logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê

Bingeha zimanên malbata HindûEwrûpîyan Kurdistan e. Ji ber ku cara ewil çandinî, kedîkirina ajalan, şaristanî û gelek afirandinên sereke yê insanetiyê li Kurdistan dest pê kiriye; ziman û çanda Kurdî xwedî bingeheke xurt e û pir dewlemend e. Loma xwedîlêderketina çand û zimanê Kurdî, xwedîlêderketina dîroka insanetiyê ye.


Kurdolojî
John

Cewad Mella

Ez li Şamê di sal 1946 de ji dayik bûme, ji malbateke kurdperwer û têkoşer im, ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ew ji Bakurê Kurdistanê "Kurdistana Tirkiyê" koçberî Sûriyê bûne. Bapîrê min î mezin Mella Mihemed misilmanekî dîndar û welatparêz bû û heta roja îro ew mizgefta ku wî avakirî li gundê Beydewanê li navçeya Diyarbekirê (Amedê) sekiniye. Bavê min hevalê nêzîk û xweşewîst ê Mîr Celadet Bedirxan û endamê tevgera Xoybûn (Serxwebûn) bû...
Dr. Cewad Mella 8 Çirîya Paşî 2021

John

Cemal Ozçelîk

Cemal Ozçelîk (1966), ji Dêrika Çiyayê Mazî ye, li Zanîngeha Bernê Beşa Arkeolojî û Etnolojîyê xwendiye. Ev çend sal in xebatên wî li ser çanda Girê Mirazan berdewam dike. Li ser vê mijarê heta niha du rêzepirtûkên wî hatine çapkirin û ev xebat û lêkolîn hîn jî bi berfirehî têne meşandin. Ji bilî vana çar pirtûkên wî yî din jî hatine weşandin. Ji vana du pirtûkên pexşanê ne; yek helbest û yek jî roman e. Jiyana xwe li Bernê berdewam dike û karê wergerê bi zimanên Almanî, Kurdî û Tirkî dike...
Cemal Ozçelîk 20 Çirîya Paşî 2021

Ev xal li bende we ye, hûn bixwazin bibin alîkar li vir bitikînin…