logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Eşîra Pencînarê

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

Diyar e ku împeretorî, dewlet û mîrgehên Kurdan ên ku hebûne, bi eşîrên Kurdan ava bûne. Eşîr jî ji bavikan, bavik jî ji malbatan û malbat jî ji kesan pêkhatine. Heta niha pir kêm lêkolînên zanistî li ser Eşîrên Kurdistanê hatine kirin. Ji ber hindê desthelatîya eşîran sergirtî maye û jiyana wan nebûye babetên lêkolînên zanistî. 1995-96 dema me lêkolîneke berfireh li ser Mîrektiya Zozanê Şerefdînê û piştre ji 2005-06 li ser Eşîra Pencînarê da kirin, derket holê ku sîstema eşîrên Kurdistanê jî, herwekî sîstema dewlet û mirgehên Kurdistanê bûne. Bêguman eşîrên Kurdistanê kultura xwe ya îdarî, ji mîrektîyên Kurdistanê wergitine.

Mîrektîyên Kurdistanê jî, kultura xwe ji dewletên Kurdan wergirtine. Ji ber hindê pir girîng e ku sazîyên zanistî ya Kurdî lêkolînên berfireh li ser desthilatîya eşîrên Kurdistanê bikin.

Di serokatîya piranîya eşîrên Kurdistanê de, çendî ku kesek bi navê AXA hebûye jî, lê mecliseke eşîrê jî hebûye. Ji her bavikekî eşîrê, yan ji her eşîreke ku girêdayê bi eşîra sereke ve bûye, nûnerekî wê di meclisa bala de hebûye û kincên li wan jî taybetî bûne da bêtin naskirin. Di binê çavdêrîya eşîrê de dadgeh, girtîgeh, sezayê sirgûnê jî hebûne. Yek ji wan eşîrên Kurdistanê ya bi vî rengî, Eşîra Pencînarê bûye ku di pirtûkeke lêkolîna me de bi rêküpêk hatiye diyarkirin

Cih û Warên Eşîra Pencînarê:

Cihê ku niha Eşîra Pencînarê lê ye, Çiyayê Gurdilan û Deşta Xerzan e. Ew herêma ku bi navê Deşta Xerzan hatîye binavkirin, behnava wê weha ye: Ji binê bajarê Hezo dest pê dike û berûber bi çemê Xerzan re ber bi başûr ve dikişe, rast çûye di kevîya herêma Reşkotan re dibihûre û li binê bajarê Qûbînê berê xwe daye Rojhilat û çûye di Ridwanê re derbas bûye, gihaye ser kevîya Çemê Dîcle û Botanê. Ji wirê ber bi bakûr ve di qûntara çiyayê Reşan re çûye xwe gehandîye herêma Babosîyê û dîsa ber bi Rojava ve çûye gehaye binê bajarê Hezo kevîya Çemê Xerzanê.

Çiyayê Gurdilan jî ji Rojhilata Deşta Xerzan dest pê dike û bajarê Misircê ji aliyê bakûr ve xistîye hembêza xwe, heta digihije ava Çemê Başûran û çem û çem ber bi başûr ve çûye, aqarê xwe gehandîye heta Bêtilê û kevîya Ava Mezin ango devera ku ew çem hemû gehane ser hevûdu.

Li Deşta Xerzanê û li Çiyayê Gurdilan, gelek gundên şên û boş ên Eşîra Pencînarê hene û wek bajar tenê Misirc (Kurtalan) e ku wek navenda Pencînaran hatîye naskirin. Hin ji wan gundên eşîrê ev in: Eynik, Eyngesr, Eyndar, Hishis, Telîba, Darê, Başûra, Çayê, Baqird, Pirişm, Binof, Selind, Erenz, Darosil, Haf, Eynxela, Bîşêr, Tureş, Xirbepero, Bêtahm, Bastoqa, Marib, Gozerdel, Batas, Kelemeran, Bîra Kirêdîya, Kuşana, Eyngerm, Hiler, Seles, Hemdûna, Kanîsork û hwd. Li gor hin çavkanîyan li dora 120 gundên eşîrê hene. Hin ji van gundan pirî xweş in, Gotinên Pêşiyan jî li ser wan hatine gotin, wek minak: "Eynik û Eyndar, Bêkend û Minar, xweştir in ji textê xwendkar."

Bavikên Eşîra Pencînarê:

Li gora lêkolînan, heft bavikên Eşîra Pencînaran hene, lê çend bavikên biçûk jî hene, ew zêde nehatine naskirin. Çendî ku bavik xwe eşîreke tenê dihesibînin, lê Neteweyê Kurd her yekê wan bavikan eşîreke serbixwe dibîne.

Di hin çavkanîyên biyani de jî Eşîra Pencînarê wek heft eşîr hatine xuyakirin û peyva pencînarê herwekî nav be bo hemiyan.

Çewa ku nivîskara Swêdi Barbroyê di pirtuka xwe ya bi navê "Oster Om Eufrat" (Rojhilata Firatê) de nivîsîve û nexşeyek jî tê de bi cih kirîye, bi sedan navê eşîrên Kurdistanê nivîsîve, herweha navê eşîra PENCINARê jî di nexşeyê de wek eşîreke sereke daye xuyakirin û her heft bavikên wê jî, wek eşîrên girêdayê pê ve daye nasandin. Heft baviken Eşîra Pencînarê ev in:

Bavikê Kejikan

Bavikê Kurdikan

Bavikê Mala Faro

Bavikê Mala Şemdîn

Bavikê Miradan

Bavikê Mûsikan

Bavikê Welîyan

 

Peyrewên Eşîra Pencînare Misilmanên Sunî û ji reçika Şafiî ne. Lê sê gundên wan hene ku Ezdayî ne.

Du eşîrên dî jî hene ku Eşîra Pencînarê, wan wek pismamê xwe dibîne, yek Eşîra Silogan û ya din Eşîra Elikî ye. Rîhspîyen eşîran dibêjin ku pêşîyê wan sê bira bûne: Yek bi navê Penco, yek bi navé Silo û yek bi navê Elo bûye.

Sistema idareya Eşîra Pencînarê:

Meclisek bi navê Meclîsa Bala, ya Eşîra Pencînarê hebûye. Ji her bavikekî eşîrê, kesek an du kes endamên meclisê bûne. Ew kes, kesên wisa bûne ku di nava bavikê xwe de pêbawer, dirust, rastgo û mirovperwer bûne. Bi biryara bavikan ew kes diçûn Civata Bala ya eşîre, Serokê eşîrê ku bi navê axa hatibû binavkirin jî, çi biryareke ku bida, erêkirina nûnerê endamên meclisê werdigirtin û hêj ew biryar ji eşîrê re dibû wek yasa. Endamên meclisa bala ya eşîrê, kinceke wan a taybetî bi navê EBA hebû, hertim li xwe dikirin. Îcar ew dema li derva digeriyan û ku ew eba li wan bûya, her kesî dizanibü ku ew endamên meclisê ye û rézmendiya xwe jê re werdigirtin.

Serokatîya Eşîra Pencînarê:

Li gor lékolînan û gotinên rîhspîyên Eşîra Pencînarê, ev e 250 sal in serokatîya eşîrê di destê Mala Faro de bûye. Herweha ji vê malbatê gelek peya û mêrxasên mezin derketine û dilqekî mezin dane leyiztandin.

Diyar bûye ku di Mala Faro de heta deh bavan jî, tev bi destên leşkerên Împeretorîya Osmanî, hinek jî bi destên leşkerên Komara Tirkiyê hatine kuştin. Gora gelek ji wan mêrxasan hê jî ne diyar e.

Şerê Eşîra Pencînarê bi Împeretorîya Osmanî re:

Di Sedsala 18 û ya 19an de Eşîra Pencînarê, sê şer bi Împeretorîya Osmanî re kirine. Di şerê pêşi de eşîr bindest bûye û hemû gundên wê şewitandine. Lê di şerê duyem de Osmanî bindest bûne û bêgav mane bi eşîrê re peymana aştîyê çêkirine. Hetanî 1924an leşkerên Osmanî (Komara Tirkiye) nediketin nava aqarê Eşîra Pencînarê ku sînorên nexşeya wê, dema di peymanê de hatibû kifşkirin.

Dema Qasimê Ozman serokê Eşîra Pencînaran bûye, herêma Xerzane mîrektîyeke serbixwe û girêdayê bi Împeretorîya Osmanî ve bû. Li bajarê Zoqê Mîrê Kal, mîrektîya herêmê dikir. Wê demê şerekî xwîndar li Karmelîha Sasonê di navbera eşîrên Kurd û leşkerên Osmanî de çêbûye û gelek leşkerên Osmanî hatine kuştin. Padişahê Osmanî gotiye: "Eger Mîrê Kal çavên xwe ji eşîrên Kurd re negirtiba, zora me nedibirin."

Împeretorîya Osmanî Mîre Kal vexwendiye Stenbolê û li wirê dest danîne serê. Di şûna wî de serbazek bi navê Ebdurehman Paşa bi payeya Musellim hinartine Keleha Zoqê û wek Mîrê Xerzanê dest bi kar kiriye. Ebdurehman Paşa demildest eşîrên herêmê (Babosî, Pencinarî, Siloqî, Elîkî) xeberdar kiriye ku ew muselim e û mezinê herêma Xerzanê ye.

Qasime Ozman ê mezinê Eşira Pencînarê, xeber hinartiye pey Purtoyê mezinê eşîra Elîkan, Xalidê Hamid ê mezinê eşîra Babosîyan û Silêyê mezinê Eşîra Siloqan, da werin koçka wi. Piştî hatina wan serokeşîran, Qasimê Ozman gotiye wan: "Eger hun tev bi min re bibin yek, ez hikmê vî Muselimê Osmanî li ser xwe qebûl nakim. Em ê herin bêjin wi; divê tu ji virê herî û Mîrê Kal were cihê xwe. Eger daxwaza me bi cih anî ji xwe baş e, eger na, em ê wî bikujin."

Ew her sê serokeşîr bi Qasimê Ozman re bûne yek, tevî 100 şervanên siwarî yên Pencînarî çûne bajarê Zoqê. Qasimê Ozman gotiye şervanên xwe: “Gava min destê xwe avêt simbêlê xwe û bada, hûn lêxin û Muselimê Osmanî bikujin.”

Her çar serokeşîr gava çûne ba Muselim Ebdurehman Paşa, Qasimê Ozman gotiye wî: “Em mezinatîya te li ser xwe qebûl nakin, divê tu rabî herî Stenbolê û Mirê Kal disa were şûna xwe.”

Muselim Ebdurehman Paşa li ser wê gotina Qasimê Ozman, pir xeyidîye û xeberên giran gotiye. Qasimê Ozman jî dest avêtîye aliyekî simbêlê xwe û badaye, şervanên wî Muselim Ebdurehman Paşa tevî 12 leşkerên wî kuştine.

Piştî kuştina Muselimè Osmanî, Împeretorîya Osmanî fermana kuştina Qasimê Ozman daye û di 1838an de 10 hezar leşker bi serokatîya Topal Ebas Paşa hinartine ser eşîra Pencînarė. Li Deşta Mêlihayê şer sê sal domandiye û di 1841ê de Osmanî bindest bûne, piştre peymaneke aştîyê bi Eşîra Pencînaran re çêkirine û Osmanî ji herêma Xerzanê vekişiyane, hetanî 1924an jî leşker nediketin herêma Xerzanê. Li ser wî şerî straneke folklorî jî heye:

Qasim Axa tevlî sed siwarî hicûmê ser Zoqê kir

Kete daîra Ebdurehman Paşa,

Serê Ebdurehman Paşa û dozde mufetişan jê kir...

Berî Serhildana Bedirxanîyan (1835), piranîya serokeşîr û xuyanîyên Kurdistanê civînek li Pira Samanê kirine û biryar dane ku wê li pêşberê Osmanîyan dest bi Şerê Azadîyê bikin.

Gava Şerê Serhildanê dest pê kirîye, artêşa Osmanî di wê demê de du car çûye herêma Xerzan. Lê herdû caran jî, ji aliyê şervanên Çetoyê Îskan ve hatine şikandin. Le belê cara sisiyan ku hêzeke leşkerî ya zêde çûye herêmê, Çetoyê Îskan dîl ketiye destên Osmanîyan û ew hinartine girtigeha Girîdê.

Salên serê 1900î-Jinên Eşîra Pencînarî(Mala Faro û Kejikan)

Çetoyê Îskan dema ji Girtîgeha Girîdê hatiye berdan, dîsa li Eynqesrê şer bi leşkerên Osmanî re kiriye. Çendî ku agahdariyeke zêde li ser wî şerî bi dest neketiye, lê Çetoyê İskan dîsanê wek dîl ketiye destên Osmanîyan û wî birine girtîgeha Gêncê.

Ji malbatê bi mêrxasîya xwe Bişarê Çeto jî navdar e, gelek dengbêj li ser klam gotine. Piştî ku serokê Eşîra Pencînarê Bişarê Çeto li Ormiyê di Şerê Cîhanê yê 1emîn de li pêşberî Rûsên Çar de şehît bûye (1914) û birayê wî yê piçûk Cemîlê Çeto bûye serokê eşîrê, Cemîl jî gelek çalakî li pêşberî Osmanîyan kirine.

Cemîlê Çeto-1920

Li gor pirtûka bi navê Serhildana Kurdan, Şerîf Paşa li Parîsê li ser navê rêxistina Kurt Teavun ve Teraqîyê diyar kiriye û gotiye: Bila Kurd hikûmeteke Kurdî ava bikin. Li ser wê xeberê, Cemîlê Çeto digel hin eşîrên din yên herêma Xerzanê di 1920î de dest bi xebatên avakirina hikûmeteke Kurdî kirine. Di eynî demê de Kurdên Qoçgirîyê jî dest bi tevgera avakirina hikûmeteke Kurdî kirine.

Piştî rûxandina Serhildana 1925an a bi serokatîya Şêx Seîd, Dadgeha Îstiqlalê ya li Diyarbekirê biryara xeniqandina 460 Kurdên xuyanî daye. Serokê Eşîra Pencînaran Cemîlê Çeto di gel ku beşdarî serhildanê nebibû ew jî hatiye xeniqandin.

 

ÇAVKANÎ:

- Barbiro Karabûdak "Oster Om Eufrat" (Rojhilata Çemê Firat), Tidens Förlags Tryckeri AB, Swêd/Stockholm, 1960

- Şerê Sasûnê (1925-1937), Osman Sebrî, Weşanên Pêrî, Stenbol, 2005

- Jînewariya Derwêşê Sado, Zeynelabidîn Zinar, Kurdî/lêkolîn, Weşanxaneya Nas, Sverige/Stockholm, 2010

- Hemdîn û Şemdîn, Zeynelabidîn Zinar, Kurdî/folklor - serpêhatî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1998

- Nameya Mûstafa Kemal ji Cemîlê Çeto re, Nutuk-cild III, Vesîka 53(13.8.1919)

- Kürt İsyanları(Serhildanên Kurdan), Cem Yayin Evi, Istanbul, 1991

 

Nîşe: Ev nivîs, ji pirtûka bi navê “Dewlet û Mîrgehên Kurdî-di Serdema Naverast û Nû da” ya ji alîyê Sentera Zaxo Bo Vekolînên Kurdî ve di 2023yan de çap bûye, hatiye girtin.

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Zeynelabidîn Zinar

Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê Kurdî, çendî ku di salên 1963-64an de pêşî bi tîpên Erebî çêbûye, di sala 1985an de li Swêdê bi awayekî birêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasîkên Kurmancî kiriye û lêkolîn li ser folklora Kurdî kiriye. Di heman demê de Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînarê ye. Herwiha, ji gelek kesan qeset kom kirine û çîrok, stranên di nav van qesetan de jî deşîfre kirine. Ev hemû bi navê Xwençe di 10 cild kitêb de weşandine.