logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Cemal Ozçelîk

Nivîskar: Cemal Ozçelîk

Cemal Ozçelîk

Cemal Ozçelîk (1966), ji Dêrika Çiyayê Mazî ye, li Zanîngeha Bernê Beşa Arkeolojî û Etnolojîyê xwendiye. Ev çend sal in xebatên wî li ser çanda Girê Mirazan berdewam dike. Li ser vê mijarê heta niha du rêzepirtûkên wî hatine çapkirin û ev xebat û lêkolîn hîn jî bi berfirehî têne meşandin. Ji bilî vana çar pirtûkên wî yî din jî hatine weşandin. Ji vana du pirtûkên pexşanê ne; yek helbest û yek jî roman e. Jiyana xwe li Bernê berdewam dike û karê wergerê bi zimanên Almanî, Kurdî û Tirkî dike.

Berhemên Cemal Ozçelîk:

1-Ütopya Mevsimi(Demsala Utopya), ceribandin, ziman-Tirkî, Weşanxaneya Keskesor, 2002

2-Özgürlüğe Koşmak(Beza Ber Bi Azadiyê Ve), ceribandin, ziman-Tirkî, Weşanxaneya Çiviyazıları, 2003

3-Yasak Ateşin İntikamı(Tolhildana Agirê Qedexe), roman,  ziman-Tirkî, Weşanxaneya Elma, 2004

4-Stranên Çavbiken, helbest, Weşanxaneya Doz, 2005

5- Göbekli Tepe 1.Kitap - Öteki Dünyaya Açılan Kapının Şifreleri(Girê Mirazan-Xerabreşk, Kitêba 1emîn-Şîfreyên Deriyên ku Vedibe Dinyaya Din), arkeolojî, ziman-Tirkî, Weşanên Nas, 2018

6- Göbekli Tepe 2.Kitap - Kozmik Doğuş Kutsal Evlilik ve Ölümden Dirilişe (Girê Mirazan-Xerabreşk, Kitêba 2yemîn-Çêbûna Kozmîk, Zewaca Pîroz û Ji Mirinê Ber bi Zindîbûnê), arkeolojî, ziman-Tirkî, Weşanxaneya Kalkedon, 2020

Nivîsén tékildar

Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...


Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...