logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Occo Mahabad

Nivîskar: Occo Mahabad

Occo Mahabad 

Occo Mahabad helbestvan bernamenûs, wergêr û nivîskarekî Kurd e. Di sala 1977an de li Wanê hatiye dinê. Piştî Zanîngeha Stembolê diqedîne dest bi nivîsandinê dike. Di kovarên wekî Çirûsk, Asîva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine weşandin, di çend malperan de nivîskarî kiriyê û hîn jî dike. Pirtûka wî ya yekem Helbestên Dînik e. Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîs amede kirine, pir filmên biyanî wergerî Kurdî kiriye. Çend mînak jê ev in:

Malena

Rabbit Proof Fence

The Road to Guantanamo

Occo Mahabad albûmên xwe yên helbestan bê mafên telîfan di înternetê de parve dike. Her wiha bi xebatên xwe yên teknîkî jî tê naskirin. Heya niha gelek bernameyên kompîturê ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin. Ji bo standartkirina zimanê teknîkî bi navê “Nivîsên Teknîkî” e-pirtûkek amade kiriye û li ser malperan tê belavkirin. Çend bernameyên kompîturê yê ji aliyê Occo Mahabad ve hatine Kurdîkirin ev in:

WinRAR

Ccleaner

Revo Uninstaller

Ji bo termên kompîturê were nasîn, xebata "Ferhenga Termên Kompîturê" amade kiriye û di malperan de belav kiriye.

Albûmên Occo Mahabad:

Helbestên Dînik

Dem

Helbestên Bijare

Pirtûkên Occo Mahabad:

Helbestên Dînik, Helbest, Weşanên Ava, 2012

Êşên Qehpik, Helbest, Weşanên Do, 2013

Rondikên Binevşê, Helbest, Weşanên Do, 2016

Dem, Helbest, Weşanên Na, 2017

Bi Dizîka Were, Helbest, Weşanên Na, 2018

Antolojiya Helbestvanên Nûjen-Helbestvanên Bakur, Weşanên Na, 2019

Gotinên Pêşiyan û Nifirên Kurdan, Weşanên J&J, 2020


ÇAVKANİ

https://www.bernamegeh.org/jiyana-occo-mahabad/ 

https://occomahabad.wordpress.com/tag/malena-kurdi/

https://occomahabad.wordpress.com/tag/rabbit-proof-fence-kurtce/ 

https://occomahabad.wordpress.com/2016/04/15/filme-the-road-to-guantanamo-temase-bikin-2/

https://navkurd.net/author/tcekdar/

https://candname.com/author/occo-mahabad/

Nivîsén tékildar

Îsmaîl Heqî Şaweys

Îsmaîl Heqî Şaweys li Mûsilê di sala 1894an de hatîye dinyayê, di 12 Gulana 1976an de çûye ser dilovanîya xwe. Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kirîye û li Bexdadê temam kirîye. Dû re, li Îstanbulê Herbîye xwendiye û wek milazimê duyem tevî artêşa Usmanîyan bûye. Di şerê Balqanan de li Selanîkê dîl ketîye. Pişt re, vegerîyaye Îstanbulê û di Cenga Cîhanê ya Yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Usmanîyan de şer kirîye. Di Sibata 1918an de vegerîyaye Silêmanîyê ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û Îngîlîzan de şer hebû. Îsmaîl Heqî Şaweys di nav berxwedana Kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi Îngilîzan re hevdîtinan dike...


Mela Ehmedê Palo

Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatîye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina Kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kirîye “Güllüce”.) Di roja 9ê Gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye...


Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane...