zerdeştî û felsefeya wê heye. Di dema Medan de Zerdeştî bi pêş ketîye. Di Avesta de Zerdeşt di derbarê dinya, gerdûn, insan, ba, robar, dar û her tiştî de ji Xwedayê ku hemû tişt efirandîye, ji Ahûra Mazda pirsa dike. Yanî di mejî de gelek pirs peyda bûne û gera li bersivan bi awayekî bi qewet wî radipêçe. Jixwe felsefe lêgerînek e ku xwe wek pirs û vekolîn nîşan dide. Mirov van pirs û lêgerîna li cem fîlozofên li rojavayê Anatolyayê jî dibîne.

Avesta ji berhema Herodotos pir kevintir e, tê gotin ku bi ava zêr li ser 12 hezar çermê ga hatîye nivîsandin. Ji bilî perçeyên nivîsên mîxî, em karin wan wek pirtûkên herî kevn yê pir girîng yê pêşîyê Kurdan bihesibînin. Wek ku tê zanîn felsefeya Zerdeştîyê bi nerîna “başîyê bifikire, bi başî biaxive û başîyê bike.” meşîyaye. Wekî din, qedirdayîna heywanan û xwezayê pir li pêş e. Ev berhem sosyolojîya Medan-Kurdan jî didin xuyakirin. Zerdeştî gelek guhertin bi xwe re anîne, bûye bingeh ji dînên bi dû xwe re ku bi milyaran insan îro wan dişopînin, vegotin û rîtuelê wê derbasî wan bûne. Cara ewil fikara yekxwedayî bi pêş ket…Li gor ku pisporên mijarê dibêjin; di yeqînîyên berî Zerdeştîyê de ne serî û ne dawîya zemên hebû. Cara ewil bi Zerdeştîyê ji tunebûnê hebûn û dawîlêhatina dinyayê(zemanê lîneer) kete rojevê…

Di vê pirtûkê de rola jinê jî zêde xuya nake ji çend mînakan pê ve, di gel bi sedan navê zilaman û tevgera wan, tenê çend navê jinan derbas dibin. Di civata Helenîyan de cihê jine ne di rewşeke baş de ye, halbûkî di welatê bapîrên Kurdan û rojavayê Anatolyayê de, cihê xwedawendê pir mezin e, gelek jinên navdar û xwedî cihên girîng hene ku ev rola jinê ya li pêş hişkere dikin. Banûyên Hurrî-Mîtannî, yên Medan dibûn hevserê hikumdarên dewletên dora xwe û bi qasî hikumdar dibûn xwedî ray. Weke Keça keyayê Mîttanî û Keybanûya Misrê Nefertîtî, Keça rêvebirê dînî yê Hurrîyan û Keybanûya Hîtîtîyan Pûdûhepa, Keça Keyayê Medan Keyxusrew û Keybanûya Babîlîyan Amîtîs ya ku yek ji heft nuwazeyên cîhanê Bexçeyên Hilawistî yên Babîlê ji bo wê hatibû çêkirin, keça keyayê Medan û dîya Kîrosê Mezin Mandane em karin gelek mînakan bi bîr bînin. Jixwe di welatê Karya de ku Herodotos ji wir e û li Lîkya ya cîran, hukmê jinê li pêş e. Bêguman yên derî qeydîyên ber destê me jî pir in.  Di gel vê rewşê, mirov di vê pirtûkê de vê hîs nake.

Mijarek din heye hewce ye balkişandinê ye; di gel ku li rojavayê Anatolyayê gelek navên antîk yê bi bapîrên Kurdan ve girêdayî hene, kesek naxwaze vana bîne ziman û di derbarê wan de agahîyên ne rast tên dan. Mînakek jê, Gordîos û lawê wî Mîdas e, hikumdarên efsanewî yê Frîgyayê. Asûrî û Ûrartûyî, Mîdas weke Mîtayê Mûşkî bi nav dikin, ji bo Frîgya jî welatê Mûşkî dibêjin. Mîdas, di navbera salên 738 û 696an yê B. Z. de jiyaye, yanî  di dema ku Med bi hêz dibin.  Payîtexta wan Gordîon e, ev nav ji bo herêmê derdorê jî tê bikaranîn. Gordîon yek ji navê welatê Kurdan yê demê berê ye, carna li gora zimanê ku hatîye nivîsandin çend herf têne guhertin, weke Corduene, Gordyene. Ev nav li du cihan tê xuyakirin, yek jê herêma Mêrdîn, Botan û derdorê ye, ya din ev cihê Frîgîyan e ya li dora Enqereyê ye. Navê Medan jî carna weke Mîdî tê bikaranîn, xuyaye Gordîon û Mîdas bi Medan ve eleqedar in. Herodotos dibêje ku Frîgî xelkê Traqî ne, li wir bi navê Brîgî dihatin nasîn; dibe ku beşek ji xelkê Traqî jî hatibin wir, lê piraya çanda Frîgîyan ya xelkê weke Lûvîyan, Hîtîtîyan, Ûrartûyîyan û Medan e, yanî çanda Anatolyayê ye; Prof. Fahrî Işik vê mijarê tîne ziman, bi bermayîyên ji kolanên arkeolojîk hatine peydekirin rewşê zelal dike. Gelek nivîsên wan bi dest ketine û hatîye fêmkirin ku Frîgî zimanekî xwecîhî ye û ne Yûnanî ye.

Li Manisayê jî navçeyek heye, navê wê di Grekî de Kurdes derbas dibe, Tirkîye navê wê kirîye Gordes. Nîkomedîa, Îzmîta li qiraxa behra ku li Tirkîyê jê re Behra Marmara tê gotin, di dawîya sedsala heyştan ya B. Z. hatîye avakirin, ev jî tê dewra avakirina dewleta Medan; lê xuyaye di navberê de hatîye xerakirin û di serê sedsala 3yemîn de dîsa hatîye avakirin, damezrînerê wê jî weke Nîkomedes tê gotin. Wek ku li jor me behs kir, ji Medan re Medes jî tê gotin. Îca ev pirs di serê mirov de çêdibe, gelo girêdana van bi Medan re çawa ye?

Jixwe demeke dirêj li Kurdistan gelek bajarên antîk, bermayîyên kevin yê ku didîtin, dikirin malê Asûrîyan; heta bi ew heykelên bêhempa yê li serê Çiyayê Nemrûdê (Çiyayê Bêlî) ku wek yek ji heft nuwazeyên dinyayê hatîye qebûlkirin, dabûn diyarkirin ku Asûrîyan çêkirine; piştî xebatên dûdirêj hat zelalkirin ku wir mîrekîya Komagene ye, yê ku beşek ji bapîrên Kurda ne. Ji bo hin bermayîyên Ûrartûyîyan jî heman rewş hebû. Kolanên arkeolojîk yên li Kurdistan û dorûberê wê yên demê dawî, kirîye ku herkes bêje gerek dîrok ji nû ve bê nivîsandin. Di van kolandinan de bermayîyên bêmînak derdikevin, lê ji ber ku dewleta Kurdan tune nikarin xwedî li wan derkevin, geh têne windakirin, geh têne veşartin û hwd. Ji alîyê din ve hîn jî serdest piraya materyalên ku derdikevin bi armanca polîtîkaya xwe bi kar tînin, hîn jî dîrokê li gora berjewendîyên xwe li hev tînin. Gerek Kurd di derbarê dîrok, çand û welatê xwe de gelekî hişyar bin, li berhemên ku ji kolanên arkeolojîk derdikevin xwedî derkevin û helbet xwe bigihînin asta zanistîyekê ku karibin rastîyê îfade bikin.

Gelek berhem û çîrok hene ku kodên dîrokê di wan de hene, ya muhîm ku mirov bi meraq bi dû wan de here, bipirse, lê bikole. Tenê di vê pirtûkê de gelek şax û per hene ku bi serê xwe hewce ye li ser xebat bêne kirin. Herodotos şeqsek bû û bi îmkanên pir qels yê dema xwe evqas agahî ji me re hişt; herî zêde gerek em wê meraqa wî û hewldana wî ji xwe re bikin mînak û ji bo fêrbûna gelek mijaran bêsekin bixebitin.

 

Gerînendeya Weşanxaneya Azad

Eslîxan YILDIRIM

 

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Şerefname(pirtûk-pdf)

Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Cilda yekemîn ya ku dîroka Kurdistan e di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de, di bin reqema 312an de qeyitkirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şerefxan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser bûyerên dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Tûranê ye. Loma ev kitêb di warê dîroka siyasî, çandî, civakî de çavkaniyek pir girîng e ji bo Kurdistan, Dewleta Osmanî, Îranê û derdora wan...


TARÎXA DEWLETA KURDAN(pirtûk-pdf)

Tarîxa Dewleta Kurdan(pirtûka Mihemed Brahîm yê Xezrecî) Ev kitêb zêdeyî 750 sal berê hatiye nivîsandin û kitêba ewil e ya bi navê Dîroka Dewleta Kurdan hatiye nivîsandin. Heke berî wê hin xebat hebin jî îro di dest me de tune ne. Nusxeya vê kitêbê ya orjînal li Stenbol di Kitêbxaneya Suleymaniyê de ye. Behsa heyama Dewleta Eyyûbiyan û Selahaddîn Eyyûbî dike.


Kurdgalnamek(pirtûk-PDF)-Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç

Navê Pirtûkê: Kurdgalnamek(Kurdbêjname) Nivîskar: Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç Dîrok


PDF
PDF-DÎROK-Herodotos-tev bergê.pdf