logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Dîlan Şewqî

Nivîskar: Dîlan Şewqî

Dîlan Şewqî di sala 1970yî de li bajarê Serê Kaniya Rojava ji dayik bûye. Xwendina xwe ya Dibistanê heya pola duwazdeha li bajarê xwe tamam kiriye.

Ji ber ku rêjîma Sûrî nasname ji 150 hezar kesê Kurd sitendibû, malbata Dîlan Şewqî wek bi hezaran malbatên Kurd yên bê nasname ku wan nikarîbûn zarokê xwe ji duwazde pola pêve bidin xwendin, Dîlan Şewqî jî pola duwazdeha temem kir bêyî ku dîploma xwe bistîne ew ji mecbûrî ji riya xwendinê rawestiya.

Dîlan Şewqî xûşka mezin ya sê bira û xûşkekê ye. Ew di maleke xizan lê welatperwer de mezin bûye. Tevî rewşa wan ya xizan, bavê wan ew didan xwendin. Helwesta bavê wê ji alî kurdweriyê de, bû sedema sereke ji destpêka riya wêjeyê ya Dîlan Şewqî re.

Di salên 1950 wan de, damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê (Partî) bû. Bi wê sedemê rêjîma Sûriyê gelek heval û dostê partiyê girtin û ew xistin zindanê, Bavê Dîlan Şewqî û apê wê jî di nav wan kesan de bûn. Bavê wê bi xwe ji bakur bû lê di zindana rejîma Sûriyê de ew him fêrî zimanê Erebî û xwendina Q’uranê bû û him ew fêrî tîpên Latînî bû. Dema bavê Dîlanê zewicî û zarokê wî çêbûn, wî zarokên xwe fêrî tîpên Latînî dikirin. Dîlan Şewqî û her çar xûşk û birayên xwe him diçûn dibistanê û him fêrî kurdayetiyê dibûn.

Dîlan Şewqî di bin bandora welatperweriya bavê xwe de bû. Bavê wan tim û tim ji zarokê xwe re helbestê seydayê Cegerxwîn dixwendin û behsa şoreşan û raperînên Kurdan dikirin. Ev dihişt ku zarok bi hestê kurdayetiyê mezin bibin û Dîlan Şewqî bêhtir embara xwe ya çandeyî û ya edebiyatê têr bike.

Di temenê 18 saliya xwe de wê helbesta Kurdî ya yekem bi navê Helebça nivîsand, ew jî sala Komkujiya Helebçê bû. Ew komkujî  fitîla nivîsandina helbestê di dilê Dîlan Şewqî de vêxist. 

Di sala 1998 an de, wê pirtûka yekem ya helbestê bi navê “Ramûsanên Sor” li Helebê da çapkirin. Helbestên di vê pirtûka wê de hemû helbestên kurt in, yên ku jê re dibêjin helbesta Hayko.

Dûra dest bi karê rêxistiniyê kir, heya sala 2000î di nav rêza Partiya Yekîtî de cî girt, bi hilbijartin sê çerxan di komîteya bajarî ya Partiya Yekîtî de kar kir. Di wê salê de, bi sedema kar û xebata rojane Dîlan Şewqî bi malbata xwe re çû bajarê Şamê. Li Şamê pirtûk û helbestên Tirkî werdigerandin zimanê Erebî û didan rojnameyê Sûriyê û debara xwe pê dikir. Di ber karê xwe re pirtûka Ehmed Arîf werdigerandin zimanê Erebî û li Dûbeyê di riya sazgeha Sema Kurd re hat çapkirin.

Di sala 2004an de, pirtûka xwe ya helbesta ya duyemîn bi navê “Hevdîtina Pêxemberan” çap kir. Ev pirtûk bi naveroka xwe dûrî pirtûka wê ya ewil e. Di vê pirtûkê de, helbestên wê bi alî asteke berfireh de çûne; di wan de evîn, welat, rewşa civakî û ya siyasî ya Kurdan tevde bi helbestî hûnaye.

Demekê di komeleke çandeyî de xebitîye, bi komîteya nivîskarên rojnameya “Jina Kurd” re. Ji bilî xebata rojane rêzefîlmê Tirkî werdigerandine zimanê Erebî. Dûra di kargeheke dirûtinê de kar kiriye, di ber karê xwe re helbest nivîsandine û helbestên Erebî û Tirkî wergerandine.

Di sala 2003yan de, pirtûka “Jînenigeriya Min” ya seydayê Cegerxwîn ji Kurdî wergerandiye zimanê Erebî û li Qamişlo hatiye çapkirin. Di sala 2008an de, pirtûka Ahmed Arif “Ji Hesreta Te Min Pranga Kevnar Kirin” ji zimanê Tirkî wergerand zimanê Erebî û li Dûbeyê hat çapkirin. Paşê jî bi sedema kar, gelek pirtûkê Tirkî wergerandin zimanê Erebî. Dîlan Şewqî ji ber rewşa siyasî di gelek kovar û rojnamê Kurdî de jî bi navên curbecur dinivîsand, ji bilî ku wê helbestin Erebî werdigerandin zimanê Kurdî.

Di sala 2011an de ji bo kar hat Tirkiyê, dûre şerê li Rojava dest pê kir û malbata wê bi tevayî derbasî bakurê Kurdistanê bûn.

Di sala 2013an de pirtûka Dîlan Şewqî ya sisiyan ya helbesta, bi navê “Ez Tevde Pencere Me” li Stenbolê ji alî Weşanxaneya Avesta ve hat çapkirin. Di sala 2018 an de romana wê ya yekem bi navê “Xato” li ser xelekan di kovara elektronîk ya bi navê Pênûsa Nû de hatiye weşandin. Di sala 2019 an de, romana wê ya duwemîn ya bi navê “Danûk” ew jî di kovara Pênûsa Nû de li ser xelekan hatiye weşandin. Di sala 2020an de, li Weşanxaneya Avesta romana wê ya sêyemîn bi navê “Şekirê Di Bêrîka Bavê Min De” hat çapkirin. Di sala 2021ê de romana wê ya çaremîn ya bi navê “Deh Rojan Li Nexweşxana Lêkolînê Odeya 219” hat çapkirin. Romana Dîlan Şewqî “Terpiyê Narê” û ya helbestan “Çivîk Nayên Bîra Diya Min” li ber çapê ne.

Nivîsén tékildar

Mervan Serhildan

Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandîye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha di derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendîyê (Midûrîya Karên Rêveberiya Dadgehê)...


Leylana Sidîq

Nivîskar Leylana Sidîq di sala 1979ê de li gundekî Licê ku navçeya Amedê ye, ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li navenda Amedê dixwîne. Piştî qedandina dibistana seretayî, ji ber sedemên malbatî mala xwe bi malbatî bar dikin Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd ên li dibistanên Stenbolê nikare perwerdehîya xwe berdewam bike. Piştî gelek salan bi rêya zewacê vedigere Amedê û li wir perwerdeyîya xwe ya nîvco temam dike û dibistana bilind dixwîne...


Azad Zal

Lêkolîner, nivîskar, helbestvan, rojnameger, wergêr û rexnegirê wêjeyî Azad Zal, di 8ê Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulamîran) ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatîye dinyayê. Lawê Hesîbe û Emîn e. Ji alîyê dê de ji gundê Farqîna Amedê Şêxdawûdan,  ji Mala Qolê ye.  Ji alîyê bavê de ji Kerxa Zirka û Zozinca Amedê ji mala Emer Keya ye.