Nivîskar: Mehmet Oncu
Cêlika/ Çelîkhan(Navçeya Semsûrê)
Cêlika navçeyeke ku li bakurê parêzgeha Semsûrê(Adiyemanê) cih digire. Navê navçeya ku îro navê wê yê fermî Çelikhan e, ji aliyê gel ve bi şêweya Cêlika tê binavkirin. Navçe ji alî Hoza Cêlika ve hatiye damezrandin, lewma navçe bi navê vê hozê tê binavkirin. Hoza Cêlika, şaxek ji hozên Reşiyan e. Weke tê zanîn Hoza Reşiyan xwe bi şêwaza Konfedere bi rêxistin kirîbû. Hoza Cêlika di sedsala 11an de, bi navê Hoza Reşan, di nav tîxûbê Mîrgeha Botan de bû, ji sedsala 12an şûn de ew hoz di nav tîxûbên Mîrgeha Heskîfê de xuya dike. Hoz piştî sedsala 13an koçî herêma Semsûrê dike, tê li derdora gundê ku wê çaxê jê re “Komşîr” dihat gotin datîne. Dema Cêlikî gundê bi navê “Komşîrê” şên dikin, ji wê pêva Komşîr bi navê Cêlika tê binavkirin û Cêlika jî dibe nîveka hoza bi navê Cêlika.
Dema ku Osmanî di çaryeka duyemîn a sedsala 16an de rêveberiya herêmê hildidin destê xwe, 100 sal şûn de, piştî rûxandina Mîrgeha Çiyayê Kurmênc, dest bi têkelbûna êl û hozên Kurdan dike. Di çarçoveya vê siyasetê de Hoza Cêlik dajo deşta Islahiyeyê. Gava Osmanî Cêlikayî sirgûnî deşta Islahiyê dike, li navçeyê cihê ku ji wan vala dimîne, bi Kurdên Cêlikî ên ku paşê wekî koçer hatine herêmê û şaxên hoza Reşiyan ên weke Rumî, Kosî, Xidsorî dadigre.
Îro li navçeya Cêlika û gundên wê zimanê sereke ku pê tê axaftin Kurdî ye. Reşiyên Cêlika, bi zaravayê Kurmancî diaxîvin. Li navçeyê diyalekt û devoka wê xweserî Hoza Cêlika desthilat e. Lê belê ji ber ku Tirkî zimanê fermî ye, weke ku li her der û warên Kurdistanê ji Kurdan re bûye qeder û axaftina bi vî zimanî li ser Kurdan hatiye ferzkirin, zimanê Tirkî li vê navçeyê jî bi bandor e û tê axaftin.
Navçeya ku xwedî taybetiyên xweserî xwe ye, weke me li jor jî gotî, navê xwe ji Hoza Cêlikan distîne. Belê dema Şerefxan di berhema xwe ya navdar a bi navê “Şerefname” de behsa Mîrgeha Heskîfê dike, di nav êl û hozên ku Mîrgeha Heskîfê pêk tînin de, navê Hoza Cêlikan jî hildide. Tevahiya gelheya navçeyê, gundên wê jî tê de ji Kurdên Reşî pêk tên ku ji hêla baweriyê ve bireke wan Ehlî Heq, bireke wan jî Sunî û Hanefî ne.
Gelheya navçeya Cêlika ji şax û bavikên Konfedersyona Hoza Reşiyan, ên wek Cêlikî, Rûmî û Kosiyan pêk tê, Jimara gelheya navçeyê ji 15.205 kesan pêk tê. Jimara kes û binemalên Kurdên Ehlî Heq ku li vê navçe û gundên wê binecî ne 4206 e. Ev jimar, di nav gelheya navçeyê de rêjeyeke biqesî %27an tîne holê. Navçe tevî gundên xwe ên ku pê ve girêdayî ne, di nîveka çiyayên Meletiyê ên bilind de, li sînorê parêzgeha Meletiyê cih digire.
Navçe bi fira balindeyan 20 an 25 kîlometre dûr, li bakurê Parêzgeha Semsûrê hatiye avakirin. Lê belê ji ber ku riya wê gelek fetlonek û ji doşên dor çiyan pêk tê, rê 30 kîlometre zêde dibe, digihêje 55 kîlometreyan.
Çiyayê navçeya ê herî bilind “Çiyayê Spî” ye. Çemên weke Bilam û ‘Evdilxirawê di nav tîxûbê vê navçeyê re diherikin. Ava ku li gundê Rûtikan derdikeve, ji aliyê pisporan ve weke aveke şifadar tê nasandin. Ew av bi kêrî saxkirina gelek nexweşiyên hundirîn tê.
Debara xelkê vê navçeyê ku berê sewalvaniyeke gelek zêde lê dihat kirin, niha bi giranî li ser sê berhema ye. Ew hersê berhem jî xweserî navçeya xwe ne û li dereke din nayên dîtin. Ji van sê berheman yek Titûna Cêlika ye. Berhema duyemîn hingûvê Cêlika ye. Yê sêyemîn ava wê ya şirîn e ku îro ew ji aliyê şîrketekê ve tê paketkirin. Tûtinê Cêlika bi reng, bîn, tam û aromaya xwe taybetî herêma xwe ye, ji ber ku taybetiyên xwe ji ax û hewaya xwe distîne, li dereke din pêk nayê û nayê dîtin. Ji wê ye ku îro li hemû dinyayê tiryakiyên vê tûtinê hene û ji bilî vê tûtinê titûna dereke din nakşînin. Bêguman hingûvê navçeyê jî wîsa ye û li der û devereke din higûvekî xwedî reng û tama vî nayê dîtin. Hingûvê navçeyê heta niha bi awayekî têr û berfireh nehatiye nasandin. Belê dîsa jî kes û derdorên ku vî hingûvî nas dikin hene û ji bilî vî hingûvî hingûv naxwin. Ava navçeyê a gelek şirîn, tê paketkirin û li hemû dinyayê xwedî bazareke taybet e.
Belê berê li vê navçeyê û hin gundên wê sebzevanî û baxçevanî jî dihat kirin. Weke ku sêv û mişmişên vê navçeyê meşûr bûn, nav û dengê fasulyeyên vê navçeyê jî bela bûbû. Berê li vê navçeyê xalî û merş jî dihatin çêkirin lê niha ew jî ji holê rabûn.
Navçe, xwedî hin xweşikiyên bêhempa ye ku ji bilî wê li dereke din nayên dîtin. Ji van xweşikiyan yek “gravokên ser avê” ne. Piştî avkomkirina Bendava Çatê, hin girseyên axê ku bi hezaran sal e, di bin gola ‘Evdilxirawê de bi hev ve kelijiyabûn derketin ser avê û giravokên gelek xweşik hanîn holê. Jimara van gravokan gelek bû. Lê ji ber kêm hişmendiya birêveberiya navçeyê, heta pê hesiyan, gelek ji van giravokan hatin bi qeraxa golê ve zeliqîn, berteraf û berhewa bûn. Paşê bi hewldana hin xêrxwazên navçeyê hinek ji wan hatin xilaskirin ku jimara wan di ser bîstan re ye û her yek ji wan bi mezinahiya çend qadên futbolê ne. Belê hîn jî di mijara saxlemkirina wan de xebatên bi rêk û pêk nehatine kirin. Ji aliyê rêveberiyê ve bi navçeya Cêlika ve girêdayî yek bajarok, 20 gund û bi van gundan ve girêdayî gelek mezra hene, navê wan yê berê(Kurdî) û yê fermî ev in:
Bilam(Pinarbaşi), Avêspî(Aksû), Dîreg(Altintaş), Eskeran, Koltik(Bozgedîk), Pîrhemzik(Çampinar), Fatîh, Evdilxirab(Golbaxi), Încîrlî, Kalecîk, Xidiran(Karaçayir), Golreş(Karagol), Rûtikan(Korucak), Koseûşaği, Şifrîn(Mûtlû), Recew, Şerefxan, Bîstikan(Yagizatli), Yeşîlova, Kela(Yeşîltepe), Gov(Yeşîlkaya)
Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, 2022
Nivîsén tékildar