logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Firat Cewerî

Nivîskar: Firat Cewerî

Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Sebeba derketina wî bi kurdînivîsandina wî bû. Ji ber ku ew bi salên xwe ên naşî hogirî nivîsandina Kurdî bûbû û bi zimanê xwe ê qedexe, bi dizî dinivîsand. Gava wî dest bi nivîsê kiribû, ji ber qedexeya li ser zimanê Kurdî, heta hingî, piştî avakirina komara Tirkiyê, tenê 9 kitêbên bi Kurdî derketibûn. Wî bi dizî dinivîsand, helbestên xwe di defterekê de dicivand û gava leşker û polisan ji xafil de digirtin ser malê, wî deftera xwe divirvirand ser diya xwe û diya xwe jî dikir şirîkê tirsa xwe. Diya wî carina deftera wî di paşila xwe de vedişart, carina jî di deverên din ên asê de vedişart ku leşker û polîsan rê nedibirin ser. Di sala 1979an de êdî dengê teperepa lingên leşkeran dihat bihîstin, hingî wî jî amadehiya xwe dikir ku têkeve ser riya sirgûnê da bikaribe bi azadî bi zimanê xwe binivîse. Gava di sala 1980 de, di 19saliya xwe de welat terikand, mecbûr mabû ku hemû deftera xwe ya helbestan ji ber bike da bikaribe helbestên xwe ên qaçax ku bi zimanê qedexe hatibûn nivîsandin ji sînor derbas bike. Wî tenê sernavên helbestan li ser kaxezeke biçûk nivîsandibû û ew kaxez di binê piziya derpiyê xwe de veşartibû. Gava wî berî cûntaya leşkerî ya 1980yî bi du mehan xwe gihand Swêdê, tiştê ku wî pêşî kir, wî ji xwe re deqtîloyek kirî û rûnişt ew helbestên xwe nivîsandin. Ew di hevpeyvîneke xwe de dibêje: “Gava ez diketim hundir û min helbestên xwe dinivîsand, min derî ji hundir ve kilît dikir û her dengek an tevgerek ku ji derve dihat, min digot belkî leşker û polis digirin ser malê. Gava min ev rewş ji mamosteya xwe ya zimên re behs kir, wê got divê ez li ba psîkolegekî wext veqetînim da ez ji vê traumayê xelas bibim. Lê min hingî li xwe danetanî ku ez herim ba psîkolog.”

Ew neçû ser psîkolog lê xwe spart edebiyatê. Wî li sirgûnê edebiyat ji xwe re kir gopalê hêviyê û xwe da ser. Piştî hatina cûntayê bi mehekê kitêba xwe ya bi navê Êrîş dikin da çapê.

Hingî ewrekî reş xwe bi ser welêt de girtibû. Bi hezaran keç û xortên Kurdan hatibûn girtin, partî û rêxistinên Kurdan darbeyên mezin xwaribûn, li tu deverê tu hêvî nemabû. Lê Firat Cewerî, bi hezaran kîlometre ji welêt dûr, bi hemû hêza xwe hewl dida ku hêviyê bide welatiyan, di tarîtiyê de bibe çirûskek ronahî. Di sala 1981 de kitêba xwe ya duduyan bi navê Mezin Dibim da çapê û di sala 1983yan de jî kitêba xwe ya bi navê Dê Şêrîn e çap kir.

Di destpêka salên 1980yî de dest bi nivîsandina çîrokan jî kiribû. Çîrokên wî bi werger û tîpguhêziya Şukur Mistefa di destpêka salên 1980yî de li Bexdayê dihatin weşandin. Herweha, di wan salan de çi kovarên Kurdî ku li seranserî dinyayê derdiketin an Firat Cewerî di redaksiyona wan de cih digirt, an jî bi awayekî aktîf bi nivîs û helwestên xwe piştgiriya wan dikir. Piştî ku di sala 1985an de kitêba xwe ya çîrokan bi navê Girtî da çapê, di sala 1987an de ji Swêdê berê xwe da Sûriyê da ku xwe bigihîne hemû hejmarên HAWARê û ji nû ve bigihîne Kurdan. Ew li Osman Sebrî û Rewşen Bedirxanê bû mêvan, du mehan li Sûrî û Binxetê ma û bi tûrikê tije berê xwe da Swêdê. Lê ji nûve çapkirina Hawarê di warê aborî de bargiraniyeke mezin bû. Berî Hawarê di du cildan de bicivîne û çap bike, dest bi kovara NÛDEMê kir û deh salan bêyî navbir weşand. Nûdemê edebiyata Kurdî li seranserî dinyayê aktuel kir û bû navnîşana nivîskarên hemû zaravayên Kurdî. Gelek nivîskarên ku îro di edebiyata Kurdî de navdar in, bi riya Nûdemê derbasî cîhana edebiyata Kurdî bûne. Wî digel Nûdemê bi navê NÛDEM WERGER jî kovarek xwerû wergerê derxist û Weşanxaneya Nûdemê ava kir. Herweha di wê navê de Hawar jî di du cildên spehî de gihand me. Digel van xebatên hêja ku edebiyata Kurdî ji nû ve vejand û xwîneke nû dayê, ew bi nivîskariya xwe jî gihişt qadeke bilind. Ew ji helbest û çîrokê derbasî romanê bû û di pêvajoya salan de, çend roman kirin malê ziman û edebiyata Kurdî. Romanên Firat Cewerî wergeriyan zimanên din jî û di çapemeniya dinyayê de pesin û rexneyên pir erênî wergirtin. Mîna di çîrokên xwe de, ew di romanên xwe de jî balê dikişîne ser gernasên nexuyayî, ên ku di quncikên xwe de hatine jibîrkirin. Ew wan derdixe rûkala dinyayê û bi wan bûyereke herêmî dixe ser riyeke gerdûnî. Di nav xet û rêzên Firat Cewerî de em pêrgî azadiya fikrê, mafê gotinê, zilma li ser jinê û riyên azadiya jinê tên. Herweha ew temayên traumatîk ku kesayetiyên Kurd û nekurd tê de vedigevizin dike mijarên romanên xwe û me dike şirîkên êş û janên wan. Ew bi edebiyata xwe sînoran derbas dike û edebiyata me dikişîne nav edebiyata cîhanî.

Kitêbên Cewerî wergeriyane Swêdî, Almanî, Erebî, Tirkî û Farisî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên Swêdî, Almanî, Erebî û Tirkî de jî cih girtine û hin bûne fîlm. Cewerî bi romanên xwe hem li Kurdistanê, hem jî li cîhanê wek romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe. Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye.

Firat Cewerî di sala 2018an de ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin. Di sala 2020an de jî Wezareta Kulturê ya Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir.

 

Kitêbên Firat Cewerî

1- Êrîs Dikin (helbest), 1980

2- Mezin Dibim (helbest), 1981

3- Dê Şêrîn e (helbest ji bo zarokan), 1983

4- Girtî (çîrok), 1986

5- Kevoka Spî (çîrok), 1992

6- Kultur, Huner û Edebiyat (gotar û hevpeyvîn), 1996

7- Gotinên Navdaran (aforîzma) 1995

8- Çîroka Malbata Evdo (romanek bi kêşan) 1999              

9- Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-Xan (roman), 1998

10- Pêlên Deryaya Reş (gername), 1997

11- Romanseke Çilmisî (çîrok), 2002

12- Antolojiya Çîrokên Kurdî (3 cild), 2003

13- Payiza Dereng (roman), 2005

14- Ez ê Yekî Bikujim (roman), 2012

15- Lehî (roman), 2013

16- Maria Melekek Bû (roman), 2014

17- Name, 2019

18- Derza Dilê Min (roman) 2020

19- Berê Gotin Hebû (Rêwîtiya Edebiyatê ya 40 Salan), 2021

 

Wergerên Firat Cewerî:

1- Dostojevsky (Şevên Spî), 1993    

2- John Steinbeck (Mişk û Mirov), 1993     

3- Çexov (Bexçeyê Vîsne), 1995

4- Samuel Beckett (Li Benda Godot), 1995             

5- Yasar Kemal (Dara Hinarê), 1998

6- Sartre (Dîwar), 1998                    

7- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga), 2000

8- Astrid Lindgren (Şûmiyên Emîl Yên Nû), 2000

9- Astrid Lindgren (Emîl Hê Jî Li Lönnebergayê Dijî) 2000

10- Barbro Lîndgren (Çîroka Apoyê Hûrik), 2000

11- Henning Mankell (Hingura Êvarê), 2002          

12- Gunilla Bergström, (Birek Bive Ye Alfons Oberg), 2002

13- Gunilla Bergström, (Alfonsê Şûm), 2002

14- Gunilla Bergström, (Alfonsê Diz), 2005

15- Gunnar Ekelöf, (Zimanekî Zindî Wernegerîne Yekî Mirî), 2005

16- Gunnar Ekelöf ( Mîrê Emgionê), 2017

17- Hjalmar Söderberg (Doktor Glas), 2017

18- Edîth Södergran (Welatê Tune), 2018

19- Pär Lagerkvist (Barabbas), 2018

20- Karin Boye (Ewr), 2022

 

Kitêbên Firat Cewerî ên wergerî Tirkî bûne:

1- Geç Bir Sonbahardı (Payiza Dereng), roman, 2014

2- Birini Öldüreceğim(Ez ê Yekî Bikujim), roman, 2014

3- Lehî, roman, 2014

4- Maria Bir Melekti(Maria Melekek Bû), roman, 2014

5- Solgun Romans(Romanseke Çilmisî), öykü, 2014

6- Karadeniz Dalgaları Pêlên(Deryaya Reş), gezi, 2018

7- Mir Celadet Bedirhan’ın Evinde(Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-Xan), roman, 2018

8- Kırk Yıllık Edebiyat Yolculuğum(Rêwîtiya Edebiyatê ya 40 Salan), 2020

 

Kitêbên Firat Cewerî ên wergerî Swêdî bûne:

1- Jag Kommer Att Döda Någon, 2018

2- Svarta Nattens fånge

3- Maria Var en Angel

 

Kitêbên Firat Cewerî ên ên wergerî Farisî bûne:

1- Kevoka Spî

2- Ez ê Yekî Bikujim

 

Kitêbên Firat Cewerî ên wergeriyane Erebî:

1- Kevoka Spî

2- Romanseke Çilmisî

3- Kêzika Bênav

 

Kitêbên Firat Cewerî ên wergeriyane Almanî:

1- Kevoka Spî

2- Ez ê Yekî Bikujim

Nivîsén tékildar

Mervan Serhildan

Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandîye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha di derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendîyê (Midûrîya Karên Rêveberiya Dadgehê)...


Leylana Sidîq

Nivîskar Leylana Sidîq di sala 1979ê de li gundekî Licê ku navçeya Amedê ye, ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li navenda Amedê dixwîne. Piştî qedandina dibistana seretayî, ji ber sedemên malbatî mala xwe bi malbatî bar dikin Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd ên li dibistanên Stenbolê nikare perwerdehîya xwe berdewam bike. Piştî gelek salan bi rêya zewacê vedigere Amedê û li wir perwerdeyîya xwe ya nîvco temam dike û dibistana bilind dixwîne...


Azad Zal

Lêkolîner, nivîskar, helbestvan, rojnameger, wergêr û rexnegirê wêjeyî Azad Zal, di 8ê Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulamîran) ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatîye dinyayê. Lawê Hesîbe û Emîn e. Ji alîyê dê de ji gundê Farqîna Amedê Şêxdawûdan,  ji Mala Qolê ye.  Ji alîyê bavê de ji Kerxa Zirka û Zozinca Amedê ji mala Emer Keya ye.