Nivîskar: Mehmet Oncu
Gexte/Kolik- Kâhta(Navçeya Semsûrê)
Gexte(Kolik) navçeyek e parêzgeha Semsûrê ye. Navçe îro ne li cihê xwe yê kevn û dîrokî ye; berê navenda vê navçeyê li cihê ku xelk jê re “Gexteya Kevn” dibêjin, lê dewletê navê wê bi şêwaza “Kocahîsar” guhertî bû. Gexteya Kevn, li bakurrojavayê Pira Cenderê û li himber bajarê Arsemîaya ku havîngeha binemala keyên Komageneyê bû hatiye avakirin. Mal û avahiyên wê li dora keleha meşhûr ku ji serdema Huriyan maye û li ser refekî 300 metre bilind hatiye avakirin cih digirin.
Navçe berî damezirîna Komara Tirkiyê, navçeyeke parêzgeha Meletiyê bû. Di navçeya kevn de Kurd, Ermenî û Sûryanî bi hev re dijiyan. Berî Tehcîra Ermeniyan rêveberiya navçeyê di destê Bersom Axayê Ermen ê navdar de bû. Piştî damezirîna komarê, di sala 1928an de, li ser daxwaza Hecî Bedir Axayê Reşî, bi biryareke siyasî navenda navçeyê ji wir hat rakirin û anîn cihê wê yê îro ku ew der berê gundekî bi navê “Kolik” bû. Navê Kolikê navekî bi Kurdî ye, kol tê wateya “rast, bê strû û deşt”, qertafe “ik” jî biçûkî û carînan jî şirîniyê li peyva ku hatî ber bar dike. Herwiha ew nav di Kurdî de tê wateya “deşta biçûk”.
Kevnenivîsa dema Dewleta Komegene
Gelheya nîveka navçeyê, îro ji birek Ermenî û Suryaniyên bûne Misilman, kes û binemalên ku ji êl û hozên Kurd ên wek; “Reşî, İzol, Canbeg, Kav (Kawî Qilêwûn), Spîk, Şexbizinî, Şikakî, Bêzik, Gewoz û Brîman” û hîn gelek êl û hozên ku di nav van êl û hozan de heliyanî pêk tê. Tevî asîmîlasyona ku bê qaîde û rêzik li ser gelê navçeyê tê sepandin, zimanê sereke ku li navçeyê tê axaftin Kurdî ye. Bêguman kêm be jî zaravayên Kurdî ên din ên weke Dimilkî (Zazakî) û Lekî (Şêxbizinkî) jî tên axaftin, lê mixabin li navçeyê Sûryankî û Ermenkiya ku berê dihat axaftin nemaye. Belê ji ber ku zimanê fermî Tirkî ye, ew ziman niziliye her dera jiyanê û bi devokeke gelek xirab tê axaftin.
Hin agahiyên di derbarê çavkaniya navê Gexteyê hene: Nivîskara bi navê Bilge Umar, di berhema xwe ya bi navê Ferhenga Erdnîgariyê de dibêje; çavkaniya navê Gextê bi Sûryankî ye. Gava mirov li dîroka herêmê dinêre, xuya dike ku demekê gelheyeke Sûryanî a girs li herêmê jiyan kiriye. Herwiha êhtîmaleke wîsa pir jî ne dûrî êqile. Di berhema waqenivîs Mîhaîlê Sûryanî de ew nav bi şêwaza “Gaktaî”, di berhema dîrokzanê wê serdêmê Ebû-l Farac (Bar Hebrûs) a bi navê Dîroka Cîhanê de, bi şêwaza “Gaxtî” hatiye qeydkirin. Ew peyv di zarê Sûryaniyan de wateya “pire, cihê tê re borînê” dihêwirîne. Ermenî bi zarê xwe, vî warî bi şêweya “Gakhta” bilêv dikin, dîrokvanên ‘Ereb bi şêwaza “Kahta”, Kurd jî vî navî bi zarê xwe, şêwaza “Gexte” bilêv dikin. Dîroknasê Emrîkî ê gerok, John Freely dibêje; dema vî warî hîn navê Gexte wernegirtîbû, navê wê derê “Nymphaeum” bûye. Paşê wiha dewam dike; “Keyê Komagene yê bi navê Arsemes, vî bajarî bi şêwaza “Nymhaeum” bi nav dike. Ev nav ji çemê ku di kêleka vî bajarî re diherike tê, lew ku di wê serdemê de ew çem jî bi wî navî tê zanîn. Di mîtolojiya Yewnaniyan de periyên daristan û avê, bi navê “Nympha” tên binavkirin. Ji bo wê di wê serdemê de wateya navê vî bajarî dikare bi şêweya “bajarê periyên avê an bajarê periyên daristanê” bê şirovekirin.
Navçeya Gexte an jî bi navê din Kolik, ji alî gelheya ku lê jiyan dike, ji navçeya navendî şûnde navçeya parêzgehê ya herî mezin e. Ji ber ku mayîndeyên şaristaniya Komageneyê di nav axa vê navçeyê de cih digirin, hêza wê ya veşartî a geştûgûzarê ji ya hemû navçeyan pirtir û xurtir e. Wekî din gola Bendava Ataturk li başûrê wê cih digre û xwedî erdeke bi bereket e. Debara xelkê navçeyê li ser karûbarê bazirganî, geştiyarî, sewalvanî, pîşesazî û çandiniyê ye.
Pira Cendereyê
Çiyayê Nemrûd ku di nav axa gundê Qeredûtê de cih digire, 95 kîlometre dûrî parêzgehê, 54 kîlometre jî dûr, li bakurrojhilatê navçeyê cih digire. Pireya Cenderê ya ku nêzî 1800 sal berî niha hatiye avakirin û hîn jî li ser piyan e, di sînorê axa navçeyê de cih digire. Li gor daneyên sala 2020 an, 126, 636 kes li vê navçeyê jiyan dikin. Ji vê jimarê 84, 060 kes li nîveka navçeyê, 42, 576 kes jî li gund, mezra û bajarokên bi navçeyê ve girêdayî jiyan dikin. Gund, mezra û bajarokên ku bi navçeyê ve girêdayî ne, weke ên li jêr in(Navên nû yê ku Dewleta Tirkiyê li wan kirine din av kevanê de ne):
Bircik(Arili), Pîrot(Belenlî), Bêlwêran, Mameciyan(Boztarla), Xemşik(Boxazkaya), Kirbiz(Buyukbey), Kosan(Çakireşme), Sele(Çaltili), Daregir(Çataltepe), Bozig/Pazûk(Çaybaşi), Mêrgik(Çûkûrtaş), Tût(Dût), Terpal(Erîkdere), Otan/Ûtan(Fistikli), Qilawûn(Guzelçay), Kokelan(Hab^bpler), Bozmîş(Haciyûsûf), Şêxmîrik(Îslamkoy), Qracêwêran(Karacaoren), Kosler, Milk, Karkûn(Narsirti), Sûsan(Ortanca), Dodin(Ovacik), Elût(Salkimbag), Surûcê(Sarisû), Bejanaçûk(Sûsûz), Bildiyan/Kan(Şahîntepe), Koşîn(Şenkoy), Şamik(Taşlica), Hemzeyn(Yelkovan), Zetûn, Pûşî(Ziyaret), Kerselix/Korselix(Akalin), Melgosî(Aktaş), Titan(Akyildiz), Kifrî(Beşîklî), Lîlan(Cûmhûriyet), Çamçîn(Çamîçî), Dardaxan, Gurnî(Dîkenlî), Menzîl, Encoz(Eskîtaş), Êlbeg, Qertilbe(Geldîbûldû), Goçerî, Guhdil((Gudilge), Xurês(Haskoy), Timeka Gir(Îkîzce), Kevirê Reş(Karataş), Qerçor(Oluklu), Gamîrik(Taşlik), Sêvik(Tûxlû), Bîwa(Ûlûpinar), Xûrês(Yenîkûşak), Behik(Yeşîlkaya), Tavsî(Damlacik), Kilîsik(Esendere), Berazî(Bogazozu), Darberî(Bûrmapinar), Keferme(Dolûca), Horik(Kayadîbî), Gexteya Kevn(Kocahîsar), Hopak(Koçtepe), Kakşêr(Sarikaya), Kergurek(Tegmenlî), Postîn(Yolalti), Mirdês(Narînce), Xêştûr(Akdoğan), Xirawe(Akkûş), Aşûrge(Akkavak), Elîdam, Şûme(Aydinpinar), Pilêş(Bagbaşi), Hût(Balli), Kitîş(Bostanli), Arge(Bozpinar), Bûtbax(Buyukbax), Birîman(Çardak), Xwînî(Dûmlû), Çerpek(Eceler), Tiznût(Ekîncî), Belbût(Erîklî), Birçiyan(Gokçe), Bervedol(Golgelî), Golbî(Qeredût), Pirak(Kavakli), Hesendigîn, Kûtan(Teknecîk), Bersomik(Tutenocak), Sêrice(Siraca), Kurdigan(Yaprakli), Bidos(Narlidere), Çingil(İşiktepe), Mazêl(Bolukyayla), Toxarîs((Akincilar)
Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, 2022
Nivîsén tékildar