logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Girê Qereqûş

Nivîskar: Mehmet Oncu

Girê Qereqûş

Girê Qereqûş, li ser riya Çiyayê Bêlî (Nemrût) cih digire, cureyekî goristan e. Ev goristana taybet ku mirov dikare wê bi şêwaza “meqber” jî bi nav bike, di serdema şaristaniya Komageneyê de, ji hêla keyê Împaratoriya Komageneyê ve hatiye avakirin. Girê ku 10 kîlometre dûr, li bakurê navçeya Gexteyê dikeve ji birek tirbên jinên binemala keyên Komageneyê pêk tê.

Xelk ji ber peykerê Kurt (qertel) ê li vê derê, navê vir bi şêwaza “Girê Qereqûş” bi nav dike. Ev nav bi heman wateyê wergerandine Tirkî û bi zarê Tirkî jê re “Qereqûş Tepesî” tê gotin. Ew der cara pêşî, berî zayînê di sedsala 1emîn de ji hêla Keyê Împaratorê Komagenê ê bi navê Mîtradates Kalînîkos (Mehrdatê Kal) ve hatiye avakirin. Key Mîtradates xwestiye ku ji bo diya xwe Îsiyasê maqberekê ava bike. Piştî vê bûyerê candekên gelek jinên vê binemalê li vê goristanê hatine veşartin. Tê gotin ku gora 4 keybanûyên Komageneyê li vî girî cih digire.

Pêşî avahiyên goran hatine çêkirin, paşê serê van goran bi çêxil (xiç, xiz) hatiye nixumandin. Çêxilê ku di avahiya girik (tûmûlûs) de hatiye bikaranîn ji Çemê Gexteyê anîne. Dema ew maqber hatine avakirin, dora girik bi bedenan hatiye dorpêçkirin. Belê piştî dagirkina heremê ya ji hêla Romayiyan ve ew beden hatine rûxandin. Tê gotin ku kevirên ji xirakirina bedenên li Girê Qereqûş derketine, di avahiya Pireya Cendereyê de hatine bikaranîn. Belê ew agahî ne têkûz e, lew ku Pireya Cenderê di serdema desthilatdariya Komageneyê a bi şêwazê otonom de hatiye çêkirin. Berê li vî girî 5 heb stûn hebûne. Ji van stûnan yek bi çi sedemê ye nayê zanîn lê hilweşiyaye. Xuyaye her aliyekî 2 stûn li ba hev, bi tevayî 6 stûn bûne. Lê îro li dora vî girî 4 stûnên li ser piyan hene. Ji van 2 stûn li rojavayê girik, yek li başûr, ê çaremîn jî li rojava cih digire. bilindiya her stûnekî 6 metro ye.

Girê Qereqûş (Stûna li Başûr): Ev stûnê ku girik bi navê wî tê zanîn li pêşiya girik, yanê li başûr cih digire. Li ser vî stûnî peykerekî kurt (qertel) heye, serê vî qertelî ber bi rojava ye. Di mîtolojî û baweriyên Kurdan ên kevn de “qertel”, remza hêz û hukmê banî ye. Ala Mîtaniyên Kurd jî qertel bû. Li ser vî stûnî, kîtabeyeke aîdî vê goristanê heye.

Girê Qereqûş (Stûnên li Rojhilat): Li rojavayê girik, li gel hev du stûn hene. Li ser yekî ji van peykerê ga, li ser ê din jî peykerê şêr heye. Weke tê zanîn “ga” remza hêza erdê ye û di heman demê de di bawerî û mîtolojiya Kurdan a kevn de xwedî cihekî girîng e. Îro jî mirov dikare di zargotina Kurdan de dewsa taybetî û girîngî ya “ga” û hêza “ga”yî bibîne. Weke tê zanîn piştî êl û hozên Huriyan, nûneriya gayî bi şêwaza “şêr” hatiye guhertin. Ji wê serdemê heta roja me di mîtolojiya Kurdan de şêr nûneriya “esalet” û “mêrxasiyê” dike. Bêguman Komageneyiyên ku ew jî Kurdên Zelanî bûn li gor vê rastiyê tevgeriyane. Lew ku di zargotina Kurdan de gelek gotin û biwêjên ku rûmeta dane şêr derdixin hene. Gotinek ji van dibêje; “Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e.” Biwêjek jî heye ku di wateya tiştê herî bi rûmet ku mirov nikare xwe bigînê dihêwirîne, ew jî bi şêwaza “Şîrê şêr di eyarê şêr de” tê gotin. Peykerê şêr ê li ser stûnê, îro jî li cihê xwe ye, belê peykerê gayî ketiye û li erdê ye.

Girê Qereqûş (Stûna li Rojava): Stûnê çaran, ê li rojavayê Girê Qereqûş ji hêla hêmayên ku dihêwirîne gelek balkêş e. Li ser vî stûnî rolyefekî ku Keyê Komagene Mîtradatesê Duyemîn û xwîşka wî Leodîkê destê xwe dane hev cih digire. Wêne li ser sehlekî çargoşe bi hunera necîrandinê hatiye pêkanîn. Bêguman ew rolyef, di Împaratoriya Komageneyê de rola jinê derdixe pêş. Lew ku destgirtina hev, wateya rêveberî û rûmetdîtinê dihêwirîne. Bêguman ew mijar bi serê xwe hêjayî lekolîneke baş e. Divê li ser şêwaza rêveberiya Keyaniya Komegeneyiyan lekolînên bi rêk û pêk bêne kirin.


ÇAVKANİ

Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, 2022

Nivîsén tékildar

Memdûh Selîm Begê Wanî

Li ser sala jidayikbûna Memdûh Selîm nêrînên cûda hene; li gorî hin çavkanîyan, di dawîya salên 1880yan de li Wanê ji dayik bûye.” Li gorî hinek çavkanîyan jî ew di sala 1897an de ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e. Li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê li Stenbolê sîyaset û felsefe xwendîye. Li gor Malmîsanij, li Stenbolê Mekteb-î Mulkîye xwendîye, xwendina wî ya beşê felsefê ne zelal e. Cemîl Merîçê xwendevanê wî yê Lîseya Antaqyayê jî dibêje: “Memdûh Selîm mulkîye xelas kiribû.” Memdûh Selîm Beg, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an...


Danasîna Pirtûka “Eşîretên Behdînan(1514–1919)”

Ev nivîs danasîna pirtûka bi navê “Eşîretên Behdînan: Danasîna Cografî û Kurteyek ji Dîroka Wan(1514–1919)” e ya ku ji alîyê Hêriş Kemal Rêkanî ve, wek vekolîneke dîrokî-belgenameyî hatîye amadekirin û ji alîyê Zankoya Duhokê/Sêntera Beşikçî beşa Vekolînên Merovayetî ve sala 2019an hatîye çapkirin. Pirtûk ji çar beşan pêk hatiye...


Mîra Meyan Xatûn

Meyan Xatûn di sala 1874an de li gundê Baedrayê yê ku bi ser navçeya Şêxanê ve ye, di malbateke esîl a Êzîdîyan de ji dayik bûye.  Ew keça mîrê Baedrê yê bi navê Ebdî Beg bû. Dayika wê jî ji Mîrîtîya Xanedana Çolê bû. Ew bi xweşikbûn û zîrekbûna xwe li gundê ku lê mezin bûbû û li gundên li derdorê bi nav û deng bû. Bi sekn û helwesta xwe, bi jîrbûn û wêreka xwe bala gelek kesan dikişand ser xwe. Ew di wê zanebûnê de bû ku xwedî malbateke rêzdar, bihêz û qedîm e...