Nivîskar: Komîteya Dîrokê
Nasirê Kurd (Nasir Kurdo, Narseh, Theofobos)
Nasirê Kurd (Nasir Kurdo, Narseh, Theofobos) yek ji malbatên arîstokrat ên Kurdistanê ye. Di heyama wî de Hurremî li hember Ebbasîyan serî hildan û bi dehan salan ev tevger berdewam kir. Nasirê Kurd jî Hurremî ye, tevlî serhildana Babek dibe û ji Colemêrg û Qendîlê serhildanê organîze dike. Di sala 833yan de li nêzîkî Hewlêrê bi artêşa Xelîfe re şerekî mezin kir û her çiqas di vî şerî de ziyaneke mezin da Ebbasîyan, lê bi windakirina 60.000 leşkeran têk çû. Nasir tev 14.000 leşkerên xwe xwe li Bîzansê girt.
Di vê navberê de Xanedanîya Frîgyayê hikumdarê Bîzansê bûn û dixwestin li dijî Yewnanîyên li welêt û li dijî Erebên li derve bi Kurdan û Ermenîyan re hevkarîyê bikin. Nasirê Kurd li payîtextê hate pêşwazîkirin û bi navê Patrîs weke serokê yekîtiya Kurdan hate qebûlkirin. Nasirê ku vaftîz bû navê Theofobos stend ku tê wateya ku ji Xwedê ditirse/hurmet dike; bi xwişka Qeyser Theofîlos re zewicî. Qeyser xwest ku wî wek serokê Mîrektîya Kurdistanê ya hevalbendê Bîzansê tayîn bike, lê sazûmana xurt a Ebbasîyan li Kurdistanê rê neda vê yekê. Piştî ku Babek têk çû, Mîrektîya Kurdistanê ne mimkûn bû. Di vê heyamê de alîgirên Nasir li herêmên wek Tokat, Çorûm, Enqere, Mereş, Meletî û Semsûrê bi cih bûne. (Kurdên Elewî yên îro li van herêma bi giranî ji vê serdemê mane. Eşîra Kurdan ya bi navê Nasiran li navçeya Bala ya Enqereyê malbata wî ye.)
Di vê derbarê de, beşek vegotina Mehrdad R. Izady, ya di pirtûka wî ya bi navê “KURD-Pirtûkek Desta” de wiha ye: “Bîzansîyan şoreşger Narseh û hevalbendên wî li Pontusê li bakurê navenda Anatolyayê bi cih kirin. Çavkanîyên Bîzansî diyar dikin ku ev herêm ji bo ku penaber karibin "di nav gelê xwe de" bi cih bibin hatiye hilbijartin (Bury 1912). Ji ber vê yekê, civaka kevnar a Kurd a li Pontûsê, divê heta nîveka sedsala 9an (tevî ku bûye Xirîstiyan) nasnameya xwe ya Kurdî têra xwe parastiye ku Bîzansîyan Narseh û xelkê wî ya ji Başûrê Kurdistanê weke gelê Kurdê Pontûsê hesibandine…”
Nasirê Kurd bi taybetî li herêma Berferatê gelek êrîş li dijî Ereban pêk anî. Mêranî û lehengîya wî di nav xelkê de belav bibû. Di Temmûza 838an de wekî fermandarê Artêşa Bîzansê beşdarî Şerê Dazîmon (Tokat, Tûrhal) bû. Mehrdad R. Izady nivîsîye ku ji bo alîkarîya tevgera Babek ya ku ji hev belav dibû Artêşa Bîzansê girtîye ser erdê di bin desthilatdarîya Ebbasîyan. Di şer de artêşa Ebbasîyan bi ser ket. Deng bela bû ku împarator di şer de mirîye, ev bû sedem ku dora dîwana îkonofîlê li paytextê Nasirê Kurd wek împarator îlan bikin. Lê di vî şerî de Nasirê Kurd Împaratorê Bîzansê xelas kir, artêşa têkçûyî bi rêberîya leşkerên Kurd li Sînopê kom kir û van leşkeran li gor kevneşopîyên Kurdan tac li serî kirin û ew wek împaratorê nû yê Bîzansê îlan kirin. Di vê serdemê de Sînop bajarekî Kurdan bû. Tevî ku salekê dihat nîqaşkirin ka împarator kîjan ji wan e jî, Nasirê Kurd li hember Qeyser Theofîlos tu gav neavêtîye. Di encamê de di sala 839an de bi şertê ku ew vegere ser erkên xwe yên berê, bi împarator re peymanek çêkir û artêşa wî ya ji 30 hezar kesî pêk dihat li herêma hate belakirin. Lê di sala 842yan de, Qeyser Theofîlos, ji bo bi dû wî de hikumdarîya kurê wî Mikaîlê IIIyemîn nekeve xetereyê, bi kekê xwe Petronas Nasirê Kurd da kuştin. Serê wî yê jêkirî ji împaratorê ku di nav livîna de nexweş bû anîn. Hevalên wî ew wek ezîzekî Yezdanî îlan kirin, li cihê ku îro wek Tirba Hecî Bektaş tê zanîn defin kirin û kirin perestgeh.
Gelek çavkanî weke Kurd behsa Nasir û artêşa wî kirine. Di serî de dîrokzanê Suryanî Bar Hebraeus (Gregory Abu'l Farac) ku di sedsala 13an de jiyaye, nivîsîye ku hem Nasir û hem jî zilamên wî 'Kurd' in. 'Michaelê Suryanî' ku di sedsala 12an de jiyaye û dîroknasê Ereb El Mesûdî ku di sedsalên 9 û 10an de jiyaye jî heman tişt nivîsîne.
Di mînyaturê de serê jêkirî yê Nasir pêşkêşî împarator dikin.
Nîşe: Piraya nivîsê ji çavkanîya 1emîn ya li jêr, ji nivîsa Îbrahîm Xelîl Baran hatîye wergerandin.
ÇAVKANÎ
https://twitter.com/ixbaran/status/1665327787886911488
The Kurds: A Concise Handbook, Mehrdad R. Izady, Taylor & Francis, 1992
https://www.doaks.org/resources/seals/byzantine-seals/BZS.1958.106.3767
Nivîsén tékildar