Nivîskar: Zeyneb Yaş
Mihemed Arif Cizîrî yê ku naskirîye bi navê Mihemed Arif Cizrawî, Babê Kerîm, di sala 1912an de li Cizîra Botan, li taxa Mîr Elî çavên xwe li jiyanê vekirine. Navê babê wî Arif Mihemed Kerîm û yê dayîka wî ‘Edla Reşîd e. Bi navê Salih birayek wî û bi navê Fatima û Asiya du xwişkên wî hene.
Ew hêşta du salî ye şerê cîhanê yê yekê destpê dike û babê wî bi hukma leşkerî dibin şer, babê wî ji şer venagere, kes nizane çi bi serê wî de hatîye. Bi hilweşandina Dewleta Osmanî re qeyran, şer, xela, sefalet û hejarî dibe qedera hemû kesê li vê herêmê. Ji ber wê çendê jî ji bo peydakirina gezik nan gel bi derbederî dijî. Mihemed Arif, bi sêwîtî mezin dibe û hê di temenek piçûk de mecbûr dimîne dikeve nav handana kar û barê debarê. Ligel xwişk û birayê xwe alîkarîya malbatê dike û ji kanîyên berkenarê Şetê Botan bi qantiran avê ji malmezinan re dikişîne, pê debara xwe dikin. Lê bi avakirina Dewleta Turkîyê re şert û mercên Kurdan yên civakî, sîyasî û aborî yekcar xirab dibe, hidûd li derdora Kurda yekcartir tên dorpêçkirin, Kurd ji hev tên dûrxistin. Mihemed Arif jî tevî xalanên xwe diçe karê qaçaxê. Li ser hidûd tevî xalanên xwe di sala 1925an de tê girtin. Wê çaxê ji ber barê wan ê sîleh, titûn û hwd. wan sîyasî dihesibînin û dibin hefsa Diyarbekir. Her di wê hingavê de li bakurê Kurdistanê serhildana Şoreşa Azadîyê ya Şêx Se’îd û hevalên wî li dar e.
Ji arşîva Hasan Guner
Malxalanên Mihemed Arif ku bi eslê xwe Şingalî ne û ji binemala Şekir Axa ne, li rexê başûrê Kurdistanê dimînin. Ji ber hejarî û neçarîyê gelek cara malxalanên wî harîkarîya wan dikin û li ser wan dibanin. Mihemed Arif jî tevî xalanên xwe diçe karê qaçaxê. Li ser hidûd tevî xalanên xwe di sala 1925an de tê girtin. Wê çaxê ji ber barê wan ê sîleh, titûn û hwd. wan sîyasî dihesibînin û dibin hefsa Diyarbekir. Her di wê hingavê de li bakurê Kurdistanê serhildana Şoreşa Azadîyê ya Şêx Se’îd û hevalên wî li dar e. Bi hêceta malên qaçax ji bo piştgirîya vê serhildanê ye Mihemed Arif û xalanên xwe tên mehkemekirin. Her di wê dema wî ya di hefsê de ye Şêx Se’îd û çil û şeş hevalên wî tên daliqandin. Ji ber ku temenê wî piçûk e ji ber sizadana sêdaredanê xilas dibe. Di sala 1928an de jî ji ber manevrayên stratejîk ku Dewleta Tirkîyê dixwest pê serhildana Agirî ya bi pêşengîya Ihsan Nûrî Paşa têk bibe efûya giştî derdixe, wê demê Mihemed Arif Cizîrî jî bi ber vê efûyê dikeve û vedigere ser warê bab û kalê xwe.
Paşxaneya hunermendîya wî
Cizîra Botan, warê mîr, alim, zana û hêlîna hunermend, dengbêj û dengxweşan bû di zarokatîya Mihemed Arif Cizîrî de. Ew di civatek hunerhez, xwedî gencîneyek dewlemend, ji muzîk û folklora resan a Kurdî têr û tije de mezin dibe. Klam û stranên dengbêjî, çîrok, destan û efsaneyên warê Ehmedê Xanê, qesîde û tasawûfa felsefeya Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran, ilmê Ebû’l Îz El Cezîrî yê mûcîd, eşq û evîna Mem û Zînê dibe serkanîya hunera wî ji ser zarê dayîka wî ‘Edlayê.
Dayîka wî ‘Edla Xanim, dengbêjek bernîyas bû, bi klam û stranên resen, bi çîrok, serhatî û qesîdeyan, li Cizîra Botan, bi dengxweşî û dengbêjîya xwe dihate naskirin. Ew di serdema dengbêj û dengxweşên dema xwe yên wekî Celoya Kor(Celîla Leylê), Êmoya Cizîrî(Dayika hunermend Remezan Cizîrî) û Nûrêya dayika hemû hunermendên Cizîrê ‘Edûyê Nûran de bi nav û deng dibe ku ev dengbêj tevde kartêkirinek mezin li ser bingehê hunera Mihemed Arif Cizîrî jî dikin.
Li Cizîra Botan gelek govend, şahî û aheng bi stran, klam û bêlîteyên dayîka Mihemed Arif ‘Edla Xanim û dengbêjên navborî tên gêran û gelek pîrozbahîyên wekî sinetkirinê, xitimkirina Qur’anê, vegera hecîyan ji hecê bi qesîde û mewlûda wan dixwend dihatin pîrozkirin.
Piştî ku ji hefsê derdikeve çend rojan li Cizîrê dimîne Mihemed Arif, dûre êdî pê zane ku nema dikare li warê bab û kalê xwe bijî ji ber rewşa sîyasî ya wê demê, ji ber nebûna şert û mercên aborî berê xwe dide başûrê Kurdistanê ku wê demê di bin desthilatdarîya Îngilîzan de ye, şert û mercên aborî lê baştir in. Mihemed Arif, berê xwe dide bajarê Zaxo ku wê demê Zaxo wargehê gelek derbederên Cizîrî ye. Navdarên Kurd ên wekî Elmas Xan, Meyrem Xan, Se’îd Axayê Cizîrî(Se’îdê Hemo) û hwd li wir in, lê Mihemed Arif ligel birayê xwe Salih ji bo kar diçin Mûsilê. Piştî demekê jî ew li Mûsilê dest bi karê sunetkirinê dike, dever bi dever digere, pê re jî li nav civatên başûrê Kurdistanê stran û klaman berhev dike.
Di sala 1932yan de keçeka bi navê Nazdar ku ji Colemêrgê ye ji xwe re dixwaze û di sala 1933an de jî jiyana xwe ya xêzanî pêk tîne. Ji wan re kurek bi navê Kerîm(çar kur û sê keçên wî çêdibin) û keçek bi navê Asiya(heta dawîya jiyana xwe nazewice) çêdibe.
Ji arşîva Babê Mêvan
Debara malê û Ezgehê Kurdî
Ji sala 1926an û pê de gelek şîrketên Îngilîz, ‘Ereb û Cihû li Bexda dengê nû dixin ser qawanan. Cara pêşî hunermenda Kurd Elmas Mihemed(Elmas Xan) di sala 1928an de stranên xwe li ser qawanê tomar dike. Di sala 1929an de, Meyrem Xan dûre jî Se’îd Axayê Cizîrî, Kawîs Axa, Seyîd ‘Elî Ezxer Kurdistanî, Mella Kerîm Efendî, Sêwe û hwd gelek stranên Kurdî xistine ser qawanan, nav û dengê wan li seranserî Kurdistanê belav bûye. Wê demê Mihemed Arif xortek bi klam û stranên Kurdî têr û tije ye, pêwendîya wî bi van hunermendên navborî re çêdibe. Ligel Meyrem Xanê di sala 1934an de cara pêşî dengê xwe dixe ser qawanê. Heta sala 1939an vekirina Radyoya Bexda Êzgehê Kurdî stran û klaman li ser 14 qawanan tomar dike. Piştî ku bi van qawanên wî nav û dengê wî belav dibe, bi tembûra xwe li seranserî başûrê Kurdistanê digere, bi temamî jiyana xwe ji stranbêjîyê re terxan dike. Gelek stranên xwe bi duqolî ligel Meyrem Xan, Elmas Xan, Hesen Cizîrî dixweyne. Bi hunermend Mihemed Arif Cizîrî re cara pêşî hunermendek Kurdê misilman li başûrê Kurdistanê tembûrê dijene û pê re stranan dibêje. Ew bi tembûra xwe ya ku ji 14 perdeyan pêk tê, ku ji malxalanên xwe yên Êzîdî fêr bûye, pê klamên folklorî û yên xwe bi selîqeyek resenî dijene û dibêje.
Di sala 1946an de ligel hunermend Remezan Cizîrî û çend kesên din komeke olî ava dikin, di rojên sineta zarokan, rojên olî yên pîroz de, di mewlûdan de qesîde, mewlûd û îlahîyan dixweynin, li gelek deverên başûrê Kurdistanê digerin. Heta sala 1949an li gelek koçk û dîwanên axa, giregir û xweyayîyan amade dibe, gelek aheng, dawet û şahîyan digêrîne û debara xwe bi huner û sunetkirinê dike. Lê piştî ku zarokên wan çêdibin nema dikarin bi pereyê sunetê debara xwe bikin, bi birayê xwe re li Duhokê akincî dibin û xwaringehekê vedikin, piştî demekê hal û wextê wan xweş dibe. Her di heman salê de diçe Radyoya Bexda Êzgehê Kurdî dest bi stranbêjîyê dike heta ku di sala 1974an de xaneşîn dibe. Li radyoyê nêzîkî 300 stranan dixweyne û heta dawîya jiyana xwe bi sedan klam û stranên gelerî yên Kurdî dixweyne ku hejmara wan heta vê gavê jî nayê zanîn. Babê Mêvan ku yek ji daxbar û dostê wî ye, vê arşîva wî berhev dike lê li gor gotina wî tevî xebata hewqas sal jî hîna gelek stranên wî nedane hev.
Di sala 1961an de, bi Hesenê Cizîrî û Îlyas Hacînî re diçe radyoya Kirmanşahê ya Îranê. Li Kirmanşahê seredana hunermendê navdar Hesen Zîrek dike. Bi hev re çend stranan tomar dikin û di çend stranan de ew ji Hesen Zîrek re li tembûrê dixe.
Mihemed Arif Cizîrî, di sala 1966an de, li ser daxwazîya Asûrîyan diçe Kuweytê. Li Kuweytê, bi dengbêjên Ereb re çend konsertan digêrîne. Li gorî nivîskarê hêja Konê Reş jî dibêje, ew di sala 1968an de diçe Qamişloyê, li Seyrangeha Gerbîs konserekê dide. Li wir dibe mêvanê Ermenîyên Qamişlo û rêzek mezin lê digrin. Her wisa di sala 1973yan de, bi Gulbahar û Îsa Berwarî re diçe Lubnanê. Li Beyrûdê çend konsertan didin, paşê jî beşdarî festîvala Ba’edrê dibin ku ev festîvala çand û hunerî gelek bi nav û deng e û di astek navneteweyî de li Libnanê tê sazkirin. Li Lubnanê hevnasîya wî û hunermend Se’îd Yûsiv çêdibe, li mala wî dimînin û bi hev re çend konsertan saz dikin. Di sala 1970yî de beşdarîyê di çendîn ahengên niştimanî de dike, di heman salê de, ligel hunermendên Tv û radyoya Bexdayê; Elî Merdan, Tahir Towfîq, Hesen Cizîrî, Îlyas Xizir, Husên Nîmet û çendîn hunermedên dî yên bi nav û deng re ahengên Newroza Kerkûkê, Silêmanî û Hewlêrê digêrînin û bi coşek mezin gel pêşwazîya wan dike ji ber ku bi destkeftinên mafê otonomî ya 11 Adarê bi van şahîyan gur û geş dibû.
Hunermend Mihemed Arif Cizîrî di sala 1974an de ji Radyoya Bexda xaneşîn dibe. Lê ew her bi tembûrê stranbêjîya xwe berdewam dike. Li gor pêzanînên heyî, bi rêgeznameya xwe ya Iraqê ligel hunermend Hesen Cizîrî di sala 1956an de diçin bajarê Amedê, bi Celal Sesiguzel re çend şevbêrkan digêrînin. Di sala 1978an de dema hunermenda navdar Eyşe Şan diçe Iraqê, daxwazîya wê ya mezin dîtina hunermend Mihemed Arif Cizîrî ye. Piştî konsera xwe ya li Duhokê diçe serdana Mihemed Arif Cizîrî. Mihemed Arif Cizîrî, Eyşe Şan û Îsa Berwarî li mala Îsa Berwarî bi hev şevekê digêrînin û kasetekê bi amatorî tomar dikin. Di sala 1979an de diçe hecê. Piştî nexweşîya çendekî, di sala 1986an de li nexweşxaneya Azadî ya Duhokê diçe ser dilovanîya xwe. Ji alîyê hindek dost, hunermend û hezkirîyên wî ve li goristana Şaxkê ya Duhokê tê alîgorkirin. Piştre hevjîna wî, di sala 1991ê de Kerîmê kurê wî ji ber celta dilî emrê xwidê dikin. Keça wî Asiya jî di sala 2000î diçe ser dilovanîya xwe.
Di berdewamîya 74 sal ji temenê xwe hunermendê navdar Mihemed Arif Cizîrî, li dû xwe yên tên zanîn 36 qawan, 300 stranî bêtir li Radyo û Tvya Bexda tomar kirine, ji ber dengê wî li aheng û şevbêrkan bi sedan kaset, kasetên vidyoyî hatine tomarkirin. Li ser jiyan û hunera wî di sala 1986an de pirtûkek ji alîyê rewşenbîr û nivîskarê hêja Sekvan Evdilhekîm ve bi navê “Mihemed Arif Cizîrî; Kewê Ribat” li Bexda hatîye nivîsandin, çap û belavkirin. Di sala 1992yan de ji alîyê nivîskar Ehmed Cizîrî ve bi navê “Mihemed Arifê Cizîrî; Stranbêjê Mirovperwer” hatîye nivîsandin, li Bexda hatîye çap û belavkirin. Di sala 2012yan de Karker Abid Silêman lêkolînek berfireh li ser jiyan û hunera wî ji bo Zanîngeha Selahadîn Beşa Muzîkê, bi navê “Mihemed Arif Cizîrî; Jiyan û Berhem” encam daye.
Bi gewrîya xwe ya zêrîn, bi damax û hişê xwe yê xurt xezîneyek mezin bû ji huner, stran û klama Kurdî re Mihemed Arif Cizîrî. Li nav hemû beşên Kurdistanê û hemû birrên Kurdan, heta xelkên ji netewên dî yên wekî Suryan, Asûrî, ‘Ereb, Ermen û li nav Tirkan heta vê gavê jî yek ji navdar û naskirîyê hunermendê Kurd e.
Jêder:
Ji ser zarê Sekvan Evdilhekîm û hevpeyvîna li ser Radyoya Bexda
Ji ser zarê Babê Mêvan, xwidanê ‘Tomargeha Mihemed Arif Cizîrî’
Ji ser zarê Ehmed Zero, lêkolîner û folklorîst
Mehmûd Begîk, “Jiyana Mihemed Arifê Cizîrî(1912-1986)”,
http://www.kovarabir.com/mahmut-begik-jiyana-mihemed-arife-ciziri-1912-1986-bulbule-Kurdistane
Ehmedê Cizîrî, Ji pirtûka wî ya bi navê “Mihemed Arifê Cizîrî, Stranbêjê Mirovperwer”
Kakşar Oremar, gotara; “Ji girtîgeh û avkêşîyê heya efsaneya Mihemed Arifê Cizîrî”,
http:// www.pydrojava.net/ku/index. php?option=com_content&view=article&id=576:kakar-oremar-ji-girtigeh-u-avkeiye-heya-efsaneya-mihemed-arife-ciziri&catid=42:cand-u-huner-&Itemid=60
http://www.bydigi.net/sanatci-tanitimlari/156365-mihemed-arif-ciziri.html. http://www.ozgurlukatesi.net/cand-huner-u-weje/10750-mehmet-arif-cizrawi-ciziri.html
ÇAVKANÎ
Kovara DILOP, hejmar 3, 2020
Nivîsén tékildar