logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Îklîm û Çandinî Çemên Kurdistan Çiyayên Kurdistan Bajarên Kurdistan Sînorên Kurdistan Erdnîgariya Dîrokî
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Semsat(navçeyek Şarê Semsûrê)

Nivîskar: Mehmet Oncu

Semsat, navçeyek Semsûrê ye, gelheya wê ji navçeyên din hindiktir e. Wek gelek cihên dîrokî yê Kurdistanê Semsata kevin jî, li gor projeya GAPê di sala 1988an de di bin ava barajê de maye. Cihê wê yê nû li qiraxa ava Bendava Ateturkê ye ku sê aliyê wê bi avê dorpêçkirî ye. Li gor serjimariya 2020an, li navenda navçeyê  4401, li gundan 3402, bi tevayî 7803 kes lê dijîn. Li gorî 20 sal berê nufûsa wê pir kêm bûye.

Şik tune ye ku li rûzemînê, Semsat yek ji şarên herî kevn û qedîm e. Hîn ku navê vî bajarî ne Semsat bû, di navbera Çemê Ferêt û şarê Meletiyê de şaristaniyek hebû. Navê vê şaristaniyê Koma bû, rêveberiya vê şaristaniyê di destê Mîrnîşîniya Komayê de bû, paytexta vê Mîrnîşîniyê Semsata bi heman navî(Koma) bû. Îro di Kurdiya modern de navê “Koma” bi şêwaza “Kowa” an jî “Kawa” tê xwandin ku îro li herêmê bi heman navî him deverek, him jî hozeke ku li ser axa wê deverê jiyan dike heye. Her çi qas ku ew nav di gilkevalên Asûriyan de bi şêwaza “Kumuha” hatibe nivisîn jî divê bê zanîn ku ew nivîs bi zarê Asûriyan e, Kurdiya vî navî bi şêwaza “Koma” ye. Belê weke tê zanîn dengê “m” yê ku di Kurdiya kevn de heyî, bi piranî di Kurdiya nûjen de vedugeheze dengê “w” an “v”. Ew taybetî, yanî veguhestina dengan, îro jî di navbera zaravayê Zazakî û Kurmancî de heye. Weke peyvên ku di zaravayê Zazakî de bi şêwaza “nam û çim” tên bilêvkirin, di Kurmancî de bi şêwaza “nav û çav” tên bilêvkirin. 

Ev herêm, di dîroka kevin de ketiye destê Hurrî-Mîtannî, Hîtîtî, Asûrî, Medî, Persî, Makedonî, Komegenî û Romayîyan. Tê zanîn ku navê Semsatê, ji navê bapîrê Mîrê Komagene Antîk(os)ê yekemîn ê bi navê Sem(os) tê. Lew ku navê “Semsat” ji du peyvên wek “Sem û Sat” pêk tê ku peyva “Sem” navê mêrekî ye, peyva “sat” jî di wateya “bajêr” de ye. Herwiha ew nav di Kurdî de dikare bi şêwaza “Bajarê Semê” bê şirovekirin. Ji serdema antîk vir de navê “Semsat” ji aliyê zar û zimanên cûrbecûr ve bi şêwazên wek “Samasota, Samûsat, Şîmsat û Sîmîsat” hatiye bilêvkirin û bi vê şêwazê jî hatiye qeydkirin. Ji ber ku xelkê Sûryanî navê vî bajarî bi zarê xwe bi şêwaza “Şîmşat” bi lêv kirine, dibêjin ew nav tê wateya “warê rojê”. Piştî Îslamê dîrokzanên ‘Ereb, ew nav bi şeklê “Sumeysat” li zarê ‘Erebî anîne û bi wî şeklî jî qeyd kirine. Piştî herêm kete destê Osmaniyan, heta roja me ew nav bi veguhestinan hat şeklê Semsat.

Semsata Kevin

Avabûna Şarê Semsatê hîn li berî bajarên wek Antakya û Edesayê ye. Tê zanîn ku berê Şarê Edesa(Riha) şarekî bi sûr û beden bû, heşt deriyên wê hebûn, ji wan heşt derîyan navê yekî “Derîyê Semsatê” bû. Di lekolînên şûnwarnasiyê de, mozaîkên ku li Şarê Belqis (Zeugma) derketin, gelek ji wan destnîşana hûnermendê mozaîksaz Zozîmosê Semsatî radigirin. Tevî vê yekê Şarê Semsat ku di heman demê de navenda çand û hûnera serdema xwe bû, gelek kes û kesayetiyên xwedî hûner, bîrawer û feylesof ên weke Lûkîanûsê hicîwkar, Sarapyanê Feylesof û Pawlûsê ku damezirînerê baweriya Pawlûsiyê bû gihîştandine. Di serdema ku Semsat, paytexta Komageneyê bûye, gelheya wê 50.000 kes bûye. Ew tê wê wateyê ku Semsat wê demê yek ji bajarê herî mezin e. Di lêkolînên û kolandinên arkeolojîk yê li Semsat û derdora wê de jî qesir, keleh, kemerên avê û gelek tiştên din yên giranbuha hatin dîtin. Lê kî zane çi û çi man di bin avê de û winda bûn.

Mixabin, ji ber ku herêm bi mantiqa mûstemelekeyê tê birêvebirin, ew şarê qedîm, tevî gelek şarên din ên weke Belqis (Zeugma), Xelfetî û hîn gelek warên din ên ku mayîndeyên şaristaniya Çemê Ferêt ê Jorin radigirtin, di bin ava Bendava Atetûrk de man.

Bêguman ew mantiqa nesax û merezdar binyata xwe ji çavbirçitiya emperyal distîne û xwe ji neyariyeke kûr û qedîm xwedî dike. Şaristaniya Jora Çemê Ferêt mîrateya mirovatiya hevpar bû. Ew şaristaniya ku Mongolên wehş nekarîbû xira bikin, li ber çavên dinyayê di hundirê çend salan de ji aliyê projeya bi navê “GAP” ve hate xirakirin û şûna wê bû av.

Ger di bin vê karesata ku di pêkhatina wê de bi qasî Dewleta Tirk, dewletên dinyayê û saziyên sivîl jî sûcdarin, neyariyeke ewqas kevn û kûr tune bûya, dikarîbûn bêyî ku van mayîndeyan tune bikin, çareseriyeke alternatîf bibînin. Dikarîbûn bi razemeniyeke biçûk ew mayîndeyên giranbiha bixistana xizmeta geşt û guzariya welêt. Bêgûman hemleyeke wîsa dikarîbû di domaniya demê de dahateke ji “GAP”ê mezintir ji hemwelatiyan re pêk bianiya. Lew ku temenê bendavê 100 sal e. Belê li dijî vê geşt û guzariya ku dahata wê ji boyaxkerên solan heta firincî, kêm be jî di her pîşekar û hemwelatiyî digere heta û heta ye. Di dinyaya modern de, ji bo pêkanîna pêdiviya vejena elektirîkê gelek rê û rêbazên hîn baş, baştirîn û paqij ku bê mesref in hebûn. Vejena ji tava rojê û ya ji hêza bayî bi tenê du mînakên alternatîf in.

Herwiha Semsat, di serdema cuntakarên 12ê Îlonê (1980) de, bi qîrin û hewarên bê deng û tepisî, bê ku kes karibe bertêkekê nîşanî wan bide, di nav bêdengiyeke hezinkar de, tevî reng, deng û bîna xwe noqî avê bû û xeniqî. Piştî vê mirina bêdeng, navenda navçeyê barî dereke din kirin. Cihê navçeyê yê nû weke nîvgiravekê, sê aliyên wê bi ava bendavê vedorkirî ye. Cih û dîmenên warê wê yê nû gelek xweşik bûn, lê belê ji ber ku berî hatina navçeyê, li vê derê xebatên bingehîn nehatîbûn kirin, navçe di salên 2017-2018an de, bi erdêhejan dîsa perîşan bûn. Di van erdhêjan de kêm be jî birek insan jiyana xwe ji dest da, hemû xanî û avahiyên navçeyê hilweşiyan.   

Berî ku navçe dikir di bin ava bendavê de bimîne, li navçeyê hinek xebatên şûnwarnasiyê hatîbûn kirin. Di wan xebatên ku bi şeklê “malrevandina ji şewatê” hatî kirin de gelek berhem û mayîndeyên dîrokî hatin derxistin. Ew ber û berhemên dîrokî birin di mûzexaneya li Semsûrê raxistin. Herwiha bi hezaran tişt û berhemên wî bajarî ên kevn weke pir, kemer, avahî, keleh û hwd. di bin avê de man.

Şarî Semsat, di rabirdûya xwe de ji bilî Kurdan ji xelkên wek Ermen, Sûryan û Dûman re jî mazûvanî kiriye. Belê îro, gelheya navenda navçeyê, gund û mezrayên ku bi navçeyê ve girêdayî ne, jimareke kêm ji Kurdên Hoza Reşî, tevahiya ên din jî ji Kurdên Hoza Bêzik pêk tê. Ew kes û binemalên ku di nîveka Semsat, gund û mezrayên wê de binecî ne, ji hêla baweriyê ve Sunî û Hanefî ne, hemû bi zarê Kurdî, zaravayê Kurmancî dipeyivin. Warê Hoza Bêzika ku piraniya gelheya Semsata îro pêk tîne, li başûr bi şertê ku birek ji axa Hewag û Xelfetiyê jî bihêwirîne, heta Bîracika Rihayê dirêj dibe.

Navên gund û mezrayên navçeya Semsatê yê bi Kurdî û Tirkî wiha ne(navê ku dûra bi Tirkî li wan hatine kirin di nav kevanê de ne):

Mermere(Akdamar), Bawlig/Babirgeh(Bagarasi), Zirne(Bayirli), Çîçek(Doganlar), Golpîngar(Golpinar), Bîrgenî(Goltarla), Hayik((Kirmacik), Bircik(Kiziloz), Brîman(Kovanoluk), Berferat(Kuştepe), Tûzik(Ovacik), Bîrik(Taşlikûyû), Gewrik(Tepeonu), Sêlik(Ûzûntepe), Xurnif(Yarimbağ), Korsîn(Orentaş)


ÇAVKANİ

Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, Weşanxaneya Sîtav, 2022

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)

Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.


Besnî/Behisnî (Navçeya Semsûr)

Besnî/Behisnî (Navçeya Semsûr) Besnî yek ji navçeya Semsûrê ye. Di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Navçeya ku 41 kîlometre dûrî parêzgeha Semsûrê û li başûrrojavayê wê cih digire, navê xwe ji Hoza bi navê Be(h)êsnî ku berê, li herêma vê navçeyê jiyan dikir distîne. Lê îro ev hoz, taybetiyên xwe ên hozayetiyê wenda kiriye, ji hev de ketiye û belaw bûye. Her çiqas bi navê dewlet û hukimdariyên cuda di dîrokê de cih girtibe jî, herêm bi pirayî di bin desthilatdariya Kurdan û pêşiya wan de maye.


Cêlika/ Çelîkhan(Navçeya Semsûrê)

Cêlika navçeyeke ku li bakurê parêzgeha Semsûrê(Adiyemanê) cih digire. Navê navçeya ku îro navê wê yê fermî Çelikhan e, ji aliyê gel ve bi şêweya Cêlika tê binavkirin. Navçe ji alî Hoza Cêlika ve hatiye damezrandin, lewma navçe bi navê vê hozê tê binavkirin. Hoza Cêlika, şaxek ji hozên Reşiyan e. Weke tê zanîn Hoza Reşiyan xwe bi şêwaza Konfedere bi rêxistin kirîbû. Hoza Cêlika di sedsala 11an de, bi navê Hoza Reşan, di nav tîxûbê Mîrgeha Botan de bû, ji sedsala 12an şûn de ew hoz di nav tîxûbên Mîrgeha Heskîfê de xuya dike. Hoz piştî sedsala 13an koçî herêma Semsûrê dike, tê li derdora gundê ku wê çaxê jê re “Komşîr” dihat gotin datîne.


Nisêbîn(Navçeya Mêrdîn)

Nisêbîn, navçeyeke mezin ya bi ser bajarê Mêrdînê ve ye, di navenda Kurdistanê cih digre. Seyyahên sedsalên 12emîn û 13emîn jî, di derbarê Nisêbînê de, behsa xanîyên delal yê nav bexçeyên têr î tije, hemamên bedew, pira li ser çemê Hîrmasê(Cexcexê), nexweşxane, dibistanên wê û sûra dora wê ku 6500 gav bûn dikin.