Nivîskar: Mehmet Oncu
Kelaha Nû (ya li Kolik/Gexte-Semsûr)
Avahiya jê re “Keleha Nû” tê gotin, di nav gundê Gexteya Kevn(Kocahîsar) de cih digire ku berê nîveka navçeya Gexteyê bû(dûra ev navçe veguherandin kirin gund). Gexteya Kevn, 60 kîlometre dûr, li bakurrojavayê parêzgeha Semsûrê cih digire. Navbera vî gundî û navçeya Gexteyê 26 kîlometreye, gund li bakurê navçeyê hatiye avakirin. Kes nizane ku ew keleh cara pêşin di kîjan serdemê de hatiye avakirin. Tê texmînkirin ku ev avahî cara pêşin di serdema êl û hozên Huriyan de hatiye çêkirin. Lew ku li herêmê gelek kavilên bajardewlet an kelehdewletên ku ji serdema Huriyan mane hene. Piştî Huriyan wê kelehê serdemên weke Ûrartû, Komagene, Roma, Bîzans, Sasanî, Eyûbî, Selçûqî, Memlûkî, Osmanî û Komara Tirkiyê dîtine. Keleh li ser zinarekî ku 350 metro bilindahiya wî heye hatiye avakirin, cihê ku ew lê ji 3 aliyan ve asê ye, wergirtina wê kelehê ya di wan hêlan re tu caran pêk nayê. Berê kelê ber bi navçeyê (gund berê navçe bû) ye. Keleh ji du beşan pêk tê, ji van yek qesra hundir a din qesra der e. Di navenda vê kelehê de gelek cihên weke bedesten, qesr, çarşî, zindan hene.
Kelaha Nû (Deriyê Têketanê): Li ser deriyê kelehê, kîtabeyeke bi dirêjiya 240 santêm û firehiya 50 santêman heye. Di wê kîtabeya ku ji 3 rêzikan pêk tê de, bi tîp û zarê Erebî dibêje; “Ev keleh piştî zayînê di sala 1286 an de ji hêla Aybek-El Dewadar, El-Şemsî ve hatiye restorekirin.”
Mescîda Li Kelaha Nû: Mescîda di nav avahiya vê kelehê de li aliyê rojava hatiye avakirin. Mescîd di hundir de bi tonozeke dişibe dergûşê girtiye, serê wê rast û dûze. Li dîwarê qibleyê mescîdê kemereke tûjik û mîhraba wê heye. Li rojavayê vê mescîdê kitabeyeke bi Erebî heye. Kîtabe wiha dibêje; “Ev birc, di sala 1291ê de, ji hêla efendiyê me Akkuş EL-Aydumriye ve hatiye avakirin.”
Zindana Keleha Nû: Ew zindana di nav avahiya vê kelehê de du qat di binê mescîdê de ye. 4 eywanên wê hene, di avahiya wê de kevirên hatine birîn, yanê nehît hatine bikaranîn. Eywana orteyê ji bo dîlgirtiyên di dema şer de ye. Ew zindan ji hêla dîrokzanê Alman, Friedrich Karl Dorner ve di navbera salên 1968-1975 an de hatiye restorekirin.
Istesyona Kevokan ya Keleha Nû: Di baweriya Îslamî de kevok, bi hev ve girêdana mal û malbatê sembolîze dike, heman balinde di baweriya Xiristiyaniyê de jî ruhê Xwedê dinûnerîne. Berê bi gelemperî boregeh û kevokxane li qeraxên avan dihatin çêkirin, ku kevok karibin bi rihetî pêdiviya xwe ya avê pêk bînin. Li keleha nû jî ew rewş li ber çavan hatiye girtin û istesyona wan li hêla Çemê Gexteyê hatiye avakirin. Boregeha li vê kelehê li başûrê kelehê hatiye çêkirin, mirov bi silemeke nepen (niximandî) dikare dakeve boregeha kevokan. Lew ku di dîrokê de boregeh ji bo ragihan û komînîkasyonê hatine bikaranîn.
Sarinca Keleha Nû: Sarinc, cihê ku ji bo av gihandina hev û veşartina avê tê bikaranîn e. Berê bi gelemperî sarinc di bin erdê de dihatin çêkirin. Sarinca vê kelehê di beşa serayê de hatiye pêkanîn. Li vê kelehê du sarinc hene û di nîveka latan de ji zinarên xwezayî hatine necîrandin.
Qada Parastinê Ya Keleha Nû: Bêguman armanca avakirina kelehan parastine. Lew ku keleh, berewaniya cihê ku lê hatine avakirin û derdora wê dikin. Ên ku di serdema êl û hozên Huriyan de hatine avakirin ne tê de, bi piranî di navbera keleh û wargehan de navberek heye. Bi vê rêgezê kesên sivîl û bêguneh ji qedaya şer dihatin parastin. Di serdema Huriyan de ne wîsa bû, çima ku di wê serdemê de bajar, yanê wargeh bixwe di nav kelehan de bûn. Ji xwe wargehên wan bi piranî bi şêwaza bajardewlet, yan jî kelehdewlet bûn. Keleha Gexteyê, yanê keleha ku xelk jê re “Keleha Nû” dibêje, bi rêgezeke balkêş hatiye çêkirin. Di avakirina wê de teknik û rêgezeke têkûz hatiye şopandin. Keleh li ser zinarekî xwezayî û zor mezin hatiye avakirin. Hêleka wê ber bi Gexteya Kevn, hêleka wê jî li Çemê Gextê dinêre. Keleh ji hucreyên li rex hev pêk hatine. Di her hucreyekê de pencereyên ku berê wan ber bi derve ne hene. Her wiha bi vê rêbazê kesên ku di kelehê de dijîn, dikarin xeteriyên ku ber bi kelehê de tên bibînin. Ji kavilên hucreyan tê famkirin ku ev keleh li ser du qatan hatiye avakirin.
Bircên Keleha Nû: Di parastina kelehan de birc, cihê berxwedan û berevaniyê yên herî pêşî ne. Di keleha Gexteya Kevn de (Keleha Nû) birca 4an û birca 9an, him di hêla fonksiyonî de, him jî di hêla dîtbariya bedewiya kelehê de xwedî taybetiyeke cûda û girîng in, lew ku ew herdu birc, him di parastina kelehê de xwedî rol in, him jî kelehê xweş didin xuyakirin.
Birca 4emîn, di bin mescîdê de ye. Dîwarê wê ji kevirên şehkirî hatine avakirin û di binê wê de zindanek heye. Di hindirê mescîda wê de kîtabeyek heye, ew kîtabe, di derbarê serdema xwe de rewşa mescîdê vedibêje. Rengê kevirên ku ev birc pê hatiye avakirin, li gor kevirên avahiyê yên din hunekî din tarî ye. Bi vê yekê avasazê wê ciyawaziyeke xweşik derxistiye pêş.
Birca kelehê ya 9emîn li hêla rojhilat cih digire. Pişana wê çargoşe ye û ew jî wek birca 4emîn ji kevirên şehkirî hatiye avakirin. di deriyê wê yê têre ketinê de kîtabeyeke ku bi zarê Erebî û tîpên Erebî hatiye nivisîn heye. Di avahiya bircê de, weke xeml stêrên ku 12 pîjên wê ên ronahiyê hene hatine bikaranîn. Kîtabeya li ser deriyê vê bircê wiha dibêje:
Bi navê Xwedanê ku Rehman û Rehîm e!
Ev birca bimbarek, di serdema, kurê el-Siltan el-Melîk el-Mansûr, efendiyê me el-Sultan el-Melîk, el-Eşref de, ji hêla ‘evdê feqîr û hewceyî Xwedê Naîbê Gexteyê Sarimîdûn Ozbek ve sala 129yan de hatiye avakirin.
Bi Çavên Yê Din ADIYEMAN, Mehmet Oncu, Weşanxaneya Sîtav, 2022
Nivîsén tékildar