Nivîskar: Mehmet Oncu
Besnî/Behisnî (Navçeya Semsûr)
Besnî yek ji navçeya Semsûrê ye. Di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Navçeya ku 41 kîlometre dûrî parêzgeha Semsûrê û li başûrrojavayê wê cih digire, navê xwe ji Hoza bi navê Be(h)êsnî ku berê, li herêma vê navçeyê jiyan dikir distîne. Lê îro ev hoz, taybetiyên xwe ên hozayetiyê wenda kiriye, ji hev de ketiye û belaw bûye. Her çiqas bi navê dewlet û hukimdariyên cuda di dîrokê de cih girtibe jî, herêm bi pirayî di bin desthilatdariya Kurdan û pêşiya wan de maye.
Di warê etîmolojiyê de, di Kurdî de peyva “Best” tê wateya “deşt an cihê rast”. Belê peyva ku bi şêwaza “be(h)” tê bilêvkirin jî tê wateya “warê xweş û wek cenetê”. Lew ku peyva “behişt” koka xwe ji peyva “be(h)” distîne. Herwiha navê Besnî, di Kurdî de wateya “warê xweşik ku dişibe behîştê” dihêwirîne. Navê navçeya Besnî, di serdema antîk de weke “Ostacuscum” hatiye nivisîn; ew der, warê ku îro bi navê “Sofraz” tê zanîn bû. Bajarê ku di çavkaniyên Romayiyan de navê wê bi şêwaza “Ostacuscum” hatiye nivisîn, yek ji şar û bajarên şaristaniya Komagene ên muhîm bû. Navê navçeyê ê ku bi şeklê “Besnî” tê bilêvkirin, ji aliyê gelek çavkanî û dîrokzanên ji miletên curbecûr ve ji hev cuda hatiye nivîsîn û qeyd kirin. Şekl û şêwaza navê navçeyê ku kok û binyata wan hemûyan yek e, ji aliyê Abu’l Farac’ve bi şeklê “Bet Hesne”, ji aliyê Mateosê Rihayî ve bi şêwaza “Behesni” û ji aliyê Mihaelê Sûryanî ve jî bi şêwaza “Beit Hesna” hatiye qeydkirin. Navê ku ji aliyê çavkaniyên Îslamî ve bi awayê “Bihisnî” hatiye qeydkirin, paşê jî veguheziye şêwaza ku îro em tînin zimên. Bêguman ew qaîde ji bo hemû navên dîrokî wekî hev e, lew ku nivîskarên her gelekî navên waran, li gor fonetîka zimanê ku pê diaxîvin û famkirina çanda ku ew bixwe jê tên qeyd kirine.
Navçeya Besnî, nêzî parêzgeha ‘Entawê û li pişt çiyayên Reşiyan hatiye avakirin. Tevna navçeyê a civakî hindekî dişibe ya ‘Entawê. Girêdana navçeyê ya bi ‘Entawê ve bi riya Reşî ên ku li Çiyayê Reşan belaw in û li wê herêmê xwedî gelek war û wargehên wek gund, mezra, bajarok û navçeyan in ve pêk tê. Lewma danûstandina Besnî û parêzgeha ‘Entawê zêdetir e. Ji ber vê yekê potansiyela navçeyê a bazirganiyê li gor navçeyên din ên parêzgeha Semsûrê gelek zêdetir e.
Di nav sînorên navçeyê de, çem û avên weke Nalêgewr (Akdere), Aş (Degîrmen), Çemê Venk, Çemê Reş û Çemê Sofrazê diherikin. Dahata navçeyê ji rencberî, hilberandina xalî û kilîman û bazirganiye pêk tê. Navçeya ku xwedî axeke gelek bi dahat e, ji aliyê rezvanî û têgihêştandina fistiqên şamê ve gelek serketî û bi pêş ketiye. Besnî bi siya derawaya xwe ya taybet xwedî gelek cure dêliyên (mêwê rezan) taybet e ku ji bilî navçeyê ew li dereka din peyda nabin. Ji wê ye ku navçe, di hilberîna mewîj û berhemên rezvaniyê ên weke benî, şaran, kesme, pastix û mot (dims) de, him di nav sînorê parêzgehê de, him jî li derî parêzgehê, li Tirkiyê û derî Tirkiyê xwedî bazareke gelek fireh e. Gava mirov li wêneya navçeyê a îro dinêre, rewşa wê ya ayendeyê gelek rewnaq xuya dike, çavkaniyên navçeyê ên aborî di derbarê navçeyê de vê yekê nişanî mirov dide. Rûzemînê navçeyê xwedî cure riwêkên rengîn û cûr bi cûr e. Çiyayên wê ên weke Gûz, Xezal(Geyîk), Poxîn, Çiyayîgir (Kocadax) û Qizildax ji bo sewalan xwedî çayir û çêreya hêja ne. Ew çiya dest didin ku bi awayekî berfireh li heremê sewalvanî bê kirin.
Gelheya bajêrê Bêsniyê, ji kes û binemalên ji hozên Kurd ên wek Reşî, Atmî, Îzol û Hevêd ên Ehlî Heq û Sunî (Hanefî) ku êdî xwe weke Tirk dibînin, yan jî ku bi tevahî nebûne Tirk jî bi Kurdiyeke qels diaxîvin pêk tê. Ji bilî van bireke gelheya bajêr, ji Tirk û Tirkmanên ku li herêmê mayî pêk tê. Berê, yanê heya serê sedsala 20an li navçeyê gelek kes û binemalên Ermen û Suryanî jî hebûn. Lê belê ji ber ku ji aliyê Osmaniyan ve di sala 1915an de biryara derxistina wan hate dayîn, birek ji wan derketin çûn, birek ji wan bi ber bayê tehcîrê ve çûn, hinekên wan, ji tirsa xilaskirina can û malê xwe dînê xwe guherîn bûn Misilman. Herwiha bi vî şeklî ew ji holê rabûn.
Bajarê Bêsniyê warê begên Reşiyan bû. Piştî rûxîna Mîritiya Kilîsê (Ezaz), Dewleta Osmaniyan mîrê Reşiyan anîn, di nîveka bajarê Besniyê de bi cih kirin. Li ser navê xwe, rêveberiya heremê dane destê mîrên Reşiyan. Der û warên ku di bin rêveberiya Mîrên Reşiyan de bûn, ji war û parêzgehên weke Meraş, ‘Entaw, Eden(Kîlîkya), Meletî, Sêwaz û hin deverên Behrareş dihêwirandin. Mîrên Reşiyan li ser navê Dewleta Osmaniyan ew heremên ku rêveberiya wan deran bi destên wan ve hatîbûn berdan bi rê ve dibirin, behrek ji bac û xeracên ku li van herêman kom kirî ji xwe re dibirin, ên din jî ji dewletê re dişandin.
Li navçeyê çêkirin û hilberîna xalî û kilîman gelek bi pêş ketiye. Pîşekarên ku di navenda bajêr de berê xwedî dezgeyên çilagiyê bûn, ew nexş û motîfên di kilîm û xalîçeyên eşîrên Kurdan de cih digirtin berdewam kirin û ew pîşe li navçeyê gelekî bi pêş xistin. Îro jî zarokên ew xalîçêkerên Besniyê li hawêrê Tirkiyê bûn xwedî fabrîqeyên xali û kîliman, bi aweyekî makînetîk hilberîna xalî û kilîman dikin.
Di nav sînorên vê navçeyê de aveke bi şifa heye, ew av kêrî nexweşiyên gurçik û roviyên mirov tê.
Li gor daneyên sala 2020an gelheya navçeyê ji 77, 732 kesan pêk tê. Ji van 41, 256 kes li gund û bajarokan, 36, 476 kes jî li navenda navçeyê binecî ne. Îro li navenda navçeyê, tevî zimanê Tirkî bi awayekî berfireh zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancî jî tê bikaranîn. Ji hêla îdarî ve 66 gund û 8 bajarokên ku bi navçeya Besê ve girêdayî ne hene. Ji aliyê dewletê ve navên Kurdî yê gundan jî bi pirayî hatine guhertin, lê di nav xelkê de navên berê tên bikaranîn. Navên bajarok û gundên Besniyê yê bi Kurdî û Tirkî wiha ne(navê ku dûra bi Tirkî li wan hatine kirin di nav kevanê de ne):
Kosan(Akdûrak), Çeqela Torinan(Akkûyû), Akpinar, Xirawe(Aktepe), Çanaqçî(Akyazi), Çeqelê Mamê Îwîş,(Aliçli), Alîşar, Çoplûya Jêr, Atmalî, Bahrî, Zirnecî(Başli), Bereket(Bereketlî), Berete, Beşkoz, Sehentil(Beşyol), Binçûg(Boncuk), Bûrinçayir, Çemê Çiyan(Camûşcû), Çeqelî(Çamlica), Kêvcalî(Çankaya), Çilbogaz, Çomak, Çorax(Çorak), Hozgêşî(Dîkîlîtaş), Şênlikçî(Dogankaya), Xortikan(Dortyol), Cencere(Egerlî), Qentere(Geçîtlî), Bêserî(Gumuşlu), Yelpasin(Guneykaş), Hecxelîl, Tilek(Harmanardi), Hesenan(Hasanli), Îzol, Kitîş(Karaguveç) Karalar, Kargalî, Margûza(Kesecîk), Qizilhîsar, Qizilîn, Qizilkaya, Qizilpinar, Ûsivan(Konuklu), Mamedîk(Kûrûgol), Fal(Kûtlûca), Malêkûz(Kuzevlerî), Oyratli, Oren, Kilîsik(Pinarbaşi), Hementil(Sarikaya), Şeynan(Sariyaprak), Saywêran(Sayoren), Dîêkevn(Sûgozu), Terbîzek(Taşlıyazi), Qotûr(Tekağaç), Toqiyan(Tokar), Birîşme(Toklû), Hiznîkan(Topkapi), Ûzûnkûyû, Sofraz(Uçgoz), Zîrce(Yayikli), Yazibeydîlî, Yazikarakûyû, Şamûşaxî(Yelbasti), Lordîn(Yenîkoy), Mirixtil(Yolduzu), Bekana Jorîn(Yûkarisogutlu), Keysûn(Çakirhoyuk), Mîhmanli(Kesmetepe), Hewêd(Suwarî-Sûvarli), Şambayat, Kosecelî
Mehmet Emîn Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistan
Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, 2022
Suretê serî--https://ku.wikipedia.org/wiki/B%C3%AAsn%C3%AE
Nivîsén tékildar