logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mehmet Oncu

Nivîskar: Mehmet Oncu

 

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestkar û wêjevan, di sala 1983 de, li bajarê Semsûrê (Adiyaman) di wezareta perwerdeyê de, weke mehmûr dest bi kar kirîye. Mehmet Oncu ji 1983’an vir de, li ser folklora Kurdî (Bi taybetî li ser Kurmancî) xebat kiriye û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsarên wî yên li ser folklora Kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Çirûsk, Jiyana Rewşen, Kovara W, Tîroj û Dilopê de weşiyane. Mehmet Oncu û hevalên xwe ên weke Mehmet Akar, Welat Dilken, Zekî Akdax, Şêxo Fîlîk û hîn gelekên din li Semsûrê rojnameyek bi navê “Semsûr” derxistin. Rojnameya ku bi Kurdî û Tirkî weşan dikir de, demekê jî di quncikê xwe yê bi navê “Kenêrk” de li ser folklor û zargotina Kurdan nivîsî. Nivîskar hima di her mijarê de berhemên cûrbecûr nivîsandine. Niviskarê ku di sala 2017 de ji Wezareta Çand û Geştiyariyê malnîşînbûyî,  zewicî, bavê du keç û kurekî ye.

 

Berhemên ku hatine çapkirin:

1.        Çîrokên Kurdan-I, (Zargotin), Weşanên Doz, 2006

2.        Çîrokên Kurdan-II, (Zargotin), Weşanên Doz, 2007

3.        Gotinên Pêşiyan, (Ferheng), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2009

4.        Mêhrîmah, (Helbest),Weşanên J&J, 2011

5.        Ezîze, (Helbest), Weşanên J&J, 2011

6.        Eware, (Helbest), Weşanên J&J, 2011

7.        Yeklo Duklo Dumbazê, (Zargotin), Weşanên J&J, 2013

8.        Dengbêj û Dengbêjî, (Gotar) Antolojiya Dengbêjan, Şaredariya Mezin a Amedê, 2013

9.        Meyîr, Çanda Pêjingeha Herêma Amedê, (Folklor), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 2013

10.    Cemîle, Çanda Pêjingeha Herêma Semsûrê (Folklor), Weqfa Danasîna Adiyamanê, 2014

11.    Çîrokên Efsaneyî yên Kurdan, (Zargotin), Weşanên Nûbihar, 2014

12.    101 Biwêj 101 Çîrok, (Zargotin), Avesta, 2015

13.    Ferhenga Biwêjan, (Ferheng)- Weşanên Sîtav, 2016

14.    Çarîne (Ji Kaniya Dil), (Helbest), Weşanên Sîtav, 2016

15.    Ji Deftera Kurdekî, (Aforîzma), Weşanên Sîtav, 2016

16.    Şihîna Hespên Azad, (Roman), Weşanên Sîtav, 2017

17.    Tiştanokên Kurdî, (Zargotin), Weşanên Dara, 2017

18.    101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok, (Zargotin), Nûbihar, 2018

19.    Serhatî û Serboriyên Kurdan, (Zargotin), Weşanên Sîtav, 2019

20.    Guldesteyek Ji Pêkenokên Gelêrî, (Zargotin), Weşanên Sîtav, 2019 

21.    Kulîlk û Şikevlatû (Fablên Kurdî), (Zargotin), Weşanên Sîtav, 2019

22.    Ferhenga Devoka Herêma Semsûrê, (Ferheng), Weşanên Sîtav, 2019

23.    Di Gotinên Pêşiyan de Jin, (Zargotin), Weşanên Sîtav, 2020

24.    Baba Îshaq, (Roman) ,Weşanên Sîtav, 2020

25.    Gotinên Pêşiyan (Senîfandin - Şirove - Ferheng), (Zargoyin), Weşanên Sîtav, 2020 (Berhem ji 4 bergan pêkhatiye)

26.    Eski Kürt Tarihi, (Werger), Weşanên Sîtav, 2020

 

 


ÇAVKANİ

 

 

Nivîsén tékildar

Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...


Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...